AMED - Şîna endamê HPG’ê Zeynel Bayram ku li Herêma Garê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Hatibû ragihandin ku endamê HPG’ê Zeynel Bayram (Laşer Lîs) di 26’ê Kanûna 2022’yan de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Ji bo Bayram, li Mala Şînê ya Aloxusoyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê şîn hate danîn.
Şîna Bayram, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) bi girseyî hate ziyaretkirin. Wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tîryakî û Serhat Eren, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û gelek kes çûn serdana şînê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Di şînê de dua hatin kirin.
Şîna Bayram dê sibe bi dayina mewlûdê bi dawî bibe.