Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin

img
ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Elkê diyar kirin ku navçeya wan bi salan e rastî polîtîkayeke çewisandinê tê û gotin ku ew ê vê çerxê biguherînin û ji şêniyên herêmê re gotin: "Nehêlin kesên biyanî çarenûsa bajarên we aşkere bikin. Çarenûsa vê navçeyê encax xwediyê vê derê dikarin biguherînin, xwediyê wê jî hûn in." 
 
Li Tirkiyeyê û Kurdistanê wê di 31'ê Adarê de bi milyonan kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Piştî ku partiyên siyasî namzetên xwe diyar kirin namzet daketin qadan. Yek ji cihê ku herî zêde tê mereqkirin jî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Navçeya Elkê ku di çavkaniyên dîrokî de wekî “Elkî" tê zanîn navçeyeke pir kevnare ye. Elkê di dîrokê de di nav serweriya Hûrî, Mîttaniyan, Asûrî û Ûrartûyan de cih girtiye. Navçe ji 4 taxên navendî yên bi navê Elkî, Alî Çavûş, Karşiyaka û Bilbês û ji 26 gundan pêk tê. Li rojhilatê navçeyê bajarê Colemêrgê, li rojavayê wê Perwarî, li bakurê navçeyê jî navçeya Şaxê û Payizava ya Wanê û li başûrê wê jî navçeya Çelê û Qilêbanê cih digirin. Her wiha li navçeyê Çiyayên bi navê Kato Marûnis, Katoyê Jirkiyan û Kumtik hene. Yek ji çemên herî girîng Çemê Xabûrê jê diherike û bi zozanên xwe yên bi navê Feraşîn, Meydana Kolyan, Meydan Zengilê, Mêrgên Sotî û Laleşê bi nav û deng e. Navçeya Elkê ya ku nifûsa wê bi veguhestina dengan bûye 6 hezar û 367 kes, di sala 2019'an de bi veguhestina bi hezaran hilbijêran AKP'ê bi dest xist. Navçeya ku bi taybetmendiyên xwe balê dikşîne ji ber polîtîkayên dewletê yên ewlekariyê û cûdakariyê tenê hatiye hiştin. Niha jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hewl dide ku di navçeyê de guhertinekê pêk bîne û biserbikeve. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Elkê yên DEM Partiyê Beybûn Aslan û Egît Yîgît ê ku hatine diyar kirin der barê hilbijartinê de û projeyên xwe de axivîn. 
 
NAMZETE JIN A CIWAN 
 
Ji namzetên hevşaredariyê Beybûn Aslan jineke ciwane û ji Elkê ye. Aslan, di temenê xwe yê ciwan de bi aqleke nû di nav xebatên baskên ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cihê xwe girt. Pişt re di sala 2020'an de wekî hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Elkê hat hilbijartin. Piştî hevserokatiyê wekî endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê di nav xebatan de bi awayekî çalak cih girt. Ji sala 2023'yan ve jî endama Meclisa DEM Partiyê bû. Herî dawî jî bi daxwaz û pêşniyazên şêniyên Elkê wekî namzeta Hevşaredara Elkê hat hilbijartin. Aslanê wiha behsa xwe kir: "Ez li navçeya Elkê hatime ser dinê. Dibistana seretayî heta liseyê min li vir xwend. Zanîngeh min li Semsûrê beşa Teknîkerê xwend. Piştî xwendina zanîngehê min berê xwe da navçeya xwe û min di nav xebatên siyasî de cihê xwe girt. 2-3 salan min di nav baskên ciwanan de xebat kir û piştre jî min hevserokatiya HDP'ê ya navçeya Elkê kir. Piştî vê peywirê jî weke endameke Partiya Meclisê min xebatên xwe berdewam kirin. Herî dawî jî partiyê ev peywire da min û min berê xwe da cihê ku ez lê jê dayik bûme û ez niha jî namzeta hevşaredariyê ya Elkê me. Min pişta xwe da bin vî barî. Em ji hevalên xwe gelê xwe bi bawerin ku barê me sivik bikin."
 
'EM Ê DEMILDEST VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
 
Aslanê diyar kir ku yekane armanca wê ew e ku pergala ku li Elkê hatiye avakirin û li civakê re tê ferzkirin bigûherîne û wiha got: "AKP û MHP polîtîkaya çawa bajarek bê jibîr kirin û bênasîn bimîne ev navçeye wisa kir. Navçeya Elkê ciheke ku sînorê Başûrê Kurdistanê ye. AKP'ê piştî ku şaredarî bi dest xist li her çiyayekî qereqolên xwe ava kirin û navçe di bin tecrîtê de hişt. Xwestin ku ji aliyê çandê ve gel asimîle bikin û gel bi xwe jî ji vê polîtîkayê nerazîye û dixwaze ku demildest vê pergalê biguherînin.Armanca me ew e ku em vê pergalê biguherînin û bi çanda xwe, bi zimanê xwe bijîn."
 
PROJEYÊN JIN 
 
Beybûn Aslanê da zanîn ku di nava 5 salan de AKP'ê jin di mal de hiştin û qadên civakî hemû ji jinan re girtin û got ku sereke xebata wê jî dê bibe vekirina qadên jinan û projeyên xwe wiha vegot: "Di navçeyeke wiha biçûk de jin di malê de hatine hiştin. Polîtîkaya ku AKP'ê û MHP'ê bi taybetî li ser jina daye meşandin û ferzkirin li vir rû dide. Dixwazin ku jin di malê de bimînin. Lê jin xwedî vîne û her tiştek jî bi jinê tê guhertin. Em jî dibêjin ku yê ku pêşengiya vê civakê dikin jin in. Ji ber vê yekê di serî de kesên ku em esas digirin jin in û dayik in. Heke ku me şaredariya Elkê bi dest xist em ê serî de meclîseke jinê ava bikin û bibêjin,' Çi pirsgirêkên we hebin em ê bi pêşniyarî û gotinên we bigûherînin' Her wiha em ê ji bo jinan atolyeyên cûr bi cûr ava bikin. Kargehên çandê bidin avakirin. Ji bo zindîkirina kevneşopiyên kevin em ê kargehên destan bidin avakirin. Em ê di parqan de û her qadeke civakî de rengê jinê bidin xuyakirin. Her wiha pirtûkxaneya jinan êm ê ava bikin. Me di destpêkê de got, pêşeng jin in û ji ber wê jî divê jin bên esas girtin. Li Elkê qadên ku jin tê de hatine dûrkirin em ê wan qadan ji wan re vekin. Em ê bi daxwaz û nêrînên jinan vê navçeyê ji nûve bidin avakirin."
 
'ÇARENÛSA VÎ BAJARÎ ENCAX XWEDIYÊ WÊ DIKARIN BIGUHERÎNIN'
 
Aslanê daxwaz kir ku gel di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derbikeve û ev bang kir: "2 hezar hilbijêrên ku li vir jiyan nekin ji derve anîne û li vir bicihkirine. Banga me ji jinan û dayikan re ew e ku xwedî li vîna xwe derbikevin û nehêlin ku kesên biyanî çarenûsa bajarên wan aşkere bikin. Çarenûsa vê navçeyê encax xwediyê vê derê dikarin bigûherînin, xwediyê wê jî jin in. Heke ku em bûn yek û em bûn tifaq em ê vê hişmendiya qeyûman ji navçeyên xwe derbixîn." 
 
TU CAR GAV PAŞVE NE AVÊT
 
Namzetê hevşaredariya Elkê yê DEM Partiyê Egît Yîgît jî di nav malbateke welatparêz de mezin dibe û ji ber zilm û zordestiyê ji gundê Pîrosa yê Elkê ku lê dayik bûye koçî Şirnexê dikin. Lêbelê zext, êriş wî nadin sekinandin û li Şirnexê bi awayeke çalak di nav xebatên partiyê de cihê xwe digire. Her çendî gelek caran bên binçavkirin û girtin jî ew paşve gavê naavêje û di her kolanekî de, taxek, gundek û navçeyeke Şirnexê de tekoşîna xwe ya mafdar didomîne. Yîgît, 2 salan hevserokatiya navçeya navenda Şirnexê dike û bi demê re cigirê hevserokatiya HDP'ê ya bajêr dike. Niha jî namzetê DEM Partiyê yê Elkê ye. Yîgît jî wiha xwe dide nasîn: "Ev demeke dirêje ku ez di nav kar û xebatên partiyê de cihê xwe digire. Min dû serdeman hevserokatiya navçeya navenda Şirnexê kir. Serdemekî jî ez cigirê hevserokatiya bajarê Şirnexê bûm û ez niha jî namzetê hevşaredarê DEM Partiyê me."
 
'DERDÊ WAN TENÊ KURSÎ YE'
 
Yîgît diyar kir ku di van 5 salan de ti daxwaz û nêrînên şeniyên Elkê nehatine guhdar kirin û got ku ew ji bo ku vê çerxê guherîne bûye namzet û got: "Gelê Elkê ji me bi bawere û em jî ji xwe bawerin. Di vê hilbijartina ku pêşiya me de tê li dar xistin em ê biserbikevin. Ji ber ku şaredariyên AKP'ê ev demeke dirêje ku li vir ser şaredariyê ne. Lê tişteke ku ji bo vî gelî kiriye tune ye. Pirsgirêkên rê û rûbarê wê, ava wê ber çava nin. Heta vê seatê jî yek pirsgirêkek jî çareser nekiriye. Aliyê aborî de her derfetek jî destê wan de hebû, lê yek pirsgirêka gelê me çareser nekiriye. Derdê wan ne çareserkirina pirsgirêkên gel in, tenê armanca wan ew e ku li ser wê kursiyê rûnin."
 
'EM Ê BIBIN XIZMETKARÊN GELÊ XWE'
 
Yigît anî ziman ku AKP'ê di van 5 salan de tenê di şaredariyê de demê xwe derbas kiriye û ev tişt anîn ziman: "Dema ku me şaredarî bi dest xist, ev pirsgirêkên ku gelê me dijî û xizmeta ku ji gelê me re bê kirin em ê bi gelê xwe re, meclisên gelê xwe re, bi rûspiyan re, dayikan re, ciwanan re bişewirin û van pirsgirêkan em ê bi hev re çareser bikin. Kesên ku vîna gel nas neke daxwaza wê/wî yê xebatên jî nabe. Ji ber ku ne bi îradeya gel hatine hilbijartin. Ji ber wê jî daxwaz û pêşniyarên gel esas nayê girtin û tenê demê xwe tejû dikin û diçin. Lê daxwazên gel dê bin daxwazên me.  Em ê bibin xîzmetkarên gelê xwe.  Ji ber vê em tên û baweriya vê civakê bi vê partiyê heye. Gelê Elkê geleke pîroze û ji wan bi bawerin ku dê îradeya xwe xwedî derbikevin."
 
'KESÊN KU NE BI DENGÊ GEL TÊ HILBIJARTIN FERQA WAN Û QEYÛMAN NINE'
 
Egît Yîgît bang li AKP'ê kir ku ne bi diziyan bila bi rûmetî bikeve hilbijartinê û got:" Em li wan kesên ku dibêjin em ê bibin hevşaredar re dikin ger ku baweriya wan bi gelê Elkê bê werin weke du partî em biçin hilbijartinê û bila gel hilbijêre. Heke ku baweriya we bi vî gelî bê şûna ku hûn ji derve raya bînin werin binêrin ka ev gel kê hilbijêre. Heke ku we di vê encamê de qezenc kir em ê we pîroz bikin. Çimkî gel wê îradeyê nişan dide. Lê heke ku ne bi îradeya gel bên hilbijartin tu ferqa wan û qeyûman nîne.  Lê ev gel dê 31'ê Adarê bersiv bide û ji niha ve li gelê me pîroz be." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin