Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 23:56 2 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de li Silêmaniyê hatin bibîranîn.
 
Li nivîsîngeha Şîrketa Çetir (Chatr Company) ji bo rojnamevanên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de di kesayeta her du rojnamevanan de hemû şehîdên Çapemeniya Azad hatin bibîranîn.
 
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê hevrê û hempîşeya rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn, Şoxan Mîrza ve peyama Jinên Çapemeniya Azad hate xwendin.
 
Di peyamê de wiha hate gotin: “Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîdên rêya heqîqetê ne. Çapemaniya Azad wê xwedî li rê, doz û têkoşîn wan derbikeve. Dema ku li dijî vê têkoşînê êrîşên hovane tên kirin, Gulistan Tara û Hêro Behadîn di dilê me hemûyan de şîn dibin. Em jin bi her du şehîdên jin yên rojnamevan serbilind in, ji ber ku ew jinên resen yên vî welatî ne û qet nayên jibîrkirin.
 
Hevala Hêro Behadîn bênavber xwe pêş dixist. Em ê weke jin bîranîn û têkoşîna Hêro Behadîn her tim zindî bihêlîn û bidin jiyîn. Em weke jinên Çapemeniya Azad di dengê heqîqetê de israr dikin. Pêwîste ji bo parastina jinên rojnamevan yekîtiyeke jinan ya hevpar were damezrandin.”
 
Piştre peyama dayika şehîd Hêro Behadîn hate xwendin û tê de wiha hate gotin: “Ez ji Xwedê xwe daxwaz dikim ku heqê keça min bistîne û rejîma Tirkiyeyê ji holê were rakirin. Erdogan zarokeke Kurd û misilman şehîd kir.”
 
Peyama malbata şehîd Gulistan Tara jî bi rêya sînevîzyonê ji beşdaran re hate nîşandan. Her wiha sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Gulistan Tara û şehîd Hêro Behadîn hat nîşandan.
 
Her wiha di merasîma çileya şehadeta rojnamevanên jin yên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn de peyama Sendîkaya Rojnamevanan ji aliyê Hana Şiwane ve hate dayîn û di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Qetilkirina rojnamevanên jin, qetilkirina heqîqet û rastiyê ye. Sendîkaya Rojnamevanan bi berpirsyarane dengê xwe yê nerazî li dijî van neheqiyên mezin yên li dijî hemû rojnamevanan û bi taybet jî li dijî rojnamevanên jin bilind dike û digihîne hemû aliyan. Gulistan Tara û Hêro Behadîn du nav in ku wê her tim di nav me de zindî bimînin.”
 
Rêveberê Navenda Metro (Metro Center) Diyarî Mihemed jî wiha got: “Ev sûcên şer in ku dewleta Tirk a dagirker di van 30 salên borî de pêk tîne ku tê de bi sedan welatiyên sivîl hatine qetilkirin. Rewşa rojnamevanan di paşveçûnê de ye. Peyama min ji hêzên dagirker re ew e ku ew tu carî nikarîn vê têkoşînê têk bibin.”
 
Mamostayê olî Mela Nadir jî di merasîmê de axivî û got: “Divê em têbigihîn ku dijminên me destê xwe dirêjî zarokên me, bi taybet jî jinan û rojnamevanên me dikin. Ew li hemû cîhanê xwedî statuyeke taybet in û têne parastin. Lê dijminên me destê xwe dirêjî kiryarên wisa dikin ku xwe îspat kirine ku dijminên ol û exlaqê ne. Dijminê çand, ziman û mirovê vî welatî ne. Lewra tu hincet ji bo kirina van êrîşên li dijî gelê Kurd tune ne.”
 
Di dawiya merasîmê de hunermend Seyîd Mihirdad Muşeşeî çend stranên xwe ji beşdaran re pêşkeş kir.

Sernavên din

20/10/2024
21:50 Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû
20:44 Serokên Baroyên Dîlok, Wan û Îzmîrê diyar bûn
20:19 Karataş ê hate berdan ji bo girtiyan banga têkoşînê kir
19:41 Demîrtaş dê beriya serdanê metna bangê bide Ozel
19:22 Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn
18:46 Li Baroya Stenbol guherîna piştî 22 salan: Serokê nû bû Kaboglû
18:32 Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû
18:24 Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
18:12 Cegerxwîn bi helbestên xwe hate bibîranîn
17:52 Li Pîranê texrîbata ji ber madenê hate lêkolînkirin
17:31 Jin li Mêrdînê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:53 Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin
16:04 Qedexeya derketina kolanan a li Mêrdînê hate rakirin: 4 kes hatin binçavkirin
16:00 Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
15:45 Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin