Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne

  • rojane
  • 09:27 8 Kanûn 2023
  • |
img

AMED - Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de, "bangeke ji bo aştiya rewa û civakî ne."

Greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kiribû, di roja 12'an de didome. Li gel çalakiyên greva birçîbûnê, li gelek bajaran jî ji bo qebûlkirina vê daxwazê Nobeda Edaletê dest pê kirin. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan rewa ne.
 
 Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yûsûf Erdogan
 
TECRÎDA MUTLEQ 33 MEH IN DIDOME
 
Erdogan, diyar kir ku wan serdana Girtîgeha Kampusê ya Amedê ya ku greva birçîbûnê lê berdewam dike kiriye û got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî 33 meh in nikarin hevdîtinê malbata xwe û parêzerên xwe re bikin. Ev yek veguheruye bêpêwendiyeke mutleq. Malbat der barê tenduristiya xizmên xwe de tu agahiyan bi dest naxin. Parêzer jî ji bo şopandina pêvajoyên hiqûqî yên dosyeyên muwekîlên xwe gelek caran serlêdan kirine. Lê bi hinceta cezayên dîsîplînê serlêdan bê encam mane." 
 
Erdogan, bal kişand ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û got: "Em dibînin ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û ne tenê li Îmraliyê, li girtîgehên din jî wekî rêbazeke desthilatê tê sepandin. Herî dawî me ÎHD raporek wiha ragihand. Me dît ku sepanên wekî tecrîda Îmraliyê bi taybetî li girtîgehên bi Tîpa S û Y û Girtîgehên Ewlekariya Bilind hene."
 
Erdogan, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê kampanya li dar xistine û serlêdanên hiqûqî kirine û got ku tu ji bo van hewldanên navborî tu bersiv negirtine. Erdogan destnîşan kir ku daxwazên wan hatine paşguhkirin.
 
WEZARETÊ BERSIV NEDAYE
 
Erdogan, bibîr xist ku ji sala 2011'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdeke berdewam heye û bal kişand ser hevdîtinên di navbera salên 2013-2015'an de li Îmraliyê hatin kirin. Erdogan, got: "Derdoreke wisa hat afirandin ku hêviya aştiyê bi rastî di nav civakê de belav bûbû. Halî hazir îro, em bi rêbazeke çewisîner re rû bi rû ne. Li parmzvanên maêfn mirovan diyar dikin ku li Îmraliyê û li girtîgehên din em li dijî vê rêbazê disekinin û dibêjin tecrîd îşkence ye. Ji bo li Îmraliyê hevdîtin pêk bê, Navenda Giştî ya ÎHD'ê serî li Navenda Giştî ya ÎHD'ê da. Lê ji Wezareta Dadê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn." 
 
‘DIVÊ RASTÎ BÊ BILÊVKIRIN'
 
Erdogan, bal kişand ser çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan hatiye destpêkirin û got: "Di demên dawî de hewl hat dayîn ku têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek bê dayîn, lê ev yek jî hat astengkirin. Dixwazin pêşî li ber îfadekirina heqîqetê bigirin. Em parêzvanên mafên mirovan nabêjin 'Bila çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin, mafê jiyanê yê girtiyan be rbi xetereyê ve biçe.' Lê divê di vir ya bê dîtin ew be ku ev daxwaz rewa ne. Em dixwazin desthilat û dewlet van daxwazan bibînin û gavên berbiçav bên avêtin."
 
'ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN'
 
Erdogan, bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: "Heta ku polîtîkayên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji holê ranebin, girtiyên nexweş bê şert û merc neyên berdan, lijneyên îdare û çavdêriyê neyên rakirin, em ê nikaribin behsa aştiya civakî bikin. Yekane tişta ku bi lezgînî pêdiviya civaka Tirkiyeyê pê heye  avakirina aştiyeke bi rûmet e. Di vir de civak ji bo vê yekê amade ye. Bi taybetî tecrîda li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê divê bê rakirin. Weke ÎHD em amade ne ku erka xwe pêk bînin. Dixwazim diyar bikim ku ji bo aştiya civakî çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
DÊ SERDANA GIRTÎGEHAN BÊ KIRIN
 
Erdogan, diyar kir ku bi saziyên sivîl re komîsyon ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hatine avakirin û got ku dêdi nava vê hefeteyê de serdana girtîehên ku grevên birçîbûnê lê didomin bikin. 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin