Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan

  • jin
  • 09:00 16 Hezîran 2024
  • |
img
AGIRÎ - Sema Yuce ku di nameya xwe de dibêje "Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim" bi mîrateya li dû xwe hiştiye, dibe ronahî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd. 
 
Ji kesên di tevgera jina kurd de bûne sembol yek jî jê, Sema Yuce ye. Sema Yuce ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir, bi çalakiya xwe di têkoşîna jinên kurd de nemir bû. 
 
Sema Yuce di sala 1971’ê de, li gundê Kargaliya Jêrîn a ser bi navçeya Tûtax a Agiriyê tê dinyayê. Malbata wê ji kevneşopiya berxwedana li Kurdistanê dihat û tevlî serhildana Agiriyê bûbû. Semaya ku bi vê kevneşopiyê hatibû mezinkirin, dema ku hîn biçûk bû bapîrê wê jê re digot “Leyla Qasim” û vê yekê jî ew ber bi lêpirsîneke kûr ve bir. Jixwe hîn dema biçûk bû jîr bû û her kesekê dizanî ku ew jî şopînera kevneşopa berxwedaniyê ye; ji bo wê di nav malbatê de jî her kesekê bi navê “Leyla Qasim” bang li wê dikir. Sema dibistana seretayî û amadeyî li Agiriyê xwend. Serketina wê ya li dibistanê û dilsoziya wê ya germ a bi hevalên wê re ji xwe di dersên wê de xuyanî dibû. Sema bi biryardariya xwe di sala 1989’an de derbasî beşa civaknasiyê ya ODTU’yê bû û çû Enqereyê. Polîtîkayên wan salan û gotinên wek “Me ew bin ax kirin û bi betonê ser pêça” ku li her aliyê Kurdistanê belav dibû, bû sedem ku Sema hîn di pola 3’yemîn a beşa civaknasiyê de bikeve pey bersivan û êdî ji bo xwe jiyana asayî nepejirîne. Di wan salan de, li wir ciwanên welatparêz nas dike û di nav ciwanên YCK’ê de cih digire. 
 
Di sala 1991’ê de dest ji zanîngehê ber dide û beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê PKK’ê dibe. Ji bo xebatê cara ewil derbasî Mêrdînê dibe. Dû re jî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîne, derbasî Bekayê dibe. Li vir demekê perwerde dibîne û piştî demeke kin derbasî qada Serhedê dibe. Li wir dest bi kar dike. Çavdêriya Sema ya di dema perwerdeyê de wiha tê vegotin: “Ez Rêbertî wekî pêngav û rabûnekê dibînim ku dikare mohra xwe li serdemekê bixe. Ew jî Apoîzm e.”
 
SEKNEKE BERXWEDÊR
 
Yuce, di sala 1992’yan de, di pêvajoyekê de ku kar di asta herî bilind de dihat meşandin, li bajarê ku lê mezin bûye, di encama bêbextiyekê de tê binçavkirin û girtin. Lê tevî wê jî Sema tu caran ji sekna xwe tawizê neda û li dijî xeta xiyanet û bêbextiyê bi sekneke berxwedêr dibe mînak. 
 
Sema Yuce, di rûnişta duyemîn a darizandina xwe de bi 22 sal cezayê hepsê tê mehkûmkirin. Destpêkê li Nevşehîr, dûre jî sirgûnê girtîgeha Çanakkaleyê tê kirin. Di tevahiya pêvajoya ku di girtîgehê de dimîne li ser hişmendî û nasnameya jina azad xwe kûr dike. Her wiha nêzîkatiyek ku derdora xwe jî dikşand vê hişmendiyê nîşan dide û her yek ji hevalên xwe yên jin ên li girtîgehê re ji nêz de eleqedar dibe, ew jî bi xwe re pêş dixistin û di hişmendiya zayendî de kûr dikir. Sema Yuce bi taybetî dema ku li ser helwest û kesayeta jina azad disekine û lêhûrbûnê dike, ji xwe re Zeyneb Kinaci û Zekiye Alkan dike esas. Jixwe di girtîgeha Çanakkaleyê de berpirs e û li dijî xeta xiyanetê ya li girtîgehê di nav têkoşînê de ye.
 
Sema Yuce, li Girtîgeha Çanakkaleyê û di 6’emîn sala dîlgirtina xwe de, ji bo ku balê bikşîne ser xeta bêbextiyê ya li girtîgehê û polîtîkayên şer ên dewletê, di 21’ê Adara sala 1998’an de bedena xwe dide ber agir û bi vê çalakiyê dixwaze bibe bersiva herî mezin a li dijî xiyanetê. 
 
BÛ NEWROZ
 
Sema di şeva 21’ê Adara 1998’an de bi gotina, “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adar ê de” çalakiya xwe ya mezin pêk anî û çalakiya wê li tevahiya welêt deng veda. Asta hizrî ya ku Sema Yuce gihaştibûyê, ji bo Tevgera Jinên Kurd bû asta herî berz. Sema di encama çalakiya xwe de pir giran birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Fakulteya Cerahî ya Stenbolê. Demek dirêj li nexweşxaneyê dimîne û di 17’ê Hezîranê de beriya ku bigihe şehadetê wiha dibêje; “Ez bûm Newroz, ez bûm Mezlûm.” Di nameyên ku li pey xwe de hiştîbûn de wiha dinivîse: “Di van kêliyan de ku ez van rêzikan dinivîsim jî, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda yekane ya hizrî, moral û jiyanî û ew kêliye ku min hemû astengiyên hundirîn di xwe de derbas kirin. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav bigihin azadiyê.”
 
NAMEYA SEMA YUCE
 
Sema Yuce di nameya xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha qala xwe dike: “Ez di sala 1971’ê, li Agiriyê hatim dinyayê. Di nav Tevgerê de min navên rêxistinî yên Leyla û Serhildan bikaranîn. Ez di nav malbatek ku di nav feoldalîteya Kurd de xwedî cih bûye, lê di tevahiya dîroka komara Tirkiyeyê de ne bi rejîmê re bûne yek û ne jî tam karîne nasnameya kurdayetiyê biparêzên, her wiha her ku çûye di nav pergalê de heliyane û bi qasî madî her wiha manewî jî lewaz dibin de mezin bûm. Em şeş xwîşk û bira ne. Malbata min welatparêz e. Di nav malbatê de apê min ê mezin bi navê Leyla Qasim bang li min dikir. Hem ev yek ku ji salên 70’î di hişê min de mabû û hem jî bandora wê ya kûr bû hevdîtina min a bi têkoşîn û girsebûna salên 90’î. Di zaroktiya xwe de, di şexsê malbata xwe de ez bûm şahidê tevahiya şer û nakokiyên rastiya Kurd û min ev yek ji nêz ve dît. Herî dawî jî di saziyên perwerdeyê yên Kemalîzm de ev yek hîn zêdetir bi pêş ket.” 
 
Yuce di beşek din a nameya xwe de dibêje çawa ku li ezmên du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin û wiha didomîne: “Ji ber ku min xwe li ser bingeha rast birêxistin nekir, asta têgihîştina Rêbertiyê bi dem û mekan re li hev neanî, min nekarî paşverûtiyên di kesayeta xwe de derbas bikim. Di heman demê de, di nav refên têkoşînê de tevî ku li dijî koletiyê bi hêrs bûm, li dijî xwe ferzkirinên civaka serwer a mêr min nekarî sekneke bihêztir raber bikim.” 
 
Sema Yuce di beşek din a nameya xwe de dibêje, ew dema ku dizivire û li pey xwe dinêre, dibîne ku wek jinek kurd, her mirovek kurd ku ber bi rêya birêxistinê ve diçe, her wiha wek her mirovekê ku gelek lewaziyên beşerî ku tûşê dibe, dît ku min jî pirsgirêkên kesayet, kêmaniyên siyasî û rêxistinî jiyan kirin û wiha didomîne: “Lê min tu caran di cihê xwe de nehejmart. Doktirîna azadiyê ku di pêşengtiya Rêber Apo de bi pêş diket, her tim bû hêza ku ez li ser pêyan digirtim. Di vê xalê de ez dibînim ku hemû nakokiyên civaka Kurd û çînên serdest ên Kurd di kesayeta jinê de gihiştine asta xwe ya dawî û ev jî xala derbasbûnê ye. Bêyî mubalexe, di kesayeta xwe de di asta nakokiyê de, nakokiyeke bi hezar salan hîs dikim û têdigihijim. Ev di heman demê de kêliya ku min xwe derbas kiriye, îfade dike.”
 
Sema Yuce di nameya xwe de işaretê bi nirxandinên Ocalan ên 8’ê Adarê dike û wiha pê de diçe: “Jinên kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev."

Sernavên din

16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin