TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be

  • jin
  • 13:10 24 Sibat 2024
  • |
img

AMED - TJA dê îro starta 8’ê Adarê Êlih û Îzmîrê bide û heta 8’ê Adarê dê li gelek bajaran bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” çalakiyên cuda li dar bixe. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve" û “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" eşkera kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Îro li Êlih û Îzmîrê bi meşeke girseyî starta xebatên 8'ê Adarê bê dayîn. Piştre dê hemû bajar starta xebatên xwe ya 8'ê Adarê ji raya giştî re eşkere bikin. 
 
Li gorî bernameyê di 8'ê Adarê roja înê li Amed, Êlih, Qoser, Cizîr, Wan û Mêrsînê mîtîng bên lidarxistin. Di 9'ê Adarê de ango roja şemiyê jî bi Platforma Jinên Edeneyê re jî em ê mîtîgê li dar bixin. Li Depe ya Xarpêtê, li Qers, Îdir, Agirî, Colemêrg û Dêrsimê jî hevdîtinên jinan pêk bên. 
 
Li Îzmîr, Stenbol, Mêrsîn, Edene, Dîlok, Enqere, Manîsa, Aydin, Kocaeli, Antalya û Hatayê jî meşa şevê ya femînist bê rêxistinkirin. TJA dê bi rengê xwe tevlî meşa şevê bibe. 
 
Dê li Çewlîk, Bêdlîs, Agirî, Erzirom, Wan, Îdir, Qers, Erdexan, Colemêrg, Mûş, Riha, Dîlok, Semsûr, Mereş, Dêrsîm, Êlih, Sêrt, Şirnex, Amed, Meletî Edene, Mêrsîn, Osmaniyê, Aydin, Manîsa, Îzmîr, Antalya, Yalova, Gebze, Bûrsa û Stenbololê şahiyên jinan bên lidarxistin. Her wiha li gelek navçe û gundan jî hevdîtînên jinan bên organîzekirin.
 
Her wiha di nava hefteya 8'ê Adarê de jî panel, semîner, bernameyên perwerdê, bernameyên guhdarkirina muzîkê û şano bên amadekirin. Li kolanan standên 8'ê Adarê bên danîn. Broşurên 8'ê Adarê dê li taxan bên belavkirin û civînên taxan bên lidarxistin. Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî yên jin re bernameyên cuda bên amadekirin. Serdanên dayikên girtiyan ên ku çalakiya Nobeda Edaletê didomînin bên kirin. Dê li buroyên hilbijartinê, derbarê hilbijartin û rêvêberiya bajaran de civînên jinan bên lidarxistin.  
Di vê çarçoveyê de TJA; 
 
* Heta 8'ê Adarê her qadê bi rengê jinê bixemilîne, çalakiyan li dar bixe û têbikoşe. 
 
* Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bibin dengê jinên ku hatine qetilkirin, jinên ku lêdan xwarine, bi mobbîngê re rûbirû mane û dîl hatine girtin. 
 
* Em ê bibin tayek pora jinên ku li Îranê hatine darvekirin a ku ji bo azadiyê li ber xwe dane. 
 
* Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet her di nav berxwedanê de bin. 
 
* Em ê li qadan daxwazên girtiyên jin ên li dijî tecrîdê, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêk kurd di greva birçîbûnê de nin, bînin ziman. Em ê daxwazên çalakvanên Nobeda Edaletê ya li dijî bêhiqûqî û neheqiyê hatiye destpêkirin bînin ziman. 
 
* Di nav hefteya 8'ê Adarê de ji bo têkoşîna gerdûnî wek TJA, li dijî şerê ku ji hêla îktîdarên mêr ve hatine destpêkirin bi jinên din re di nav piştevaniyê de bin. Em ê bi jinên fîlîstînî, ukraynayî, îranî, efgan, efrîqî, bellucî û ermenî re di nav piştevaniyê de bin. 
 
* Bi wesîleya 8'ê Adarê; Em ê xeta netewperest, paşverû, olperest, faşîst teşhîr bikin û têkoşîna xwe ya li hemberî vê zîhniyetê carek din derxin pêş. 
 
* Bijî 8'ê Adarê, Bijî têkoşîn û hêza me ya piştevaniyê.” 
 

Sernavên din

30/12/2025
22:24 Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû
22:06 Li Mûşê şeva dengbêjiyê diyariyê Mîr Perwer hat kirin
20:19 HSD: Me bersiva êrişa li dijî Bendava Tişrînê da
16:49 Daxwaza girtina cerdevanê sûcê tecawizê kiriye dîsa hate redkirin
16:45 Kuçe bi kuçe bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
16:38 KCDK-E’yê ji bo piştevaniya bi civaka Elewî re bang kir
16:30 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ji ber ambargoyê navber dan perwerdeyê
15:54 Ji bo parastina li dijî tundiyê ceza hat xwestin
15:40 Ji girtiyan re kartên sersalê hatin şandin
14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin