Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe

  • rojane
  • 14:11 20 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Peymana Lozanê ya di navbera hêzên mêtinger ên cîhanê de hatiye îmzekirin Kurdistanê kiriye 4 perçe lê bele kurd di vê pêvajoyê de li dijî polîtîkayên îmha û înkarkirinê têkoşîna xwe mezin kirin. 

Peymana Lozanê ya ku rewşa Rojhilata Navîn sero bino kiriye di 100 saliya xwe de di navbera kurdan û dostên kurdan de tê nîqaşkirin. Peymana ku piştî Şerê 1’emîn ê Cîhanê de hatiye îmzekirin bi armanca derbaskirin û taloqkirina qeyranên netewdewletan bû. Cîgirê Împaratoriya Avustûrya-Macaristanê Fransuva Ferdinan dema serdana Bosnayê dikir di 28’ê Hezîrana 1914’an de rastî sûîqesta netewperestê Sirpî Gavrilo Princip hat û ev yek di navbera her du aliyê dewletan de bû sedema şer. 
 
ÊRIŞ DEST PÊ KIRIN
 
Dewletên Ingilistan, Fransa, Rûsya û Îtalyaya ku piştre tev li komê bûye xwe wek dewletên lihevkirî pênase kirin. Dewletên Almanya, Avusturya-Macaristan û yê piştre tev li şer bûye Osmaniyan jî di aliyê din de cihê xwe girtin. Piştî vê yeke Avustûrta-Macaristan di 23’ê Tîrmeha 1914’an de ji dewleta Sirbistanê re ultîmatom (pêşnêrî) şand û di 28’ê Tîrmehê de jî êrişî Sirbistanê kir. Piştre Almanya, Belçîka, Luksembûrg û Fransa jî ji van êrişan para xwe girtin û Rûsya jî êrişî Almanyayê kir. 
 
PEYMANÊN VEŞARTÎ
 
Beriya şer Dewleta Osmaniyan bi Almanyayê re li hev kiribû. Piştî ku Osmaniyan tev li şer bûn planên Dewletên Lihevkirî ên ser parvekirina axên Dewletê Osmaniyan eşkere bûn. Piştî Şer bi Peymana Tengavan ve tevî Tengava Stenbolê ya paytexta Osmaniyan, Tengava Çanakkaleyê jî ji Rûsyayê re hate hiştin. Pişte ji bo polîtîkayên li dijî Osmaniyan diyar bike di 8’ê Ewrêla 1915’an den “Desteya De Bunsen” hate avakirin. Desteya hatiye avakirin ji bo parastina berjewendiyên hêzên emperyal bi navê “Tirkiyeya Asyatîk” raporek amade kir û xwest ku Dewleta Osmaniyan ji navendekê bêpar were hiştin û herêm bibe 5 perçe. 
 
KURDISTANÊ JÎ PARVE KIRIN
 
Pişte di 16’ê Gulana 1916’an de di navbera Ingîlistanê û Fransayê de Peymana Sykes-Picot hate amadekirina û di meha mijdarê de ji hêla Rûsyayê ve jî hate erekirin. Li gorî peymanê axa Dewleta Osmaniyan a di Rojhilata Navîn de dimînin dê bihata parvekirin. Dîsa li gorî peymanê dê Herêman Îskenderûnê bi temamî xweser maba, Flîstînê dê ji hêla dewletên navneteweyî bihata birêvebirin, dê Bedlîs, Wan û Erzirom ji Rûsyayê re bihata hiştin, Lûbnan Sûriye, Edene, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Amed, Mûsil ji Fransayê re bihata hiştin û Irak û Başûrê Mezopotamyayê jî ji Ingîlistanê re bihata hiştin. Lê bele piştî ku Rûsyaya Çaritiyê hilweşiya û Bolşevîkên li şûna wan bûne desthilat Rûsya di sala 1917’an ji şer hilkişiya û hemû peymanên veşartî aşkere kir. 
 
PEYMANA MONDROSÊ
 
Hilkişîna Rûsyayê hin tiştan guherî be jî bi temamî pêşî li parvekirina axên Osmaniyan negirt. Hê ku şer neqediyabû di navbera Dewletên Lihevkirî û Osmaniyan de di Bendera Mondrosê ya Girava Lîmniyê de di 30 Cotmeha 1918’an de Peymana Agirbestê ya Mondrosê hate îmzekirin û Dewleta Osmaniyan wek fiîlî ji holê rabû. Bi madeya peymanê ya 7’an axên Osmaniyan ji bo dagirkeriyê hatin amadekirin û li gorî madeya 24’emîn jî rê li ber avakirina dewleta Ermenan a li ser axa Kurdistanê hate vekirin. 
 
9 MILYON MIROV HATIN KUŞTIN
 
Bi rêgezên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) Woodrow Wilson daye eşkerekirin DYA ku li gel Dewletên Lihevkirî tevdigeriya, Peymana Sykes-Picotê ji hêla Osmaniyan ve betal kir. DYA’yê li gorî xwe dixwest cîhanê ava bike, biryar da ku Sûriye û Iraqê jî di navbera Ingilistan û Fransaya mêtinger de parve bike. Elmanya jî dema agirbestê qebûl kir şer li ser peymanê bi dawî bû lê belê di pêvajoya de “di bin navê şerê leşkeri de” 9 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. 
 
Yewnanistanê di Hezîna 1917’an de anku salek berî peymanê li gel Dewletên Lihevkirî di şer de cih girt û xwest li gorî rêgezên Wilson, axa îzmîra ku îdia dikir ku nifûsa Yewnanan lê zêde ye ji wan re were hiştin û diyar kir ku ev ax heqê wan e. Îtalya ji bo ku ev yek pêk neye bi leşkerên xwe ve bajarê Antalyayê dagir kir lê belê Yewnanan di 15’ê Gulana 1919’an de Îzmîrê dagir kirin.   
 
TELGIRAFA KURDISTANÊ
 
Di vê navbera ku axên Osmaniyan ji bo dewletên dagirker bûye hola listikan li Samsûnê di navbera gelên Rûm û Tirkan de pevçûn derket. Dewleta Osmaniyê jî xwe spart Peyman Agirbestê ya Mondrosê û ji bo ku pêşî dagirkirina hemû axên xwe bigire Mûstafa Kemal wek Mufetîşê Artêşa 9’êmîn şand Samsûnê. Li gel şandinê ji Mûstafa Kemal bi dayîna rayeyê dikarî fermanê bide Parartêşên 3’yemîn û 4’emîn, Parartêşên Amed, Bedlîs, Xarpêt, Enqere û Kastamonûyê. Bi vê fermanê Mûstafa Kemal dikarî li piraniya Kurdistanê bibe xwedî raye. Mûstafa Kemalê ji bo pevçûnan bi dawî bike û ji Samsûnê re hatiye şandin di pirtûka nivîsandiye Nûtûkê de destnîşan kiriye ku ew ji bo avakirina dewleteke nû ya Tirkan derbasî Anatoliyayê û Kurdistanê bûye. 
 
Mustafa Kemal piştî 10 rojên çûye Semsûnê ji Serfermandariya Leşkerî re telgirajekê dişîne û van tiştan dibêje: “Min di lêkolînên xwe de dît ku di navbera komên kurdên fikra Kurdistana serbixwe dixwazin û yên piştgirê hikûmetê dixwazin nakokî hene. Li gel hin ruspiyên kurdan ên di qada şer de ji me re dikarin alîkarî bikin him rasterast him jî li ser leşkeriyê min hin têkilî danîn û li ser van têkiliyan jî min ji wan re hin şîret kirin. Li gorî agahiyên dawiyê hewce ye bi herêman Kurdistanê re were eleqedarbûn.”
 
PROTOKOLA VEŞARTÎ YA AMASYAYÊ
 
Piştî ku Mûstafa Kemal demekê ma li Semsûnê di 12’ê Hezîranê de çû Amasyayê, di 27’ê Hezîranê de derbasî Sêwazê bû û ji wir jî di 2’yê Tîrmehê de xwe gihand Erziromê. Mustafa Kemal di navbera 23’yê Tîrmehê û 7’ê Tebaxê de li Erziromê kongreyê pêk anî û li gorî hin agahiyan ji 32 delegeyên ji Kurdistanê tev li vê kongreyê bûn. Li gorî Kongreya Sêwazê ya di 22’yê Cotmeha 1919’ê de Protokola Amasyayê ya veşartî hate amadekirin û di madeya pêşîn de hat destnîşankirin ku xaka Osmaniyan welatê Kurd û Tirkan e, ne pêkan e ku Kurd ji van axan cuda bibin û ji bo rizgarkirinê jî divê her du bi hev re tevbigerin. Hin dîroknas îdia dikin ku Mustafa Kemal bi vê yekê him daxwaza kurdan a cudabûnê asteng dike û hem jî pêşî li avabûna dewleta Ermenen digire.
 
PEYMANA SEVRÊ
 
Li ser van geşedanan ji bo parvekirina axên Osmaniyên di 18-26’ê Ewrêla 1920’an de li bajarê San Remo yê Îtalyayê konferansek pêk hat. Di vê civînê de pirsgirêka Kurd, Tengav û mijara qerên Osmaniyan mijarên sereke bûn. Di Peymana Sevrê ya di 10 Tebaxa 1920’an de pêk hatiye de biryar hat girtin ku di qada Wan, Erzirom, Bedlîs û Trabzonê de dewleta Ermenan were avakirin, Sûriye ji Fransayê re, Iraq jî ji Ingilistanê re were hiştin. 
 
KURD DI SEVRÊ DE ÇAWA HATIN PÊNASEKIRIN?
 
Di madeya bi kurdan re eleqedar de ev gotin cih girtin: “Piştî ku ev peyman kete meriyete salek şûnde li gorî madeya 62’yemîn li herêmên di peymanê de hatine destnîşankirin (Rojhilatê Firatê di başûrê sinorên Ermenistanê de cihê ku Kurd di sînorên Sûriye û Iraqê de bi giranî dijî de) bê piştraskirin û eşkere bikin ku kurdên li vir dijîn dixwazin ji Tirkiyeyê cudatir, serbixwe bin û serî li Kongreya Cemiyeta a Netewan bide û ji hêla vê Kongreyê ve ev daxwaz were erêkirin, Tirkiye jî dê li gorî vê daxwazê dest ji hemû maf û karên xwe berde û rê li ber vê yekê veke.”
 
ARMANCA XWESERIYÊ ÇI BÛ?
 
Di dema ku ev lihevkirinên derbarê Osmaniyan de dihatin kirin, li Tirkiyeyê di 20’ê Çileyê de Destûra Bingehîn a 1921’an, ku ji 23 madeyên pêk tê li Meclisê hate qebûlkirin. Li gorî hin nêrînan ev metna ji hêla meclisê hatiye erêkirin bi madeya 11’ê ve biryar hat girtin ku ji kurdan re xweserî bê dayîn û bi vê yeke hat xwestin ku pêşî li rêxistinbûn û îradebûna kurdan were girtin. 
 
SERHILDANA KOÇGIRIYÊ
 
Ji Cemiyeta Tealî ya Kurd pêşengên wek Nûrî Dersimî, Alî Şer, Alîşan Beg û Haydar Beg tim ji koma Mustafa Kemal xwe dur xistin û ji sibata 1920’an şûn ve xwestin li gorî madeya xweseriyê ya rêgezên Wilson tevbigerin. Cemiyet li gorî madeya xwesriyê ya Peymana Sevrê ji Meclisa Mezin a Netewa Tirkiyeyê (TBMM) xwest ku leşker û memûrên tirk bên vekişandin. Mûstafa Kemal pêşiyê şandeya bi navê “Desteya Şîretê” ji herêmê re şand û xwest ku bi cemiyetê re li hev bike. Demekê weke ku li hev hatine kirin xuya bike jî daxwaz û pirsgirêkên heyî nehatin çareserkirin. Eşîra Koçgirî ya li navçeyên Kamîlava (Îmranli) û Koçgiriyê (Zara) dijîn di 6’ê adarê de serî hildan. Serhildan ji hêla qetlîamkarên wekî Nûredîn Paşa û Topal Osman bi awayekî hovane hate tepisandin. Di serhildanê de sedan kurd hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin sirgûnkirin. 
 
KURDÊN LI PERÇEYÊN DIN
 
Dema ku bûyerên ku li Koçgiriyê diqewimîn di 12’ê adarê de Konferansa Qahireyê dihat lidarxistin. Di vê konfreransê de biryara avakirina Iraqê hate dayîn. Di konferansê de pêşî bi tevlîbûna kurdên li herêmê berfireh dijiyan hate girtin û Iraq ji Faysal ê ereb re hate hiştin. Şahê Iraqê bû Faysal. Bingeha perçebûna Kurdên Iraqê bi vê konferansa bi destê Ingilistanê dihat birêvebirin hate avakirin. Heman deman de TBMM bi Rûsyaya Sovyet re Peymana Moskovayê îmze kir û sînorê Rojhiltê Tirkiyeyê hate têkuzkirin. Sovyetên li ser fikra sosyalîst ava bûbûn wek nedîtî nêzîkî kurdan bûn. Ji bo diyarkirina sînorên Sûriyeyê jî Peymana Enqereyê hate îmzekirin. Di vê  peymana 20'ê cotmehê de hatiye îmzekirin de jî tu mafên kurdan li ber çav nehatin girtin. 
 
JI HÊLEK DIXWEST JI HÊLA DIN TUNE DIKIR
 
Kurdên ku ji aliyekê mafê xwesriyê tim ji Mustafa Kemal dixwestin ji hêla din de dihatin qetilkirin. Mustafa Kemal di 22’yê Tîrmeha 1922’yan de di nameyeke xwe ya ji bo Fermandarê El Cezîreyê Tuxgeneral Nîhat Paşa re şendiye de wiha digot: “ (…..) avakirina rêveberiyên xwecihî hewcehiyeke polîtîkayên me ye. Em dixwazin li herêma ku bi giranî kurd tê dijîn bi hevsengiya polîtîkayên xwe rêveberiyeke xwecihî ava bikin. Rêgeza mafê birêvebirina her neteweyê ji hêla tevahiya cîhanê hatiye qebûlkirin. Em jî vê rêgezê diparêzin…. Polîtîkaya me ya sorkirina şerê kurdan a li dijî Fransa û taybetî jî li dijî Ingîlastanê ya ku bi çekê nikare bê rawestandin, pêşîlêgirtina lihevkirna Kurd û biyaniyan, kêlî bi kêlî avakirina bingeha rêveberiyên xwecihî û bi vê yekê kurdên ji dil ve girêdayî me ne, bi dayîna peywirên leşkerî û sivîl, girêdayîna wan piştrastkirin, hatiye esasgirtin. 
 
SOZA AVAKIRINA DEWLETÊ
 
Mûstafa Kemal piştî Şerê Rizgariyê (Kurtuluş Savaşi) bala xwe da pirsgirêka Mûsilê ya serûrastkirinên mehên tebax û îlonê lê hatine kirin. Di vê demê li gorî soza xwe ya têkoşînê tevgeriyan û dikarîbûn ku nîviya Mûsilê bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê Ingîlistan neçar ma ku mafê rêveberiya xwecihî bide Kurdan. Hikûmeteke Kurdan ava bû. Di vê navberê de Komîseriya Bilind a Ingîlistanê jî wek “Hikûmetên Îngilîz û Iraqê mafê birêvebirina xwe yên kurdên di sînorên Iraqê de dijîn nas dike” danezanek weşand lê bele piştre li gorî vê danezanê tevnegeriya. 
 
PIRSGIRÊKA KURD LOZAN ASÊ KIR
 
Dewletên Lihevkirî di vê pêvajoyê de di 20’ê Mijdara 1922’yan de bi Meclisê re li Lozana Swîsreyê bi navê “Konferansa Aştiyê” dest bi hevdîtinan kirin. Di wê demê de Îsmet Înonu nûnertiya Komara Tirkiyeya ku hê wek fermî nehatiye avakirin û wek Meclis dihat birêvebirin kir, tev li hevdîtinan bû. Înonu yê kurd û malbata wî ji Bedlîsê bû di hevdîtinê de destketiyên kurdan rad kir. Dema ku di van hevditinan de tu pêşketin çênebûn hevdîtinên konferansê di 4’ê sibata 1923’yan de qut bûn. Ji sedemên qutbûna hevdîtinan yek jî parastina mafên kurdan û xistina rojevê ya nûnerê Ingilîz Lord Curzon bû. Sekna dubendî yê Ingilistanê tim di rojevê de ma. 
 
SOZA DESTÛRA BINGEHÎN Û TEAHUDÊ
 
Piştî ku hevdîtin qut bûn Mûstafa Kemal di 16’ê çileye pirsa rojnameger Ahmed Emîn Yalman a têkildarî pirsgirêkan Kurd wiha bersiv da, “Dê ji kurdan re xweseriya herêmê bê dayîn” û diyar kir ku ev rewşe dê bi Destûra Bingehîn were teahutkirin. Di berdewam axaftina xwe de ev tişt gotin: “Pirsgirêka kurdan bi berjewendiyên me re bi tu awayî cuda nabe. Kurd û Tirk di nava sînorên me de pir ketine nava hev û cudakirina wan jî dê bibe tevlihevkirina Tirkiyeyê û Tirkîtiyê. Ji ber wê beyî ku  Kurdîtiyê bifikirin, li gorî Destûra Bingehîn jixwe dê rêveberiyên xwecihî bên avakirin. Dema navê wan nehat ziman (Kurd) li bendê ye ku vê tiştê bikin pirsgirêk. Mûsil ji bo me gelek girîng e. A yekem li Mûsîlê, dewlemendiyeke bêsînor a petrolê heye. A duyemîn jî bi qasî wê girîng, pirsgirêka Kurdîtiyê heye…”
 
KURD HATIN ÎNKARKIRIN
 
Di 24’ê Tîrmeha 1923’an de Peymana Lozanê sînora Tirkiye û Sûriyeyê, bi Peymana Enqereyê jî sînorên Tirkiyeyê yên din hatin diyarkirin û bi vê yekê re jî Kurdistan wek fermî bû çar perçe. Piştî Lozanê di 23’yê Cotmeha 1923’yan de Komar hate îlankirin. Bi destê Destûra Bingehîn a 1924’an jî hem kurd hem jî ziman û çanda kurdan hate înkarkirin. Ev yek di destûra bingehîn de bi van gotinan bi cih girt: “Dewleta me dewleteke netewe ye. Ne dewleteke pirnetew e. Dewlet ji tirkan bêhtir tu netewan nas nake û di nava welat de netewên cudatir ên ji heman maf û hiqûqê sûd digirin jî hene. Lê belê naskirina mafên li gorî van neteweyan û axaftina tê vê wateyê ne baş e.”
 
TÊKOŞÎNÊN LI DIJÎ ÎNKARÊ
 
Piştî vê pêvajoyê Kurdên bi tirkan re li dijî dagirkeriyê bi hev re berxwedanê rêxistin kirine gav bi gav hatin tasviyekirin û li dijî kurdan planên îmha, înkar, sirgûn û qetlîaman ketin dewrê. Li dijî van polîtîkayên înkar û îmhakirinê berxwedanên Şex Saîd (1925), Agirî-Zîlan (1930) û Dêrsimê (1937) rû dan. 
 
Taybetî piştî giranbûna polîtîkayên înkar û îmhayê yên di salên 1970’yan di pêşengtiya Abdullah Ocalan de PKK’ê berxwedanek da destpêkirin û ev gave ji hêla dewletê ve wek “serhildana 29’emîn” hate pênasekirin. Di van pevçûnên ku zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, di cinayetên faîlên wan nediyar de hatin windakirin û milyonan kesên bi darê zorê ji axên xwe hatin derxistin an jî neçarê derketinê man. Dîsa jî di vê pêvajoyê de di demên cuda de hin hevdîtinên bi dewletêre re hatine kirin jî hene. Lêbelê di nava van hevdîtina de ya herî pêş ketiye û ji hêla raya giştî ve hatiye şopandin a di navbera salên 2013-2015 ya bi destê Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wek “Pêvajoya Çareseriyê” hatiye binavkirin e. 
 
Lê belê gava Kurdên li Sûriyeyê hin destketiyan bi dest dixin û Tevgera Siyasî ya Kurd di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de benda hilbijartinê tarûmar kir û desthilata AKP hildiweşand, ev hevdîtin ji hêla AKP’ê ve hat bidawîkirin. Her wiha piştî "Plana Têkbirinê" pêvajoya ku bi bingeheke qanûnî ve nehatiye statukirin pêşi li xelaskirina pêvajoyê vekir.
 
BI DÎROKA LOZANÊ RE PEVÇÛN DERKETIN
 
Pêvajoya diyalogê ya di navbera rayedarên hikûmet-dewlet û di navbera Şandeya Îmraliyê de li Qesra Dolmabahçeyê hatiye asta îmzekirinê di 24'ê Tîrmeha sala 2015’an li dijî çiyayên Qendîlê bi êrişa hewayî wek fermî hate bidawîkirin. 
 
Di Pêvajoya pevçûnê ya 8 salên dawî de operasyonên qirkirinê yên siyasî, qeyûm, girtina û kuştina hezaran kesan berdewam kir. Tevgera Siyasî ya Kurd di 100 saliya Lozanê de dengê xwe yê nerazîbûnê zêdetir bilind dike. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

02/08/2023
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist