Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin

ŞIRNEX - Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku Cûdî, Gabar û Besta bi talankirina xwezayê ya di bin “ewlehiyê” de bê mirov tên hiştin, pêşkeşî şîrketan tên kirin û bertek nîşanî bêdengiyê da. 
 
 Birîna daran û talana xwezayê ya beriya 4 salan li Herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê hate destpêkirin li çoltara navçeyên Qileban û Elkê berdewam dike. Qirkirina ku bi hinceta “ewlehiyê” di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan tê kirin ji gundê Elemûnê heta herêma Bêtkarê belav bûye. Zêdetirî herêmên hatine talankirin ji qadên di bin navê “Herêmên ewlehiya taybet” de 15 rojan carekê tên qedexekirin pêk tên û ev herêm pêşkeşî şîrketên madenê tên kirin û texrîbateke mezin tê kirin. Ji bo madenên neftê, komir û sifirê li sedan noxteyan bi hezaran dekar hatin talankirin. Endamê Platforma Ekolojiyê yê Şirnexê Ahmet Başak axivî. 
 
‘QADÊN HATIN BÊMIROVKIRIN HATIN PÊŞKEŞKIRIN’
 
Başak, diyar kir ku talana xwezayê ya li herêmê “berhemê” polîtîkayên şerê taybet ên li ser erdnîgariya Kurdistanê tên meşandine û wiha got: “Xweza qadeke jiyanê ya ku ekosîstema wê heye ye. Bi talankirina xwezayê jiyaneke nû nikare were avakirin. Dema hate tunekirin dê jiyana mirovan jî tune bibe. Li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî taybet ê qirêj heye. Em şer hem li dijî gelê kurd hem jî li dijî xwezaya lê dijî tê meşandin. Di salên dawî de li çiyayên me kalekol û rêyên ‘ewlehiyê’ çêkirin. Hemû xezîneyên me yên sererd tên talankirin. Qadên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine bêmirovkirin pêşkeşî şîrketên madenê tên kirin û ji aligirên xwe re dikin qada rantê.”
 
KOÇBERÎ, XIZANÎ Û BIŞAFTIN 
 
Başak, destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ên di salên dawî de zêde bûne bi xwe re qirkirineke xwezayê ya cidî jî tîne û wiha domand: “Li Kurdistanê xweza tê talankirin û qadên jiyanê yên mirovan ji holê tên rakirin û mirov neçar dimînin koçî cihên din bikin. Dema mirov li ser axa xwe koç dike bi xizaniyeke mezin re rûbirû dimîne. Tam li vir jî asîmîlasyon dikeve dewrê. Ji ber ku mirov ji xweza û çanda xwe dûr dikevin. Îro bi dehan gund hatin valakirin. Gelê me yê beriya niha ji xwezayê debara xwe dikir hatiye asta ku nikare li xwe binêre. Berê li herêmê mirovan xwarina xwe ji xwezayê digirtin. Piştî ku mirov bi darê zorê hatin koçberkirin êdî nekarîn li xwe binêrin.”
 
‘NÊZÎKATIYEKE DURÛ HEYE’ 
 
Başak, diyar kir ku bi çolkirina Kurdistanê hewl tê dayîn bînin asta ku mirov nikarin lê bijîn û bertek nîşanî bêdengiya li dijî texrîbata bi salane tê meşandin da. Başak, îşaret kir ku bi êrişên bi awayekî sîstematîk berdewam dikin xezîneyên sererd hatin xelaskirin niha jî berê xwe danê xezîneyên bierd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çiyayên me yên her derê wan qul kirin li şîrketên madenan tên belavkirin. Gelê kurd di tevahiya dîrokê de pêwendiyeke xurt bi xwezayê re daniye. Li ku talankirineke xwezayê hebe li dijî vê bertek û helwesta xwe nîşan dide. Lê dema ya ku ji holê tê rakirin xwezaya Kurdistanê be ji aliyê Tirkiyeyê ve bêdengiyeke mezin çêdibe. Komkujiya xwezayê ya li vir her roj di rojevê de ye lê kes dengê xwe dernaxîne. Çavên xwe digirin. Nêzîkatiyeke durû heye. Hin beşên ku ji xwe re dibêjin ekolojist jî ji qirkirina vir re bêdeng dimînin. Bi bêdengiyê ji vê qirkirinê re dibin piştevan. Ew jî dixwazin ku ev qirkirin pêk were. Lê bila neyê jibîrkirin ku xweza li her derê xweza ye. Ferq nake ku li kîjan erdnîgariyê be.” 
 
‘EM XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’ 
 
Başak, destnîşan kir ku divê li dijî her cure qirkirina xwezayê berteka civakî were xurtkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke dest nedin xwezayê dê xwe nû bike. Lê feraseta faşîst destûrê nade ku xweza xwe nû bike. Ji ber vê yekê divê bi awayekî xurttir li dijî wê derkevin. Divê herkes xwedî li xwezayê derkeve.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

20/11/2024
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin