Rojnameger Zagros: Dewleta tirk dixwaze beriya hilbijartinê êrişî Qendîlê bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku Tirkiye dixwaze beriya hilbijartinê êrişê bibe ser Qendîlê û wiha got: "Heke Tirkiye bi Îranê re li hev kiribe an jî li hev bike, dibe li ser operasyoneke qismî û dema wê hatiye diyarkirin dest bi êrişê bike. Ji ber ku Qendîl bi temamî hevsînorê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) ye. Lewma ji bo êrîşeke dagirkeriyê li dijî Qendîlê bike, pêwîstî bi lihevkirina bi Îranê û heta razîbûna YNK’ê jî heye."
 
Tirkiyeyê di 17'ê Nîsana 2022'yan de li dijî heremên Zap, Metîna û Avaşîn yên Herêma Kurdistana Federe ji hewayî û bêjahiyê ve êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Dewleta tirk ku bi hemû hêza xwe ya leşkerî û teknikî êriş biriye ser herêmê heta niha encameke berbiçav bi dest nexistiye. Dewleta tirk ku ji êrişên ji hewayî sûd negirt vê carê jî serî li bikaranîna çekên kîmyewî yê qedexekirî da. Dîmenên gelek endamên HPG'ê yê ku ji çekên kîmyewî bandorbûn û jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re hatin parve kirin. Dewleta tirk ku nikare bi gihiîşe mexseda xwe serî li her tiştî da. Lê tevî van êrişan jî Herêma Kurdistana Federe ku di bin rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ye, xwe li ber van êrişan ker û lal kiriye û bi hevdîtinên bi payebilindên Tirkiyeyê re piştgiriya xwe ya ji bo erîşan jî dide der. Di encama van êrişan de gelek şeniyên herêmê û xwezaya herêmê jî bi neyînî bandor dibin. Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re ku li çar parçeyên welêt bû cihê bertekan, bi vê jî sînordar nema. Gelek rêxistinên ku di qada navneteweyî de dixwestin biçin herêmê lêkolînê bikin jî ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin. 
 
Tevî ku salek di ser dagirkirina herêmê re derbas bûye jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê dewam dikin. Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê di encama erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6’an de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhêjê KCK'ê biryara nelidarxistina çalakiyên leşkerî girtibû û ji bo vê bang li hêzên xwe kiribû. Piştî vê biryarê jî hêzên HPG'ê ku di pozîsyona parastinê de bûn, rastî êrişên Tirkiyeyê hatin. Herî dawî jî Hevseroka KCK’ê Besê Hozat daxuyand ku wan biryar girtiye ku biryara xwe ya nelidarxistina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinên 14’ê gulanê taloq bikin. 
 
Rojnameger Berîtan Zagrosê der barê êrişên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û geşedanên li herêmê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
'DERBÊN MEZIN LÊ XISTIN'
 
Rojnameger Zagrosê diyar kir ku di êrişan de ku salek e li ser herêmê berdewam dikin, heta niha dewleta tirk tevî hemû teknîka xwe jî encameke berbiçav bi dest nexistiye û wiha axivî: "Dewleta tirk piştî têkçûna li Garê li dijî herêmên girêdayî Zagrosê û herêmên nêzî wê êrişên dagirkeriyê dabûn destpêkirin, tevî bikaranîna çekên kîmyewî, dorpêç û piştgiriya PDK’ê ku nokeriyê ji dagirkerên Kurdistanê re dike jî nikaribû serkeftinê bi dest bixe. Helbet di asta Tevgera Azadiyê de jî gelek berdêlên mezin hatin dayîn, gelek gerîla û fermandar şehîd bûn, hinek qad ji aliyê leşkeran ve hatin girtin, lê di tabloya giştî de serkeftina ku hedefkiribûn nikaribûn bi dest bixin û şikestineke din a dîrokî tamkirin. Piştî her du binkeftinan dihat texmînkirin ku wê êrişeke ji ya salên berê dijwartir bîne ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Yanî êriş dihat pêşbînîkirin û gerîla jî li hember êrişan di amadebaşiyê de bûn. Şeva 14’ê Nîsana par êrişeke dijwar ya hewayî dan destpêkirin û xwestin ku di demeke kurt de serkeftina xwe ragihînin, lê hesabê wan yên malê û yê li qadê li hev derneketin û gerîla li hember êrişên 3 rojan yên hewayî qadên xwe parastin. Her wiha bi encamên ku ji şerê salên borî derxistî li dijî êrişan rawestiyan. Vê carê gerîla ne tenê di tunelan de li ber xwe dan, di heman demê de bi 'yekîneyên bitevger' derbên mezin li artêşê xistin. Yanî gerîla ji rojên destpêkê yên şer ve tenê neket pozîsyonekeparastinê, hem qadên dibin kontrola xwe de parastin, hem jî bi tîmên bitevger li dijî hedefên leşkerî ketin nava çalakiyan. Di encam de artêşa tirk di meha Kanûnê de neçar ma ku ji hineke qadan vekişe û ji vêya re jî dîsa derewa, 'Me encam girt' em niha vedikişin kir. Her kes bi karekterê artêşa tirk dizane, eger bikeve cihekî dernakeve."
 
Zagrosê wiha domand: "Rast e, ketin gelek cihan, lê gerîla nehişt ew bicih bibin û xwe li herêmê mayînde bikin. Ji ber nikaribûn xwe mayînde bikin û timî rûberûyê çalakiyên gerîlayên HPG-YJA-Starê hatin neçar man ji hinek qadan vekişin. Li hinek qadên ku dikarin bimînin jî bi saya PDK’ê dimînin ku PDK rê ji wan re çêkir û li gelek cihan jî cih ji wan re vekir. Artêş nikaribû herêmên asê yên bi temamî dibin kontrola gerîla de dagir bike, lê li herêmên ku dikevin navbera gerîla û çekdarên PDK’ê de xwest bicih bibe û vêya jî bi hevkariya çalak ya PDK’ê kir. PDK ji ber ku dizane PKK di mijara neteweyî de hesas e û naxwaze bi wan re şer bike, lewma vêya weke fersendekê nirxand û rê ji dagirkeriya tirk re vekir. Yanî xwe ji bo dagirkeran kir mertal, ji bo Kurdistanê dagir bikin." 
 
'PROJEYA PDK Û TIRKIYEYÊ YA RÊYEKE BINERDÎ HEYE'
 
Zagrosê bi lêv kir ku dewleta tirk bi rêya PDK'ê dixwaze li ser navê geştiyariyê di navbera bakur û başûr de rêyekê çêbikin û wiha domand: "Rast e, dewleta tirk ji meha Kanûnê ya par ve ji hinek qadan vekişiya, lê ev nayê wê wateyê ku dest ji dagirkeriyê berdaye. Êrişên li bejahiyê ku nikare li dijî gerîla bike rawestiyan, lê êrişên hewayî yên bi çekên qedexekirî, çekên kîmyewî û bombeyên atomî yên taktîkî berdewam dike. Rojane daxuyaniyên navenda çapemeniya HPG’ê hejmara êrîşên artêşa tirk dide. Yanî êrîşên li dijî van herêman nesekiniye. Bi taybet di zivistanê de berê êrîşên xwe da herêma Çemço, Kûro Jaro û Sîdayê. Ev herêm bi ser bajaroka Şêladizê ya Amediyê ve ye. Di heman demê de herêmeke stratejîk e ku bi taybet Zap û Zagros, herêma Soran bi hev ve girê dide. Yanî bi rêya wê xetê dikare xwe bigihîne herêma Soranê. Bi hevkariya PDK’ê jî dixwazin di bin navê projeyên geştiyarî û aboriyê de rêyeke nû di navbera Bakur û Başûr de çêbikin. Helbet armanca ew qas êrîşên li ser herêma Çemçoyê jî bi hevkariya çekdarên PDK’ê dixwazin herêmê bi temamî di warê leşkerî û aborî de dagir û talan bikin. Jixwe niha ji Dihokê heya Colemêrgê projeya rêyeke binerdî heye û li gor agahiyan dest bi amadekariyên wê jî hatiye kirin. Li ser van rêyan dibin navê bazirganiyê de dixwazin cureyeke cerdevaniyê ya wekî li Bakurê Kurdistanê pêş bixin."
 
Zagrosê destnîşan kir ku artêşa tirk heya niha tu encam bi dest nexistinê, lê hewldanê wê û PDK'ê didomin û ev tişt ragihandin: "Ji ber xelkê herêmê welatparêz e û ji siyaseta PDK’ê û dagirkeriya tirk neraziye, heya niha jî nikaribûne tu encamê bi dest bixin. Bi taybet helwesta eşîreta Rêkaniyan û gelek welatparêzên Behdînanê asteng e li pêşiya van projeyên PDK-AKP û MHP’ê. Dixwazin ku bi temamî vê herêma stratejîk a Zagros, Zap û Garê bi hev ve girê bidin û kontrol bikin. Bi kontrolkirina vê xetê gerîla li herêma Zagrosê tecrîd bikin û destûr nedin piştgirî jê re biçe û pêwîstiyên xwe dabîn bike. Lewma ev herêm bi şev û roj dibin bombebarana dewleta tirk de ye. Di rastiyê de ji ber bombebaranên zêde xelkê herêmê jî nikarin di vê demsalê de derkevin çiyê, heywanên xwe biçêrînin û pincarê kom bikin. Ji ber berê de gelek komkujî li vê herêmê hatine kirin, lewma dixwazin bi rêya bombebaranan û îstixbarat û xebatên sîxûriyê yên PDK’ê peywendiya gel û gerîla ji hev qut bikin. Eger qad ji saziyên sivîl, mafê mirovan û ragihandinê re were vekirin eşkere ye ku wê PDK jî û Tirkiye jî di asta navneteweyî de bên tawanbarkirin û sûcên wan yên li van qadan eşkere bibin. Lewma nirxandinên me yên ji dûr ve dibe ku tam objektîf nebin jî."
 
'BIRYARA KCK'Ê DENG VEDA'
 
Rojnameger Berîtan Zagros bal kişand li ser biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyan jî û got ku ev biryar li herêmê erênî hatiye pêşwazîkirin û bi vê biryarê re careke din xuya bû ku PDK di şerê navbera gerîla û dewleta tirk de ranteke mezin bi dest dixe. Zagrosê bilêv kir ku biryara KCK’ê hem di warê mirovî de hem jî di warê siyasî de dengvendaneke erênî kir û got ku ji ber hem dewleta tirk, hem jî PDK û yên wek wan timî bangeşeya vê dikirin ku qaşo PKK şerxwaz e û tenê çekê esas digire. 
 
'PDK DI VÎ ŞERÎ DE RANTEKE MEZIN BI DEST XIST'
 
Zagrosê axaftina xwe wiha domand: "Lê ev helwesta KCK’ê gelek bangeşeyên rejîma AKP-MHP û nokerê wana PDK’ê pûç kir. Ev prestîja Tevgera Azadiyê di qada siyasî û raya giştî ya Tirkiye de û bi giştî jî li gel kurdan bilindtir kir. Li Başûrê Kurdistanê jî ev biryar ji aliyê civakê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û daxwaza veguherîna agirbesteke dualî jî ji aliyê gelek çavdêrên siyasî, siyasetmedar û gel ve hat bilêvkirin. Lê mixabin yên ku her roj ji bo diyalog û guftûgoyê bang li PKK’ê dikirin, bi taybet hêzên siyasî yên Başûr û PDK jî di nav de PDK, xwe bêdeng kirin û ev biryar ji nedîtî ve hat. Ev jî nîşan da ku PDK li ser rijandina xwîna gerîla rantxuriyê dike û naxwaze şer raweste."
 
Zagrosê destnîşan kir ku PDK ji şerê dewleta tirk yê bi PKK’ê re ranteke mezin bi dest dixe û got ku hêzên din yên Başûrê Kurdistanê jî ji derveyî hinek partiyên çep tu helwesteke wan ne erênî ne jî neyînî tune ye. Zagrosê wiha pê de çû: "Tenê ji YNK’ê hinek dengên ji bo yekrêziya kurdan hat, ev jî tenê di asta daxuyaniyan de dimîne. Eger partiyên Başûrê Kurdistanê wekî îdîa dikin li dijî şer bin û naxwazin axa Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin, divê piştgirî bidana vê hewldana KCK’ê û di qada navneteweyî de ji bo çareseriyê rol bilîstana. Lê mixabin, helwesta ku dihat hêvîkirin li Başûr xwe neda der. Ancax ji vê şûn ve wê ev hêzên siyasî nikaribin bang li PKK’ê bikin, şer rawestînin û nikaribin bi rihetî bangeşeyê bikin. Di heman demê de aliyê mirovî yê Tevgera Azadiyê û niyet û pakiya wê careke din ji aliyê raya giştî û civaka kurd ve hat dîtin. Ev jî di her warî de mafdariya têkoşînê dide nîşan û destê wan di qada navneteweyî de jî xurt dike."
 
ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN QEDEXE DIDOMIN
 
Zagorsê destnîşan kir ku çendî KCK'ê heya hilbijartinên 14'ê Gulanê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî girtiye jî êrişên bi çekên qedexe yên dewleta tirk didomin û got: "Rojane li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş hene, lê tu hêzeke navneteweyî, herêmî û kurdî dernakeve û nabêje, 'PKK çalakiyên leşkerî rawestandiye, tu çima êriş dikî?' Lê dewleta tirk careke din nîşan da ku dixwaze Herêma Kurdistanê jî weke Efrîn û Serêkaniyê dagir û îlhaq bike. Ji ber armanc dagirkirina Kurdistanê û firekirina sînorên Tirkiyeyê ye. Jixwe Erdogan dibêje, ji bo wan her der Tirkiye ye û dixwazin erdnîgariyeke mezin dagir bikin. PDK di vê rewşê de sûceke neteweyî dike. Ji ber van sûcên neteweyî naxwaze tevlî tu xebateke neteweyî bibe, berovajiyê wê hêzên siyasî yên Başûr ku nêzî xeta neteweyî ne tehdîd dike, tawanbar dike û krîmînalîze dike. Ji ber ku dizane eger platformeke hevpar a kurdan çêbibe, dê kurd hesabê jê bipirsin. Lewma êrişê hemû xebatên neteweyî dike û ji bo pêk neyê jî bi rêya Tirkiye û Îranê dixwaze wan kontrol bike." 
 
'TIRKIYEYÊ PDK FIROT'
 
Zagrosê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina Serokwezîrê Iraqê ya bi Enqereyê re û da zanîn ku di vê hevdîtinê de peymanek di navbera her du aliyan de hatiye çêkirin û ji bo vê ev tişt gotin: "Balkêş e ku di 21’ê Adarê de, di roja neteweyî ya kurdan de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Enqereyê kir û bi Erdogan re civiya. Piştî civînê jî her du derketin pêşiya kamerayan û der barê naveroka hevdîtinê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de her dualî hinek şert dan pêşiya hev û tawiz dan hev. Helbet dîsa 'qerta kurd' roleke girîng di tawizdayîna wan de lîst. Mihemed Şiya Sûdanî yê şiî û nêzî Îranê piştî gengeşiyên mezin ancax hikûmetê ava kir. Ji ber vê hatina wî ya ser hikum di encama hewldaneke mezin a aliyên nêzî Îranê de çêbû. Piştî ku hikûmet hat avakirin jî neçar ma li gorî peymana hikûmeta kaolîsyonê tevbigere. Dewleta tirk ku bi rêya eniya Sûne û PDK’ê piştgiriya Tevgera Sedir dikir, dema Sedir xwe ji parlementoyê kişand, vê carê pişta xwe dan Sedir û xwestin di nava hikûmeta bi pêşengiya şiîyan de cih bigirin. Di kabîneyê de jî bi rêya PDK’ê û Sûneyan hinek daxwazên xwe ferzkirin û xistin nava bernameya Sûdanî. Yek ji van xalan jî pêkanîna 9’ê Cotmehê û parastina sînor bû."
 
Zagrosê bilêv kir ku Sûdanî dixwaze beriya hilbijartinên Iraqê xalên ku di bernameyê de hatine destnîşankirin pêk bîne û got ku niha li Iraqê jî rojeva hilbijartinê heye û Sûdanî bi nûnertiya Îranê dixwaze desthilatê di destê xwe de bigire û ji bo vê qanûneke nû ya hilbijartinê jî derxist. 
 
Zagorsê di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji bo desthilatê di destê xwede bigire jî divê piraniya xalên di bernameyê de destnîşan kiriye pêk bîne. Di serdana Enqereyê de jî ji bo pêkanîna van xalan jî hinek peyman îmze kirin. Yek ji van jî çêkirina rêya trenê di navbera Besra û Tirkiyeyê de, çêkirina rêyeke yekser ji Tirkiye biçe Başûr û naverasta Iraqê bû. Bi vî awayî Başûrê Kurdistanê ji navberê tê derxistin û demara aboriyê dixe destê xwe. Ev jî bi sedemên geşepêdana aborî têkirin. Ji ber li Iraqê bêkarî heye, pirsgirêkên cidî yên aborî û hwd. hene. Xaleke din a herî girîng jî zêdekirina rêjeya ava Dîcleyê ye ku Erdogan dûrî hemû qanûnên mirovî û exlaqî weke çekekê li dijî gelên Iraqê bi kar tîne. Iraq rûberûyê krîzeke cidî ya avê û hişkesaliyê ye. Erdogan jî vê rastiyê dibîne û weke çekekê li dijî wê bi kar tîne. Jixwe di daxuyaniya xwe de jî qet veneşart û îtîraf kir ku li ser avê bazariyê dike. Erdogan destûr da ku ji bo mehekê ava Dîcleyê hinek were zêdekirin. Li beramberê wê jî jê xwest li dijî Tevgera Azadiya Kurd Iraq hevkariya wan bike û pêşî li têkoşîna wê bigire. Her wiha xwest Iraq PKK’ê weke rêxistineke ‘terorîst’ binase. Dîsa peymana neftê ya li gel Herêma Kurdistanê jî ku di dema Nêçîrvan Barzanî de hatibû îmzekirin rojeveke wan ya din bû. Iraq bi Tirkiyeyê re muzakere kir ku dosyeyê  ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxe û yekser weke dewletek li gel wî mûamele bike.Tirkiye jî yekser PDK’ê firot û bi Iraqê re li hev kir. Her çend dîsa jî dadgeha Parîsê cezayê pere ji bo peymana 50’î salî ya neftê lê birî. Hemû xalên ku min ew rêz kirin di bernameya kabîneya Sûdanî de hene û Sûdanî jî dixwaze ji bo mayîndekirina desthilata xwe hemû hewldanên xwe bixe tevgerê."
 
AMADEKARIYÊN JI BO ÊRIŞÎ QENDÎLÊ BIKIN
 
Rojnameger Zagrosê diyar kir ku dewleta tirk ji bo êriş bibe ser Qendîlê di nava liv û tevgeran de ye û got ku ji bo pêkanîna vê divê pêwîstiya wê bi hevkariya bi Îranê heye. Zagrosê destnîşan kir ku Serokkomarê AKP'î Erdogan jî dixwaze beriya hilbijartinên serokkomariyê yên 14'ê Gulanê hinek gavên zû û bibandor biavêje û bal kişand ser qeyranên aborî, siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê. Zagrosê bilêv kir ku ev qeyran di hilbijartinê de ji bo Erdogan dezavantajek e.
 
Zagros wiha axivî: "Iraq jî yek ji welatên ku herî zêde Tirkiye di warê aboriyê de razemeniyê lê dike û jê sûd werdigire ye. Lewma hem bi çêkirina rêya hesinî û bejahî ya ji bo trenê û bazirganiyê, hem vekirina gelek şîrketan li Iraqê, dixwaze bêhnê bistîne û bandorê li encamên hilbijartinê bike. Xala duyemîn jî pêşiya hilbijartinê dixwaze darbeyeke mezin li PKK’ê bixe, li ser sînorên di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de Iraq hêzên xwe bi cih bike, dagirkeriya xwe mayîndetir bike. Bi vî awayî jî hewl dide ku beriya hilbijartinê sembolîk jî bin hineî  serkeftinan bi dest bixe. Çima dibêjim sembolîk? Ji ber bi salan e hewl dide bi her cure êrişî encam bigire, lê nikare. Li gorî axaftinên Erdogan yên berê, hedefa talî ya wan Qendîl e. Qendîl weke navenda Tevgera Azadiya Kurd nasname qezenc kiriye û weke navendeke siyasî rol dilîze. Ji ber vê hemû kurdan û cîhan jî navê Qendîlê bihîstine û ji bo kurdan jî weke keleheke siyasî ye. Berê xwe li Zap, Metîna, Zagros û Garê ceriband, lê nebû. Lê îhtîmala herî mezin Qendîl xuya dike ku şêwirmendê Erdogan Çagri Erhan jî di bernameyekê de vê yekê bi eşkere dibêje. Hem sembolîk e ji bo hilbijartinan, lê hem jî ji bo demeke dirêj stratejîk e. Ev di çarçoveya plana sedsalê ya dewleta tirk de ye."
 
Zagrosê anî ziman ku îhtîmala êrişeke li dijî Qendîlê heye, lê ne diyar e ku dê ji bejahiyê an jî ji hewayê ve bê kirin û got ku deriyekî Qendîlê yê li aliyê mintiqeya Soranê li aliyê PDK’ê ye û PDK jixwe di her rewşê de deriyan lê vedike. Zagrosê wiha domand: "Aliyê zehmet, aliyê piştder e. Lê zehmet e di vî deriyê re lê bixe. Eger Tirkiye bi Îranê re li hev kiribe an jî li hev bike, dibe ku li ser operasyoneke qismî û dema wê hatiye diyarkirin êriş bike. Ji ber ku Qendîl bi temamî hevsînorê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) ye. Lewma ji bo êrişeke dagirkeriyê li dijî Qendîlê bike, pêwîstî bi lihevkirina li gel Îranê û heta razîbûna YNK’ê jî heye. Niha dixwazin Iraq jî piştgiriya wan bike. Berî serdana Sûdanî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd Riza El Abbasî li gel Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya. Di dema serdana Sûdanî de jî li gel wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar civiya. Hevdîtinên serbazî û îstixbaratî yên di navbera her du aliyan de vala nîn in. Lê pirsa heye ew e ku wê Iraq di çi astê de û çawa di mijara PKK’ê de hevkariyê li gel Tirkiyeyê bike. Sûdanî bi awayekî gilover bersiva daxwazên Erdogan da û bersiveke zelal jî neda. Gotinên her timî yên Iraqiyan dubare kir. Lê nayê zanîn ka weke Erdogan jê xwestiye dê PKK’ê weke rêxistineke ‘terorîst’ nas bike yan na. Ji bo ev pêk were divê ji parlementoyê daxwazek wisa ji hikûmetê re biçe." 
 
'YEKANE ÇARESERÎ YEKITIYA NETEWEYÎ YE'
 
Rojnamager Berîtan Zagrosê bi lêv kir ku li dijî siyaseta PDK'ê ya ku bi kurdan dide wendakirin pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye û wiha bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin hîn jî desthilata Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de planên dewletên dagirker fêm nekirine û nikaribûne bibin xwedî aqilekî stratejîk û neteweyî. Bi taybet rêveberiya PDK’ê û beşek girîng a partiyên siyasî yên herêmê hîn jî xwedî fikrê, 'bila biçûk be ya min be' ne. Yanî mezin û neteweyî nafikirin, xwe, malbata xwe, partiya xwe û tenê herêmekê an jî bajarekî difikirin.Tevî ezmûna referandûmê jî tê dîtin ku dersderxistin li Başûr nîn e. Çi qas têk biçin jî dîsa di heman rêyan re derbas dibin. Ev jî dibe sedem ku dîrok xwe li Başûr timî dubare bike û kurd jî zirareke mezin ji vê siyaseta wan ya neaqilane û biçûkfikirîn bigirin. Hîn jî hêzên siyasî yên herêmê Başûr derî Kurdistanê dihesibînin û wer difikirin ku wê ev hêzên herêmî û navneteweyî heta heta li gel wan bin. Lê di peymana neftê de hat dîtin ku Tirkiye careke din PDK’ê li beramber berjewendiyên xwe da aliyekî. Ancax hîn jî desthilata PDK’ê ne di wê astê de ye ku encaman jê derxe û xwe bide ser hêla neteweyî. Niha yekane çareya li pêşiya kurdan bi rastî jî yekîtiya neteweyî ye. Heya kurd nebin yek, wê yek destkeftiyeke kurdan nekeve saxlemiyê û hemû dibin metirsiya qirkirinê de bin. Jixwe îsal wê kurd li dijî sedemîn sala Lozanê bi pêşengiya KNK’ê li hev bicivin. Ev xebateke girîng û gelekî stratejîk e. Eger ragihandina azad jî bikare baş li ser bixebite dikare di asta Kurdistanê de dengavedaneke baş çêbikin û bandorê li hevsengên nû yên cîhanê bikin. Kurd dikarin bibin aliyên sêyemên yên hevsengên cîhanî. Gelên cîhanê yên demokratîk dikarin di cemsera an jî rêya sêyemîn ya kurdan de li hev kom bibin û pêşengiyê ji avakirina cîhaneke nû re bikin."
 
 

Sernavên din

11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve