Aydar: Ji bo ku hilbijartin neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan bike

img
STENBOL - Rêveberê Konseya KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk ên tevî biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê didomin, berpirsyariyeke mezin dikeve li ser milên hêzên demokrasiyê û wiha got: “Li dijî israra şer a desthilatê divê herkes helwesta xwe nîşan bide. Ji bo pêvajoya hilbijartinê neyê sabotekirin divê li gorî vê biryarê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.” 
 
Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê ya piştî erdhejên 6’ê sibatê yên li Mereşê, dewleta tirk êrîşên xwe yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe yên bi piştgiriya PDK’ê dane destpêkirin, didomîne. Di demeke ku êrişên hewayî didomin de Hevseroka KCK’ê Besê Hoza ragihand ku biryara bêçalaktiyê heta piştî hilbijartinên 14’ê gulanê dirêj kirine. 
 
Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zubeyîr Aydar, têkildarî êrişên dewleta tirk, biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê û di hilbijartinan de rola Tifaqa Ked û Azadiyê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin. 
 
BIRYARA AGIRBESTÊ 
 
Aydar, diyar kir ku di erdhejên ku navenda wan Kurdistan bûn de zirareke mezin çêbû û trajediyeke mezin qewimî û anî ziman ku KCK’a êşên gel li ber çavan girtin ji ber vê yekê biryara bêçalaktiyê wergirt. Aydar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku êşên mezintir neyên jiyîn me biryara bêçalaktiyê da. Tevgera me tenê di vê erdhejê de ev yek nekir, di erdheja 1999’an de jî ev yek kir. Ji ber ku em tevgereke însanî û exlakî ne lê mixabin aliyê din qet li gorî vê tevnegeriya û weke berê êrişên xwe domandin. Ev biryara me ferqa me û ya aliyê din bi awayekî zelal deyne holê.”
 
TIFAQA AKP’Ê, MHP’Ê Û ERGENEKONÊ 
 
Aydar ê destnîşan kir ku desthilat şûna ku birînên erdhejê derman bike, êrişên xwe didomîne, bi lêv kir ku tu aliyê însanî û exlakî yê vê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide bi darê zorê desthilata xwe bidomîne. Ev tifaq, tifaqa AKP’ê, MHP’ê û Ergenekonê ya sala 2014’an de hatiye avakirine. Li dijî gelê kurd e. Dixwazin tevgera kurd bi temamî tasfiye bikin û bipişivînin. Berhemeke siyasî ya bi temamî li ser tunekirina kurdan hatiye avakirine. Ji ber vê ne erdhej ne jî tiştekî din nikare wan bisekinîne. Di rewşeke asayî de dema hilweşînek û trajediyeke evqas mezin çêbû, welat bi hemû heza xwe heta bi hêza xwe ya leşkerî mudaxile dike û hewl dide birînan derman bike. Lê li vir artêş bê tevger ma. Ji ber ku yên li jor bi gotina ‘Em di nava şer de ne em nikarin artêşê bi tiştên wisa re mijûl bikin’ tevgeriyan. Berdewamkirina êrişan girêdayî vê ye. Ji b ovan çiqas mirov mirine çiqas mexdûr bûne qet ne girîng e. Tişta ji bo wan girîng berdewama desthilat û ranta wan e.”
 
DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN
 
Aydar, bal kişand ku tevî daxuyanî û biryara bêçalaktiyê ya Navenda Parastina Gel (NPG), dewleta tirk êrişên xwe didomîne û bi bîr xist ku KCK’ê tevî vê yekê jî biryara bêçalaktiyê dirêjî heta piştî hilbijartinê kir. Aydar, destnîşan kir ku hilbijartina li Tirkiyeyê bê kirin ji bo herkesê girîng e û pê de çû: “Ev hilbijartin ji bo me jî ji bo hêzên demokrasiyê jî gelek girîng e. Ji berê ve ji tevgera me daxwazên wiha hebûn; bila di pêvajoya hilbijartinê de tiştek çênebe, çalakî çênebin, bila ji bo aliyê din hincet dernekevin. Me jî ji bo ku hilbijartin di pêvajoyeke demokratîk de bê kirin, hêzên demokrasiyê xwe rehettir hîs bikin û ji bo desthilatê nebe hincet biryara xwe heta piştî hilbijartinê dirêj kir. Dê piştî hilbijartinê nirxandineke cuda bê kirin. Aliyê din vê hewldana me ya însanî û exlakî ji nedîtî ve tê. Tevî biryara bêçalaktiyê daxuyaniyên ku Tayyîp Erdogan dike û gefên dixwe hene. Dibêje ‘Em ê operasyonan bidomînin’. Diyar dike ku wê li bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûr operasyonan bidomîne. Dî dibêje bila bêje em vê yekê bersiva li dijî biryara bêçalaktiya hatiye dirêjkirin dinirxînin. Divê biryara me mirovên me û raya giştî pîroz bike. Divê hêzên alîgirê demokrasiyê vê binirxînin.”
 
Aydar, diyar kir ku divê hemû rewşenbîr û hêzên demokrasiyê li dijî israrkirina dewleta tirk a di polîtîkayên şer de li hemberî biryara bêçalaktiyê helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha lê zêde kir: “Divê herkes helwestê nîşanî israra şer a desthilatê bide. Divê ji hemû rewşenbîr, hêzên demokrasiyê, rêxistinên sivîl ên civakî û dostên li cîhanê re vê bêjin; heke biryara bêçalaktiyê ew jî bixwazin, divê vê silav bikin, aliyên wê yên erênî deynin holê û zexta li hikumetê bikin. Ji bo pêvajoya hilbijartinê neyê sabotekirin divê herkes tişta dikeve li ser milê wan pêk bîne. Dibe ku di vê mijarê de kampanyayên îmzeyê, daxuyanî, çalakî û hevdîtin hebin. Em li bendê ne ku di vê çarçoveyê de herkes hesasiyeta xwe nîşan bide.”
 
DIJMINATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ KURDAN 
 
Aydar, diyar kir ku polîtîkayên hundir û derve yên desthilatê bi temamî li ser dijiyatiya kurdan e û bal kişand ku ji ber sedsala Lozan û Komarê ye giranahiyê didin van polîtîkayan. Aydar, anî ziman ku ji bo Lozan bidome dixebitin, li gorî xwe hin armanc diyar kirine û wiha domand: “Di sedsala Komarê de armanc dikin ku serhildana kurdan bi temamî têk bibin. Li hundir û derve di nava hewldaneke wisa de ne. Bi taybetî di serdemên dawî de êriş û provokasyonên Tirkiyeyê yên li ser Rojava hene. Li Rojava êriş didomin. Nekarên operasyona bejahiyê bikin. Niha bi piştgiriya Rûsyayê hewldidin bi Sûriyeyê re vê yekê bikin. Hevdîtina Tirkiyeyê ya li Moskowê hewl didin Îranê jî tev li bikin. Biryareke wiha heye. Ev yek bi temamî refleksa polîtîkaya antî kurd a hikumeta tirk a li derve ye. Hemû têkiliyên xwe yên derve li gorî vê sererast dike. Divê gelê Kurdistanê vê yekê li her çar perçe bibîne. Divê polîtîkaya li dijî kurdan a pergala niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe bê dîtin û li gorî wê helwest bê nîşandan. Em naxwazin kes bibe palpişta pergala heyî. Divê herkes vê bibîne û li rex hêzên azadiyê cih bigire.”
 
TIFAQA KED Û AZADIYÊ 
 
Aydar ê qala tifaqên li Tirkiyeyê kir, anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ava kiriye dijminê hemû gelan e û ev tişt gotin: “Li ber çavane ku AKP’ê di 20 salan de Tirkiye xist kîjan halî. Heke Tifaqa Cûmhûr qezenç bike ne pêkan e ku mirov qala demokrasiyê bike. Wê kaos çêbibe. Li aliyê din Tifaqa Milet heye. Projeya Tifaqa Milet a ku dewleta ji rayê derketiye li gorî pergala berê ya dewletê restore bike heye. Bi navê ‘Pirsgirêkên Tirkiyeyê’ bernameyeke berfireh aşkere kirin. Lê mixabin di nava vê de qala pirsgirêka kurd a pirsgirêka herî bingehîn Tirkiyeyê nehate kirin. Heta ku rewşa gelê kurd a heq û hiqûqê neyê çareserkirin ne demokrasi pêk tê ne jî çerxa dewletê li gorî tê xwestin dikare bê xebitandin. Li aliyê din, dema em li bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ava bûye binêrin, wê di rastiyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi temamî, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo nirxên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi pêş bikevin bibe garantî.”
 
KOMARA DEMOKRATÎK
 
Aydar diyar kir ku Tifaqa Millet niha ji bo xwe alternatîfek afirandiye, lê belê heta niha nikare sîstemeke ku bi sîstema dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike ava bike û got: “Bêguman girîng e ev hikumet biçe, lê dema bicih hat wê jinûve avakirina Tirkiyeyê ancax bi komareke demokratîk pêkan be. Pirsgirêka kurd yek ji wan pirsgirêkan e ku wê bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Bi vî rengî Tirkiye dikare demokratîk bibe. Ji vî alî ve bi dîtina min, di hilbijartinê de ya herî girîng ew e ku desthilatdariya heyî di sîstema Serokkomariyê de bi giştî winda bike. Li aliyê din, refleksa herî xurt a Tifaqa Ked û Azadiyê ya li parlamentê ye. Eger li parlamentê bi xurtî bê nîşandan, wê di warê Destûra Bingehîn a nû de destê hêzên demokrasiyê were xurtkirin. Di dema erdhêjeke mezin û krîza aborî de Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe. Gelên Tirkiyeyê li benda guherîna demokratîk in. Divê her kes li gorî vê helwesta xwe derxe pêş.  Di heman demê de divê her kes li hemberî rewşên weke hikûmet hêza dewletê ji bo manîpulekirina sindoqan bikar tîne, encamên hilbijartinê li gorî xwe hîle bike, bi rêbazên cuda bêje 'ez bi ser kevim' tedbîran bigirin.”
 
‘DÎKTATORÎ WÊ BIDOME’ 
 
Aydar, destnîşan kir ku ev hilbijartin ne ji rêzê ne û anî ziman ku Tirkiye bi temamî ber bi pergaleke dîktatoriyê ve diçe. Aydar, bal kişan ku dema “Pergala yek zilamî” qezenç kir wê her tiştî ji destê gel bistîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê her kesên li Tirkiyeyê dijîn li gorî vê tevbigerin û hêzên demokrasiyê ji bo hîn bêhtir di Meclisê de cih bigirin, bikevin nava hewldanan. Tenê bi vî awayî pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê dikarin bên çareserkirin. Divê her kes vê bibîne; heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser nebe, dê dîktatorên nû werin, dîsa şer çêbibin û aborî dîsa xirab bibe. Sedema bingehîn a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê şer e. Ev 8 sal in hemû çavkanî ji bo şer tên xerckirin. Di vê wateyê de pêwîste hêzên demokrasî û gel vê baş bibînin. Ji bo vê jî bendewariya me ji gel û hêzên demokrasiyê ew e ku di 14’ê gulanê de di nava çarçoveya çareseriya hemû arîşeyan de diyalogê hilbijêrine.”
 
 

Sernavên din

16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir