Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî

DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Dêrsimê de axivî û wiha got: “Dixwazim Dêrsimê ji kurdan vala bikin lê xelkê Dêrsimê ji 38’an heta niha tu caran li ber ne danî.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê tev li hevdîtina bi gel re bû. Gelek kes tev li hevdîtina gel a li Qada Seyîd Riza bû. Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û gelek pêkhateyên “Tifaqa Dêrsimê” tev li hevdîtinê bûn. 
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di hevdîtinê de dovîzên “Lê mirina esasî jiyana bêyî wî ye” û “Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî” hilgirtin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê peyama “Dêrsim DEM e” dan. 
 
ŞOREŞGER BI BÎR ANÎ
 
Bakirhan, got; “Ez serbilind im ku bi neviyên Seyîd Riza, bi rêhevalên doktor Şivan û li warê Elî Şêran, Mahîran, Îboyan, Denîzan, Zarîfeyan û Sakîneyê me.” Bakirhan, da zanîn ku dewlet hewl dide Dêrsimê bi “operasyonên Tunceliyê” bênasname bihêle û wiha domand: “Dema em hatin me navê wê kir Şaredariya Dêrsimê. Lê qeyûm ew tabela rakir. Em soz didin ku dema em hatin ew tabela dê dîsa were daliqandin.”
 
'DÊRSIMÊ LI BER NEDANÎ’
 
Bakirhan, gotina Erdogan a “Me cihêkarî li tu kesî nekir” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 21 sal in cihêkariyê li elewî û kurdan dikin. Erdogan ji bo elewiyan dibêje ‘cure.’ Hêj nizane bê ka elewîtî çi ye. Bi birçîtî û girtîgehan cihêkariyê li kurdan dike. Dibêje; ‘jin jî be, zarok be jî em ê li hêsirên çavên wan nenêrin û tişta pêwîst bikin.’ Ev dijminên xwezaya me, dijminên kurdan û jiyana me ne. Dê li her çar aliyên Kurdistanê gelên me bersiva herî pêwîst bide wan. Xaka Dêrsimê bi HES’an tije kirin. Ew jî bes nekir ku îcar rûxseta 150 madenan dan sermayedaran. Ji bo betalkirina van rûxsetan em ê tişta ji dest tê bikin. Dixwazin xwezaya me talan bikin û ji destê me derxînin. Êrişî bawerî û nasnameya me dikin. Îcar bêyî şerm bike dibêje ‘me cihêkarî li tu kesî nekiriye.’ Di 38’ê de qetil kirin, di 94’an de gundên me şewitandin, em sirgun kirin û hewl dan me ji vir koç bikin. Niha jî hewl didin Dêrsimê bêmirov bihêlin û ji kurdan vala bikin. Lê xelkê Dêrsimê ji 38’an heta niha li ber wan nedanî. Dê careke din bersiva pêwîst bidin wan.” 
 
GULISTAN DOKU BI BÎR XIST
 
Bakirhan, bertek nîşanî nedîtina Gulistan Doku da û wiha pê de çû: “Dema em rojekê bûn rêveberî dê yek bi yek hesabê tevahiya kesên wan qetil kirin, wan tune kirin û dayîn windakirin bipirsin. Her çar aliyên Dêrsimê bi kamerayan tije kirin lê Gulistan Doku hêj nehatiye dîtin. Em bi aqûbeta wê nizanin. Bi destê darazê dibêjin ‘kuştina kurdan, windakirina wan, zilma li dijî wan, şewitandina gundên wan û cînayetên kiryarnediyar bêceza ye.’ Gelo ma dê gelên bindest û gelê kurd vê nebîne?” 
 
TIFAQA DÊRSIMÊ
 
Bakirhan, anî ziman ku di rêveberiyên herêmî yên demokratîk de xwedî tecrubeyeke 25 salan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tecrûbeya xwe ya rêveberiyên herêmî bi Tifaqa Dêrsimê re li vir dîsa bixin meriyetê. Hilweşîna îktîdara AKP-MHP’ê nêz e. Yên ku dê wê îktîdarê hilweşînin jî DEM Partî, Tifaqa Dêrsimê û kedkar in. Hinek tişt bi fedekariyê dibin. Ez spasiya her kesên keda wan di Tifaqa Dêrsimê de heye dikim. Ev ne tenê tifaqeke hilbjartinê ye. Her wiha tifaqeke li dijî talanê ye. Tifaqa nasnameya şoreşgerî ye. Di wê baweriyê de me ku ev Tifaqa Dêrsimê dê ji bo Tirkiyeyê bibe modêleke baş.” 
 

Sernavên din

15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye TÊ NÛKIRIN
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e