Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn

  • rojane
  • 13:33 7 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin, di danişîna xwe ya ewil de parastina xwe kir û got: “Di nava sed salê de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên kurd qet neguherî.” Hêj parastin neqediyabûn ku şandeya dadgehê ji bo Muftuoglû biryara domandina rewşa girtî da.
 
Danişîna ewil a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Muftuoglû li girtîgeha tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Serokê şandeyê bidestûr e û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
'ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERÊN KURD NEGUHERÎN’ 
 
Piştre jî rojnameger Muftuoglû parastina xwe kir. Muftuoglû di serî de spasiya hempîşeyên xwe yên ji bo piştevaniyê hatin dadgehê kir. Muftuoglû, diyar kir armanc darizandina rojnamegerî, çapemenî û azadiya xwedîfadekirinê ye û wiha got: “Di bingeha zextên li ser rojnamegerên kurd de, pirsgirêka kurd û rastiya kurd heye. Di nava sed salan de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên kurd neguherî. Heta Hrant Dink gelek rojnameger hatin qetilkirin. Ez wan jî bi bîr tînim.” 
 
BERSIV DA ÎDIAYA ŞAHID
 
Bi domdarî Muftuoglû destnîşan kir ku ew û 62 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên zarok û jinên hatine îstîsmarkirin çêkirine tên darizandin û wiha domand: “Armanca îdianameyê, reşkirina pîşeya rojnamegeriyê ye. Şahidê eşkere îdiaya ‘ji hêla rêxistinê ve hatiye perwerdekirin’ dike. Ev îdia, li emniyetê hatine nivîsandin. Her wiha îdiayên ‘copy paste’ in. Şahid ji bo min dibêje ‘di sala 2012’an de li derveyî welat bû.’ Lê ev îdia rast nîne. Di dîroka behsa xeberê de min qezaya trafîkê derbas kiribû û ji malê qet derneketim.” 
 
TIŞTA KU JÊ RE DIBÊJIN ‘RÊXISTINÎ YE’ HIYERARŞIYA NÛÇEYÊ YE 
 
Di berdewamê de Muftuoglû anî ziman ku cara ewil di sala 2017’an de derketiye derveyî welet û wiha pê de çû: “Wê demê jî min referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopand. Nûçeyên min, di ajansa ez lê dixebitim de tên parvekirin. Çawa ku îro şerê Filistîn û îsraîlê tê şopandin, ez jî wê demê ji bo şopandina referandûmê çûm. Ji bo vê yekê îdiaya ji bo xebata rêxistinî rast nîne. Nayê qebûlkirin ku ji ber qeyda min a derketina derveyî welat îdiayeke wiha bê kirin. Her wiha di dosyayê de şahidê nepen heye. Ew jî xebatên min ên pîşeyî weke xebatên rêxistinî pênase dike. Têkildarî rojnamegeriyê tu zanebûnekî wî nîne û xebatên min weke xebatên rêxistinî nîşan daye. Di esasê xwe de di pîşeya rojnamegeriyê de hiyerarşiya pîşeyî heye. Divê ev yek weke tiştekî rêxistinî neyê fikirîn. Dema kesek ji beşa rojnamegeriyê mezûn dibe an jî ji kîjan beşê jî were, ji ewil weke stajyer dest bi xebatê dike. Piştre jî dibe nûçegihan. Li ser wan re jî şefên nûçeyan hene ku nûçeyên ji strajyer û nûçegihan tên sererast dikin. Bi ser wan re jî edîtor hene. Lewma ji vî alî ve tiştekî rêxistinî nîne. Mijar mijara hiyerarşiyê ye. Anku rewşa çêkirina nûçeyan heye.” 
 
KOMKUJIYA ROBOSKÊ WEKE MÎNAK NÎŞAN DA 
 
Muftuoglû, wiha domand: “Pêşniyarên ku navenda nûçeyan ji nûçegihanan re dike, weke ferman hatiye destnîşankirin. Anku pêşniyarên kesekî/a hinek bêhtir xwedî tecrûbe ji bo kesên kêmtir xwedî tecrûbe dike, weke ferman hatiye pênasekirin. Nûçegihantî, karekî kêliyê ye. Ez dixwazim Komkujiya Roboskê weke mînak nîşan bidim. Balafirên şer li wir bombebaran kirin û 34 kes hatin qetilkirin. Wê demê DÎHA çû cihê bûyerê û bi tevahiya cîhanê re ragihand. Medyaya navendî ya ku li benda fermanê, 13 saet piştre ev nûçeye da. Gotin ku ‘heta ji jor telefon neyê em nikarin vê nûçeyê bidin.’ Û rojnamegertî nekirin. Li benda daxuyaniya hikûmetê sekinînin. Em rojnamegeriyê li gorî fermanan nakin.” 
 
XEBATÊN KOMELEYÊ RÊZ KIR
 
Muftuoglû, got ku hevserokatiya wê ya komeleyê jî weke sûc hatiye nîşandan û xebatên komeleyê wiha rêz kir: “Em dozên rojnamegerên tên darizandin dişopînin. Ji bo rojnamegerên nû dest bi kar kirine atolyeyan li dar dixin. Gelek kesên navdar jî tev li dibin. Komeleya me li ser destûra Wezareta Karên Hundir hatiye avakirin û hemû xebatên me di rêziknameyê de cih digirin. Em van li lênûsa biryarê dinivîsin û ji bo erêkirinê ji wezaretê re dişînin. Li vir tu perwerdeyên rêxistinî nayên dayîn. Atolye li gorî pîşeyê tên lidarxistin. Nabe ku ev weke xebatên rêxistinê bên nîşandan.” 
 
MAYÎNA LI HOTÊLAN WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN 
 
Rojnameger Muftuoglû, diyar kir ku hevdîtinên wê yên bi hempîşeyên wê re jî weke sûc hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Hevdîtinên min tiştekî pir asayî ne. Bi Sedat Yilmaz re li heman ajansê dixebitim. Ma çi tişt ji axaftina bi wî re xwezayîtir e? Gelek caran ji bo nûçeyê li parêzerên Baroya Amedê geriyam e. Ev jî weke xebatên rêxistinî hatine nîşandan. Ez jî weke rojnameger ji bo şopandina dozan li edliyeyê xebitîm.” 
 
Muftuoglû, da zanîn ku mayîna wê ya li hotêlê jî weke sûc hatiye nîşandan û wiha got: “Ez û bavê xwe li hotêlekê mane û ev yek jî di îdianameyê de weke sûc hatiye nîşandan. Bavê min li Agiriyê endamê meclisa şaredariyê bû. Ez li hotêla bavê min lê dima mam. Ev yek weke civîna rêxistinî hatiye nîşandan. Hiş û aqilê min vê ranagire. Di sala 2016'an de li bajar bi navê ‘Komkujiya Dêrsimê’ konferansek hat lidarxistin. Weke rojnamegerekê min jî ev pêvajo şopand. Min bi beşdaran re hevpeyvîn kirin. Li wir bi birayê xwe re li heman hotêlê mam. Weke ku tev li civîna rêxistinî bibim hatiye nîşandan. Li wir tu xebateke rêxistinî tune ye. Ez ji ber xebatên pîşeyî li wir mam.” 
 
'ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE’
 
Di berdewamê de Muftuoglû bal kişand ser rapora MASAK’ê ya di îdianameyê de û wiha got: “Em dibînin bê ka her roj çawa pereyê nefermî vediguherînin pereyê fermî. Em dibînin çawa pereyê lîstikvanên futbolê têxin berîkên xwe. Me dît ku ev tevek jinişka ve derketin holê. Lê dozger hatiye li pey çend hezar lîreyên di hesaba me de ketiye. Paşnavên xalên min Aslan e û pereyê wan di dema xwendekariyê de ji min re şandin, pereyê birayê min û hevpîşeyên min şandin weke sûc hatine nîşandan. Ez qala pereyên pir mezin nakim. Tenê ji bo dosyayê hinek mezin bidin nîşandan wiha kirine. Ev 15 sal in ez rojnamegeriyê dikim. Dema hûn navê min li înternetê dinivîsin dê bi dehan nûçe derkevin pêşiya we. Xebatkara MA’yê me û beriya wê jî li DÎHABER û DÎHA’yê xebitîm. Rojnamegerî sûc nîne. Lewma daxwaza tehliyeya xwe dikim.” 
 
Piştî parastina Muftuoglû, dozgeriyê xwest rewşa girtî bidome. Danişîn, bi parastina parêzeran dom kir. 
 
TEMUR: ÎDIAYA ŞAHID RAST NÎNE
 
Parêzer Resûl Temûr got ku doz di çarçoveya şahidê eşkere Kerem Gokalp de hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Kerem Gokalp, di 20’ê mijdara 2019’an de ji hêla pêşmergeyên PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û 6 roj piştî radestkirinê anku di 26’ê mijdara 2019’an de teşhîseke bi qasî 67 rûpelan kiriye. Piştre jî di 7’ê çileya 2020’an de birin Enqereyê û îfadeyeke bi 52 rûpelan daye. Di her du kirariyan de jî têkildarî miwekîla min Dîcle Muftuoglû de tu teşhîsek nekiriye.” 
 
Temûr, xala 6’an a Qanûna Wezîfe û Selahiyetê ya Polîsan (PSVK) bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku di girteka teşhîsa biwêne ya di dosyaya me de jî cih girtiye, yek kirariyên usûlê li ber çavan nehatiye girtin û teşhîs bi awayeke derusûlî hatiye kirin. Dîroka ku şahid Gokalp dibêje ‘Muftuoglû li derveyî welat bû’ û çûna derveyî welat a fermî ya miwekîla min hev nagirin.” 
 
Temur, daxuyand ku Muftuoglû di sala 2012’an de qezaya trafîkê derbas kiriye û heta demekî dirêj tedawiya fîzîkê bûye. Temûr, wêne û belgeyên ku dema Muftuoglû qeza kirî û tedawî didît pêşkeşî dadgehê kir. Temûr, wiha domand: “Miwekîla min di sala 2014’an de derneketiye derveyî welat. Şahid îdia dike ku miwekîla min bi awayeke derqanûnî derketiye derveyî welat, di dema çûn û hatinê bi hefteyan di rê de ma ye. Mirovekî tenduristiya wî baş jî nikare van tiştan bike îcar dê keseka qeza derbas kirî çawa bike? Nehatiye lêkolînkirin bê ka miwekîla min wê demê li ku bû. Bêyî vê lêkolînê, îfadeyên şahid esas hatine girtin û tu aliyekî vê ya hiqûqî nîne.” 
 
'ŞAHID AN SÎXÛR E YAN JÎ JI HÊZÊN EWLEKARIYÊ YE’ 
 
Parêzer Temûr, bi lêv kir ku miwekîla wê ji bo şopandina nûçeyê çûye Herêma Federe ya Kurdistanê û bal kişand ser teşhîsa şahidê nepen “K8Ç4B3LIT5” ku îfadeyên wî ji bo operasyona li dijî nûçegihanînên MA û JINNEWS’ê yên Enqereyê weke hincet hatibû nîşandan. Temûr, wiha derbirî: “Xala hevpar a her du şahidan ew e ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li wan guhdarî kiriye. Li gel ku di lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê erkdar e jî, lêpirsîn li Enqereyê hatiye meşandin. Ev yek nîşan dide ku dosya, ji ber sedemên nehiqûqî hatiye domandin. Di doza navenda wê Enqereyê de li vî şahidî hate guhdarîkirin û got; ‘ez ji bo dewletê xebitîm.’ Di rewşeke wiha de tu îxtîmal derdikevin holê; yan şahidê nepen weke sîxûrekî provakatîf hate bikaranîn – ku ev yek qedexe ye- yan jî ji bo lêpirsîna veşarî hatiye peywirdarkirin. Di rewşeke wiha de divê ev kes ji hêzên ewlekariyê be. Di her du rewşan de jî divê îfadeyên şahidê nepen esas neyên girtin.”
 
‘TRANSFERA PEREYAN A DI NAVBERA XWIŞK-BIRA DE WEKE SÛC HATIYE DÎTIN’ 
 
Temûr, bal kişand ser transfera pereyan a di navbera Muftuoglû û birayê wê de û wiha axivî: “Ev jî weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Heta mûçeyê ku miwekîlê min ji bo debara jiyana xwe bi kar anî jî weke delîl hatiye nîşandan. Perwerdeyên pîşeyî yên li DFG’ê bi awayeke eşkere tên dayîn, li ser îfadeyên şahidê nepen weke derqanûnî hatine nîşandan. Ez jî tev li van perwerdeyan dibim. Di gelek perwerdeyan de ez jî ji bo hiqûqa çapemeniyê û mafên rojnamegeran perwerdeyê didim. Ka em li vir têkildarî rojnamegeriyê çi nîqaş bikin, heman mijar tên nîqaşkirin.” 
 
HÊJ PARASTIN BI DAWÎ NEBÛBÛ KU BIRYAR HATE DAYÎN 
 
Şandeya dadgehê hêj parastina parêzerên din dest pê nekirî biryara domandina rewşa girtî da. 
 
Dîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî di danişînê de wiha got: “Hêj parastin nehatin kirin we daxwaza tehliyeyê red kir. Ev darizandin, li dijî usûlê ye. Îdianame, metnekî hiqûqî nîne. Polîsên ku haya wan ji qanûna çapemeniyê, destûra bingehîn, PMME’yê nîne, bi navê delîlan çendek nûçe, geşt û saziya lê xebitîne pêşkeş kirine. Dozgeriyê jî ev nûçeye di îdianameyê de bi kar aniye. Lê dozger perwerdeya hiqûqê dîtiye. Tevî ku haya wî ji van metnan heye jî ji bilî rojnamegeriyê her tiştek weke delîl pêşkeş kiriye. Feraseta Muftuoglû ya rojnamegeriyê tê darizandin. Dîcle ji ber ku nûçeyên rast dike lewma tê darizandin. Tu dadger û daraz nikarin rêbaza xebatê, şêweyê nivîsandina nûçeyê, cihê ku nûçe lê tê weşandin û hwd. bipirsin. Daxwaza beraet û tehliyeya dikim.”
 
DAXWAZA BERAET Û TEHLIYEYÊ
 
Parêzer Emîne Ozarslan jî got: “Ji ber ku we biryara xwe da, ez tehliyeyê naxwazim.” 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku li şahidê nepen û şahidê eşkere Kerem Gokalp were guhdarîkirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were pirsîn bê ka derheqê rojnameger Dîcle Muftuoglû de çi lêpirsîn hene yan na. 
 
Danişîna dozê taloqî 18’ê çileya 2024’an hate kirin. 

Sernavên din

15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer