Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin

  • rojane
  • 16:16 17 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - DEM Partî ya li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê kir, ev peyam da: “Em ê vê carê bi ferqeke zêdetir û teqez dîsa bi dest bixin.”
 
Ji ber hilbijartinên li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a Rihayê hatin nûkirin dê di 2’yê hezîranê de gel jinûve biçe ser sindoqan. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di demekî ji hilbijartinê re kêm maye de derî bi derî xebatan dimeşîne. DEM Partiyê îro jî ji 3 aliyan ve xebatên xwe domandin. Parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan, Adalet Kaya û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî tev li xebatan bûn. 
 
Şandeya ku namzetê Hevşaredariyê yê Curnê Reş Serhan Paydaş û parlamentera Amedê Adalet Kaya jî di nav de li gundên Işkik, Kayslok û Sêxberê xebatên hilbijartinê domandin. Şandeya ku malên li gundan yek bi yek geriyan, belavokên ku heke di 2’yê hezîranê de weke DEM Partî rêveberiyê bi dest bixin projeyên ku dê pêk bîne belav kirin. Şandeya ku her cihê çûnê bi coş hate pêşwazîkirin peyama “Me di 31’ê Adarê de bi dest xist, em ê di 2’yê hezîranê de dîsa bi dest bixin” da. Adalet Kaya jî diyar kir ku divê herkes xwe bigihîne xizmên xwe yên li derveyî bajêr û girîng e ku ji bo werin hilbijartinê wan qaneh bikin. Şandeyê her wiha ji welatiyan re vegot ku AKP’iyan bi şewitandina sindoqan çawa hilbijartin betal kirine. 
 
PROJEYÊN JI BO JINAN 
 
Namzeta hevşaredariyê Garîp Yeşîl jî bi şandeya ku parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan di nav de re li gundên Xamxar, Sabaşî û Axirmûsê xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Şandeya ku yek bi yek li malan geriya û xebatên hilbijartinê meşand, serdana welatiyên nexweş û astengdar kir. Namzeta hevşaredariyê Yeşîl bi jinan re axivî û da zanîn ku dê di dema şaredariya DEM Partiyê de ji bo jinan gelek projeyan têxin meriyetê û dê ji jinan re cihekariyeke erênî were kirin. 
 
‘TERCÎHA ME DÎSA DEM PARTÎ YE’ 
 
Şandeya ku parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hevserokên DEM Partiyê yên Navçeyê Meral Ozdemîr û Mûstafa Koyûncû di nav de jî li gundên Giber, Zeyreka Jêr û Jor, Hamdûn, Çiraxî û Kanîreşkê serdana malan kir. Şeniyên gundan dan zanîn ku di 31’ê Adarê de piştgirî dane DEM Partiyê û dê di 2’yê hezîranê de jî tercîha wan dîsa bibe DEM Partî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a bal kişand ser tiştên di 31’ê Adarê de qewimîn wiha got: “Hilbijartina ku me bi 521 ferqa dengan bi dest xist betal kirin. Em ê vê carê bi ferqeke zêdetir û teqez bi dest bixin.”
 
Xebatên şandeyên DEM Partiyê dê êvarî jî bi serdanên malan û hevdîtinên bi jinan re ên navenda navçeyê bidomin. 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Di 31'ê Adarê de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 521 dengan bi ser ketibûn. Lê êvara hilbijartinê rayên du sindoqan ji aliyê biraziyê namzetê AKP'ê Alî Aslan Bayik, Mustafa Bayik û 50 kesên pê re hatibûn şewitandin. Piştî vê AKP'iyan îtiraz kir û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî biryara nûkirina hilbijartinê dabû. Hilbijartin wê di 2'yê Hezîranê de cardin bê lidarxistin.
 
 
 

Sernavên din

19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn