Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê

  • rojane
  • 09:11 7 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Welatiyên ku tev li Nobeda Edaletê ya Amedê bûn û serdana nobedê kirin, diyar kirin ku xwedîderketina civakî divê û gotin: “Divê gelê me piştgiriyê bide çalakiyê. Em ê teqez bi ser bikevin."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayê girtin û azadiya wî ya fizîkî ya li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 11'an de ye. Ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê bi dirûşma "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan" di 4'ê kanûnê de Nobeda Edaletê da destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyê de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Rezanê 4 roj in nobed tê girtin.
 
Kesên beşdarî çalakiyê bûn û serdana çalakiyê kirin, îşaret bi girîngiya nobedê kirin û sedemên xwe yên beşdarbûnê gotin. 
 
‘YEKANE DAXWAZA ME RAKIRINA TECRÎDÊ YE'
 
Şaîde Hayme ya beşdarî nobedê bû û 2 zarokên wê di girtîgehê de ne, diyar kir ku kurê wê Mehmet Hayme yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye jî di greva birçîbûnê de ye. Hayme, anî ziman ku yekane daxwaza wan rakirina tecrîdê ye û got: “Beriya ku rewşa tenduristiya zarokên me giran bibe divê parêzer biçin Îmraliyê. Bila yên li derve empatiyê bikin; ger 10 rojan nexwin, dikarin tenê bi çay û şerbetê bijîn? Heta ku li girtîgehan grevên birçîbûnê bidomin dê çalakiya me jî bidome."
 
Remziye Donak a ku nobedê ziyaret kir diyar kir ku ew ji bo aştî û edaletê çalakiyan li dar dixin û got: “Em şer naxwazin. Divê gelê me ji bo şikandina tecrîdê rabe ser pêyan."
 
‘XWEDÎDERKETINEKE CIVAKÎ DIVÊ'
 
Şukriye Sarûhan a ku nobed ziyaret kir, bal kişand ser zext û binpêkirina mafan ên li girtîgehan û got: “Ji ber ku ji me dûr in, em bi mehan û salan zarokên xwe nabînin. Wan dixin hucreyan. Li ser Rêberê me tecrîd heye. Zêdeyî 2 sal in tu xeber tune ye. Her wiha mafê wî heye ku bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê belê bi tu awayî destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bike. Em vê yekê qebûl nakin. Ev pirsgirêk bi vî awayî nayê çareserkirin. Em heta niha netirsiyan, em ê niha jî netirsin. Dayikên tirk jî ji bo ku dayik negirîn divê piştgiriyê bidin çalakiyê. Ger em destê xwe bidin hev, em ê karibin tecrîdê bişkînin û vî şerî bidin sekinandin. Ji bo vê divê xwedîderketineke civakî hebe.”
 
‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN'
 
Xwişka Hamdusena Ada ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye Reşahat Adayê jî sedema tevlibûna xwe ya Nobeda Edaletê wiha vegot: “Girtiyên li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Me Nobeda Edaletê da destpêkirin da ku em bi wan re bibin yek û bibin dengê wan. Em heta dawiyê bi girtiyên xwe re ne. Heya ku grevên birçîbûnê û tecrîda li girtîgehan bidome, dê berpirsiyariya me jî bidome. Êdî bes e, em naxwazin zarokên me bikevin rojiya mirinê. Bêyî rakirina tecrîdê û zextên li ser girtîgehan bi taybetî jî tecrîda Îmraliyê, aştî pêk nayê. Bila gelê me piştgiriyê bide çalakiyê. Em ê teqez bi ser bikevin."
 
JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET
 
Yaşar Saykan ê ku nobedê ziyaret kir diyar kir ku ew aştiyeke birûmet dixwazin û wiha got: “Ji bo vê jî divê dewlet gavina biavêje û tecrîd bê rakirin. Ev çalakî ji bo her kesî girîng e. Heta ku tecrîd neyê rakirin dê aştî pêk neyê. Şikandina tecrîdê jî tê wateya hatina aştiyê."
 
MA / Mehmet Guleş 
 
 

Sernavên din

22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn