Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn

  • rojane
  • 15:18 24 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan, Mehmet Yaşar, Mûrat Yildiz û Mehmet Mungan pirsîn. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin.
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 785’an de bi şîara “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn û Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan û pankart hate vekirin û malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan hate pirsîn ku di 28’ê sibata 1994’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
SERPÊHATIYA ÎNAN VEGOT
 
Serpêhatiya Înan, ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman ve hate xwendin. Saman, da zanîn ku Înan tevî malbata xwe li gundê xwe yê li ser sînorê Sêrtê dijiya û wiha domand: “Di înşaetê de dixebitî û 7 zarokên wî hebûn. Di 28’ê sibata 1994’an beriya windakirina xwe, du caran hatibû binçavkirin û dîsa hatibû berdan. Dema Înan di 28’ê sibatê de li gel malbata xwe li gund sewal diçêrand, ji bo pêdiviyên malbatê çû Sêrtê. Êvarê venegeriya malê û malbata wî kete nava fikaran. Agahî dan malbatê ku Mehmet Înan ji hêla kesên çekdar ve bi zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin û revandin. Bav Alî Înan roja din çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, walîtiyê û fermandariya tugayê û serlêdan kir. Lê çi encam jê derneket. 4-5 meh piştî windakirina Înan, polîsan bav Alî Înan birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê. Li wir çendek wêne nîşan dan lê bav Înan tu kes ji wan nas nekir. Polîsan di saetên dereng ên şevê de bav Înan birin malê. Tevî hemû hewldanên malbatê jî tu agahî ji Mehmet Înan nehatin girtin.”
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe di hefteya 621’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin. Çalakvanan wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar di çalakiyê de axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Baytar, piştre jî serpêhatiya Mehmet Mungan xwend ku di sala 1998’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin. 
 
Baytar, wiha got: “Dema li herêmê pevçûn dest pê kirin, gundê malbata Mungan jî ji hêla leşkeran ve hate valakirin û li gundê Xezayayê bi cih bûn. Mungan 27 salî bû û ajokariya TIR’ê dikr. Ji bo barê tiştên dê bibe Iraqê di 18’ê adara 1998’an de çû Silopiyayê. Di saetên şevê de hate mala xalê xwe ya li Silopiyayê, hinek pere stand û ji malê derket. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin.” 
 
Baytar, da zanîn ku tevî hemû hewldanên malbatê jî tu agahî derheqê Mungan de nehatin bidestxisin û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, di hefteya 111’an de domandin. Çalakî, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, rêveberên Baroya Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, DEM Partî û DBP’ê û Xizmên Windakiriyan tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hat pirsîn ku di 28’ê sibata 1994’an di bin çavan de hate windakirin û Mûrat Yildiz û Zekî Yilmaz ên di salên 90’î de hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn. 
 
'EM Ê AQÛBETA WAN BIPIRSIN’
 
Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen Zengîn daxuyanî xwend û got ku di salên 90’î de gelek kes di bin çavan de hatine windakirin. Zengîn, wiha domand: “Sekna xurt a Dayikên Şemiyê, bû deriyê hêviyê ku ji Qada Galatasarayê ber bi cîhanê ve vebû. Em ê ji bo kesên din bin çavan de hatine windakirin li hemû qadan biqîrin. Ji bo gora Mehmet Yaşar bi çîçekan bê xemilandin, em ê tu caran dev ji têkoşîna xwe û pirsîna aqûbeta windakiriyan bernedin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konaê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in û xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mûrat Yildiz (19) hate pirsîn ku li Bornovayê hatibû binçavkirin û windakirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û wiha got: “Lêgerîna heqîqeta ji bo windakiriyan ji sala 1995’an ve didome. Bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin. Faîlên wan nehatin dîtin. Em dizanin faîlên wan kî ne. Em ê qêrîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin. Ev meseleye ne tenê meseleya windakirina mirovan e. Her wiha meseleya aştî û demokrasiyê ya welêt e. Em ê heta dawiyê van daxwazên xwe bînin ziman.” 
 
Piştre jî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş serpêhatiya Mûrat Yildiz vegot.
 

Sernavên din

15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû