Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn

img
ŞIRNEX - Li herêmên Cûdî, Besta, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê birîna daran ku cerdevanan dabûn destpêkirin dewam dike. Di nava 3 salan de 37 qadên daristanan hatin şewitandin û li 67 herêman jî dar hatin birîn.
 
Herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê ku di bin ewlehiya leşkeran de ne 3 sal in tên şewitandin û dar lê tê birîn. Darên ku di van 3 salên dawî de di bin navê “ewlehiyê" de li herêmê tên birîn dibin bajarên cuda û difiroşin. Li herêmên bêdar tê hiştin jî qereqol tên çêkirin. Şeniyên herêmê ku darên wan beyî daxwaza wan tên birîn heta niha bi dehan caran serî li Midûriyeta Daristanan a Bajêr dan û der barê mijarê de doz vekirin. Lê belê li dijî birîn û qirkirina xwezaya herêmê bêdengiya rêxistinên sivîl a civakî jî didome. Me qadên ku di 3 salên dawî de şewat lê derketine û dar lê tên birîn berhev kirin.
 
Şewatên ku di nava 3 salan de li herêmên Çiyayê Cûdî, Besta û Gabar derketine wiha ne: 
 
* 2'yê tebaxa 2020’an: Li Herêmên Şerevan, Çemê Mezin, Xare Kuna û 3 noxteyên din ên cuda yên Bestayê şewat derket. 
 
*15'ê gulana 2021'an: Piştî operasyona leşkerî li quntara Çiyayê Cûdî ya li gundê Milgaşantiyê yê Şirnexê şewat derket. Şewat ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.
 
* 7'ê hezîrana 2021’an: Li bejahiya gundê Şaxê ku li quntara Çiyayê Cûdî ye, piştî gulebarana leşkerên ji tabûrên derdorê careke din şewata daristanê derket. Şewata ku mudaxile lê nehate kirin xwe bi xwe vemirî.
 
*9'ê hezîrana 2021’an: Di encama gulebarana ku ji qada baregeha leşkerî ya li herêma Deriyê Cebraîl a Çiyayê Cûdî de şewat derket, agir xwe bi xwe vemirî.
 
*13'ê hezîrana 2021’an: Li Gabarê di encama gulebarana ku ji aliyê Tabura Zêwê ya li quntara Çiyayê Gabarê hate kirin de şewat derket.
 
*20’ê hezîrana 2021’an: Li quntarên Çiyayê Cûdî yê bejahiya gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê şewat derket.
 
*28'ê hezîrana 2021’an: Li Besta ya di navbera bajarên Sêrt û Şirnexê de şewat derket. Şewat li Girê Givara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê belav bû. Di encama şewatê de bi hezaran darên li herêmê tune bûn. 
 
*1'ê tîrmeha 2021’an: Ji qada baregeha leşkerî ber bi qada daristanê ya li bejahiya gundê Guwanisê yê navçeya Elkê ve bombeyên gazê hatin avêtin û şewat derket. 
 
*12’ê tîrmeha 2021’an: Piştî operasyona leşkerî, li herêma Gêra Mêrg û Mar a li herêma Besta agir bi daristanê ket.
 
*15'ê tîrmeha 2021’an: Di encama bombebarana helîkopteran herêma Besta şewitî. Piştî rojekê agir xwe bi xwe vemirî. 
 
*15'ê tîrmeha 2021’an: Li herêma Dehla Şêx a li qiraxa Çemê Dîcleyê di navbera gundên Bafê  û Erzenax ên navçeya Hezexê de ye, di encama gulebarana leşkeran de şewat derket. Şewat bi mudaxeleya gundiyan hat vemirandin.
 
*16'ê tîrmeha 2021’an: Li Çiyayê Cûdî di encama gulebarana leşkeran de şewat derket.
 
*20'ê tîrmeha 2021’an: Li gundê Spîndarok a quntarê Çiyayê Cûdî ji ber topbarana tabûrê agir bi daristanê ket. Şewat piştî rojekê xwe bi xwe vemirî. 
 
*4’ê tebaxa 2021’an: Li bejahiya gundê Gundikê Remo yê li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket. Agir xwe bi xwe vemirî.
 
*7'ê tebaxa 2021’an: Di danê êvarê de li goristana bajarokê Bespîn yê navçeya Silopiyayê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Silopiyayê ve hat vemirandin.
 
*13'ê tebaxa 2021’an: Di encama gulebarana leşkeran a li qada daristanê ya gundê Sêtkar a navçeya Elkê de şewat derket. Şewat piştî 3 rojan xwe bi xwe vemirî.
 
*17’ê tebaxa 2021’an: Li herêma Girêhirmo ya Çiyayê Cûdî şewat derket. Şewat bi mûdexeleya welatiyan hate vemirandin. 
 
*19’ê tebaxa 2021’an: Li herêma Zêra Kêrê ya Çiyayê Cûdî şewat derket. Agir xwe bi xwe vemirî.
 
*26’ê tebaxa 2021’an: Di encama bombebarandina helîkopteran de li gundê Mêhrîna yê herêma Besta şewat derket. Piştî 5 rojan agir xwe bi xwe vemirî. 
 
*29’ê tebaxa 2021’an: Şewata ku li herêma Qurta Xanê ya Bestayê derketibû, piştî hefteyekê xwe bi xwe vemirî. 
 
*31'ê tebaxa 2021'an: Li herêma Kanîmirê ku dar lê hatin birîn şewat derket.
 
*20'ê tîrmeha 2021’an: Li Çiyayê Cûdî piştî topbaranê şewat derket. Tu mudaxele li şewatê nehat kirin.
 
*1'ê  îlona 2021’an: Li noxteya Girêbestkê ya Bestayê şewat derket.
 
*3'yê îlona 2021’an: Şehîdgehên Besta Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Besta şewat derket.
 
*4’ê îlona 2021’an: Li herêmên Awdehlê, Nala Gêtkê, Xaya Sîm, Gêrê Beraza yên Bestayê şewat derket.
 
*18’ê îlona 2021’an: Li bejahiya bajaroka Gundikêmelê yê li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket.
 
*19'ê îlona 2021’an: Li herêma Çiyayê Gabarê ya li bejahiya Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir, li herêma Êwan û Benat di encama gulebarana helîkoptereke leşkerî de şewat derket. Şewata ku hefteyekê dewam kir, bi hinceta “ewlehiyê” mudaxele nehat kirin.
 
* 22’yê îlona 2021’an: Şewata ku beriya hefteyekê li Çiyayê Gabarê derket li herêma Derşêw jî belav bû.
 
*10'ê cotmeha 2021’an: Li bejahiya Gundikê Remo ya li quntara Çiyayê Cûdî li qada daristanê şewat derket. Şewata ku sedema wê nehat zanîn, nehat vemirandin. 
 
*5'ê cotmeha 2021’an: Li qûntarên Çiyayê Gabarê yên li navçeya Basayê şewat derket. Sedema şewata li bejahiya gundê Zêwê ku Qereqola Jendermeyan a Akdizgîn lê ye, nehat hînbûn.
 
*6'ê mijdara 2021’an: Li herêma Geliyê Gurdîla  ya Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket.
 
*31'ê tebaxa 2022'yan: Li herêma Kanîmir a ku dar lê tê birîn şewat derket.
 
*29’ê hezîrana 2023’yan: Li herêmên Girê Helizê û Çemê Mazî yên herêma Besta ya Şirnexê şewat derket.
 
*24'ê tîrmeha 2023'yan: Li herêma Tîkera Cûdî şewat derket.
 
*26'ê tîrmeha 2023'yan: Li herêma di bin çavdêriya leşkeran de li herêmên Sorbitmê û Gera Mihetê şewat derket.
 
Bi tu awayî pêşiya şewatên ku di sala 2020'an de dest pê kiribûn nehatin girtin, kesên ku xwestin mudaxileyî şewatê bikin jî bi hinceta “ewlehiyê” destûr nehat dayîn. Li herêma ku gelek daristan lê şewitîn, vê carê jî bi tevlibûna cerdevanan di bin çavdêriya leşkeran de dest bi birîna daran hate kirin. Li deverên ku dar lê hatin birîn û tên birîn jî şûna wan qereqol û kûle hatin çêkirin.
 
Li herêmên ku 3 sal in birîna daran lê berdewam dike jî wiha ne: 
 
LI 28 DEVERÊN HERÊMA BESTAYÊ 3 SAL IN DAR TÊN BIRÎN 
 
Li herêmên Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girêheliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kenîya Rengîn, Çala fileyan, Nizarê Kuştîyan, Kenîya Kurta Dizan, Besta Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Deşt Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kenîyamîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girêqirsîn, Bindarîn, Xargirê, Belûzê, Dolasperê Girêgivara,Girêmizgeft, Çiyapîro, Girê Helizê û Çemê Mazî yê Bestayê 3 sal in dar tên birîn. Gelek ji van herêman bêdar hatin hiştin. 
 
LI 28 NOQTEYÊN CÛDÎ DAR BIRÎN 
 
Li herêmên Deriyê Çirçiro, Çala Nêriyan, Avreşka, Xera Pîno, Duguhka, Çalazêrê, Keniyamerwe, Çalaverya, Serêdehlê, Cifanê, Hesena, Gundikspîndarok, Gundikremo, Hîsaramîra, Nevava, Aked, Gilindor, Avçinara, Tûşenga, Deriyêkera, Girêçolya, Girêmihetê, Sorbitme, Biliga,Girçolya, Kuxênduguhka, Çalagoza û Çalaneyira ya Çiyayê Cûdî birîna daran ku hatiye destpêkirin didome.  
 
Li herêmên Zivingê û Çiyayê Bizina yê Gabar û Çilinimêja jî birîna daran ku hatiye destpêkirin bênavber didome. 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

22/08/2023
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?