Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket

  • rojane
  • 14:42 17 Gulan 2024
  • |

AMED - Siyasetmedar Gultan Kişanak li Amedê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak, wiha got: “Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket, mîna Kobanê bi ser ketî. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê.” 

 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku duh ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tehliye bû, piştî 7 sal û nîvan hate Amedê. Kişanak, li Balafirgeha Amedê ji hêla hevşaredarên bajarê mezin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û jinan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak a ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, yek bi yek hemû jin hembêz kir. 
 
'DÊ DOZA KOMPASÊ BIAVÊJIN SERGOYA DÎROKÊ’ 
 
Kişanak li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin. Kobanê, encama wijdanê ye. Piştre jî weke doza kompasê ya Kobanê anîn pêşiya me. Hêj jî wisa didome. Me careke din derfeta wijdan û bêwijdaniyê, fêmkirin û dîtinê dît. Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket. Mîna serkeftina Kobanê. Dê doza kompasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê. Em jî dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê bi hev re li Amedê govenda azadiyê bigerînin. Em îro kêm in, hinek birîndar in. Hevalên me di dilê me de ne, dê di têkoşîna me de bi me re bin. Ew jî wisa dixwazin.” 
 
BAL KIŞAND SER PEYAMA YUKSEKDAG
 
Kişanak, silavên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ragihand û peyama Yuksekdag a îro wiha bi bîr xist: “Silavên Serok Fîgen ji bo her kesî  hebûn. Gelek silavên wê ji bo gelan hebûn. Got; ‘Me bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Dê ji vir û şûnde jî wisa bidomînin.’ Peyama wê ya îro we jî dît. Dibêje ‘Bila kesek serê xwe netewîne.’ Biryara têkildarî me hatiye dayîn, sedema têkoşînê ye. Bêguman em xemgîn bûn. Ev biryara derhiqûqî û neheq, berdewamiya kompasê bû. Em ê vê jî derbas bikin. Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan ji bo Amedê anîn.” 
 
LI BER AVAHIYA PARTIYÊ YA BAJÊR HATE PÊŞWAZÎKIRIN 
 
Kişanak û kesên pê re piştî pêşwazîkirina balafirgehê derbasî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bûn. Kişanak li vir bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. 
 
 
Kişanak a li vir jî axivî, wiha got: “Hevrêyên me di doza komployê de bi biryareke bêhiqûqî re rû bi rû ne. Kobanê esas doza mirovahî û wijdanê bû. Wê demê bi rastî jî ji 7 salî heta 70 salî herkes li Kobanê xwedî li mirovahiyê, wijdanê û rûmetê derket. Pişt re jî bi Doza Komployê ya Kobanê operasyon hatin kirin. Niha jî ev doza mirovahiyê û wijdanê li pêş berî me disekine. Biryara duh ji bo me ne biryareke bi wate ye. Ne bi awayekî hiqûqî ne jî bi awayekî wijdanî weke heqîqeta vî welatî ne biryareke derbasdar e. Em dizanin ku her hevalekî me yê li wir ji bo aştî, azadî û demokrasiya vî gelî jiyan. Ji bo vê bêhn girtin ji bo vê têkoşiyan. Îro jî li girtîgehan heman berxwedanê didomînin.”
 
TURK: EM Ê BÊHTIR BI RÊXISTINÎ TÊBIKOŞIN
 
Ahmet Turk jî wiha got: “Doza Komployê ya Kobanê dozeke siyasî ku gelê kurd bêdeng bike, destkeftiyên gelê kurd ji holê rake li pêşberî me disekine. Em dizanin ku ji berê ve ji bo destkeftiyên gel ji holê bên rakirin bi feraseteke nijadperest, netewperest re rû bi rû ne. Em dixwazin ku hûn vê bizanin; çi dikin bila bikin ev gel dê tu caran serî netewîne, ji bo azadî, pêşerojeke demokratîk û pêşeroja azad a gelê kurd dê vê têkoşînê bidomîne. Ji ber ku hevalên me li hundir in, dilê me xemgîn e. Lê em ê ji bo pêşerojeke azad û demokratîk elbet ji duh û îro bêhtir bi awayekî bi bawer têbikoşin.”
 
 
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin