Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye

  • rojane
  • 16:43 7 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê yên li bajarên Amed, Wan, Edene û Mêrsînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin di roja 4’an de berdewam in. Di nobetê de çalakvanan diyar kirin ku nifteya azadî û edaletê di destê Abdullah Ocalan de ye. 
 
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, bi pêşengitiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Wan TUHAY-DER û Akdenîz TUAY-DER’ê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 4’an de didome. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 4’an de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) berdewam kir. Nobet, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê didome û koma duyemîn dewr girt. Federasyona komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), TUAY-DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), xizmên girtiyan ên ji navçeya Farqînê hatin weke beşdar tev li nobetê bûn û Parlamenterên HEDEP’ê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî çûn serdana çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwa tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hate vekirin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Tulîn Aydas di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan. Aydas, diyar kir ku ev tecrîd li ser hemû kurdan tê domandin û ji bo serkeftinê tev li têkoşînê bûne. Aydas got ku ew dixwazin tecrîd bê rakirin. 
 
TECRÎD ÇI YE?
 
Parlamenterr Ceylan Akça jî da zanîn ku ji bo mezinkirina daxwaza grevên birçîbûnê li hev civiyane û ev tişt anî ziman: “Tişta ku em jê re dibêjin tecrîd, nebaşiyeke tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Tecrîd, ew ferasete ku Başûr aniye ser xeta xiyanetê. Tecrîd şer e û ji bo tecrîd bidome jî ji qirika me kêm dikin. Em dibêjin ku muxatabê aştiyê Abdullah Ocalan e û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Divê derdorên muxalîf li dijî tecrîd û şer bêhtir dengê xwe derxînin. Ji kurdan re dibêjin; ‘tekane rêya hûn heq dikin mirin e.’. Em jî dibêjin Rêya Sêyemîn heye. Rêya mezinkirina muxalefetê û pêşîlêgirtina vê xerabiyê ye. Tecrîdê rakin. Abdullah ocalan, siyaseta kurd û em jin em ji bo hemû tiştên divê bên kirin amade ne. Hevalên me yên li girtîgehê rûmeta me ne. Heta ku tecrîd bi dawî dibe dê têkoşîna me jî bidome.” 
 
Daxuyanî bi tililî û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
Piştre jî xizmên girtiyan stranên kurdî gotin û çalakî domandin. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî dom kir. Di serî de Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiyê bûn. Nûnerê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) yê Mêrsînê Mehmet Hazar axivî û got ku li Tirkiyeyê şert û mercên faşîst hene. Hazar, banga tevlibûna Nobeta Edaletê kir. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Heybet Kalkan jî diyar kir ku ew tecrîdkirina Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha axivî: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidome em jî dê di tecrîdê de bin. Em aştiyê dixwazin û naxwazin xwin birije. 34 meh in li ser  Rêbertiyê tecrîd heye. Nahêlin parêzer pê re hevdîtinê bikni. Haya me ji rewşa wî nîne. Em dixwazin destûr bê dayîn ku bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Êdî bes e ji girtin û zilmê re. Bila kurdan nas bikin. Banga me ji bo her kesê ji xwe re dibêje însan ew e ku tev li me bibe. Bila li zindanan zilm neyê kirin. Bexwedan, jiyan e.” 
 
Nobet, bi strîna stranan û beşdaran dom kir. 
 
EDENE
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP, HEDEP û HDP’ê û gelek welatiyên din tev li Nobeta Edaletê ya li avahiya Akdenîz TUAY-DER a Edeneyê tê domandin bûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê stran gotin û bang li her kesî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe derxînin.
 
Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorêl i tevahiya civakê dike û ev tişt anî ziman: “Heke tecrîd bê rakirin dê tevahiya civakê û girtîgehan bêhnekî bistînin. Ji ber ku heta tecrîd ranebe tu gel, gelê kurd û dostên wan azad nabin. Ev demekî dirêj e agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin. Lewma em dixwazin ku gelên me piştgiriyê bidin nobetê.” 
 
WAN
 
TUHAY-DER a Wanê jî li avahiya DBP’a Wanê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin û nobet di roja 3’yan de didome. Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP, Şaxa OHD’a Wanê û gelek kesên din çûn serdana çalakiyê. 
 
Welatiyên hatin serdana çalakiyê gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik di serdanê de axivî û wiha got: “Wisa xuya dike ku heta encamek jê tê girtin dê çalakiyên greva birçîbûnê bidomin. Divê hêj girtiyan jiyana xwe ji dest nedayîn û tenduristiya wan xerab nebûyî em bikevin nava tevgerê. Ka çi berpirsyartî bikeve ser milê me em ê bi cih bînin.” 
 
Îsmet Yakut ku ji bo zarokê xwe tev li çalakiyê bûye jî wiha got: “Em dixwazin ku parêzer, malbat û vasiyê Abdullah Ocalan pê re hevdîtinê bikin. Heta ku ev daxwaz pêk tên jî dê zarok û hevalên me yên girtî çalakiya xwe bidomînin. Em jî dê çalakiya xwe li derve bidomînin.” 
 
Dayika Aştiyê Asya Ozlu jî daxuyand ku ji bo aştî, edalet û xwişk-biratiyê tev li nobetê bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Bila ev zilm û zexta li ser gelê kurd bi dawî bibe. Em ji bo vê têkoşiyan û dê têbikoşin. Nifteya aştî, azadî û edaletê di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Em dixwazin birêz Ocalan were berdan ku wê demê dê aştî bê hemû cîhanê.” 
 

Sernavên din

22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn