ŞIRNEX - Di qursa ziman a li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê ya Cizîrê dayik, bav û zarok bi hev re zimanê xwe fêr dibin.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê ya navçeya Cizîr a Şirnexê, ji bo zarokan pola Elî Bedirxan vekir. Di pola zarokan de 13 xwendekar hene. Zarokên ku niha hînî alfabeya Kurdî dibin, nêzî salekê dê perwerdeya ziman bibînin. Li komeleyê ne tenê zarok, her wiha dayik û bavên wan jî ji bo hînî zimanê xwe bibin tên perwerdekirin.
Selîm Kulter ku tevî sê zarokên xwe perwerdeya zimanê Kurdî dibîne, diyar kir ku ew ji ber perwerdeya bi zimanê dayikê gelek keyfxweş e û got: “Bi hatina vê derê re em xwedî li zimanê xwe derdikevin. Hefteyê du roja tevî sê zarokên xwe têm vê derê û perwerde dibin. Li malê jî ez û zarokên xwe bi hev re dixebitin. Tiştekî gelek xweş e ku zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Heke bi Kurdî nebe, zarokên min bi tu zimanên din nikarin biaxivin. Dixwazim her Kurdek xwedî li zimanê xwe derkeve û bi zimanê xwe biaxive.”
Warşîn Kulter ku tevî zarokên xwe tev li perwerdeyê dibe jî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li vir bi zimanê dayika xwe perwerde dibim, gelek keyfxweş im. Dixwazim hemû zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerde bibe. Li malê em her sê bi hev re dixebitin. Dixwazim bi zimanê xwe biaxivim û bi zimanê xwe bijîm.”
Ji zarokan Şervan Kulter jî got: “Ez gelek ji zimanê Kurdî hez dikim. Dixwazim hemû hevalên min bên vê derê û bi Kurdî perwerde bibin. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”
4 XWIŞK Û BIRA DI HEMAN POLÊ DE NE
Halît Denîz ê 11 salî ku tevî 3 xwişkên xwe di heman polê de ye jî got ku ji ber perwerdeya bi zimanê xwe keyfxweş e. Halît Denîz, got: “Ez gelek ji Komeleya Birca Belekê hez dikim. Ev der gelek xweş e. Çawa ku nimêj ferz be, axaftina bi zimanê dayika xwe jî ferz e. Tevî sê xwişkên xwe em hatin vê derê û dixwazin fêrî zimanê xwe bibin. Ji ewil divê em bi zimanê dayika xwe bizanin. Ez xwe aydê vê derê dibînim. Banga min ew e ku zarok bên vê derê û bi zimanê dayika xwe perwerde bibin. Li gel Tirkî divê bi zimanê dayika xwe jî bizanin. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz be.”
60 SALÎ YE Û BI ZAROKAN RE DI HEMAN POLÊ DE YE
Hadî Ucun ê 60 salî ku tevî zarokan di heman polê de fêrî zimanê Kurdî dibe jî anî ziman ku zindîhiştina ziman hem berpirsyartiya zarokan hem jî kesên sere ye û wiha pê de çû: “Ez ji bo hînî rêzimanê Kurdî bibim hatim vê derê. Berxwedana ji bo ziman ji her kesî re lazim e. Tiştekî baş e ku mirov rêzimanê zimanê xwe bizane û bizane binivîse. Ez 60 salî me lê ji bo bêhtir hînî zimanê xwe bibim têm vê derê. Divê mirov her zimanekî bizane. Yên bi zimanê dayika xwe nizanin, Xwedê înkar dikin. Xwedê ev ziman da me û divê em bizanin. Başe ku mirov bi çendek zimanan bizane lê ya herî girîng zimanê dayikê ye.”
‘PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIKE KU ZAROK JÎRTIR BIBIN’
Ji mamosteyên komeleyê Asiye Altintaş destnîşan kir ku eleqeyeke zêde ya zarokan bo dersan heye û ev tişt anî ziman: “Hema hema 2 meh in atolyeyên me dest pê kirine. Yek ji wan jî atolyeya ziman e. Niha poleke me ya zarokan heye. Pola me pola zarokan e lê kesên sere jî hene. Li gorî qeydên komeleya me divê polên wan cuda bin lê belê min xwest poleke taybet ava bikim. Niha ji 7 salî heta 70’ê salî xwendekarên min hene. Ev tê wê wateyê ku Kurd ji 7 salî heta 70’ê salî ji bo zimanê Kurdî têdikoşin. Bi taybet jî eleqeyeke zêde ya zarokan heye. Ev jî me gelek keyfxweş dike. Tişta herî zêde min keyfxweş dike ew e ku dema li dibistanên dewletê mamoste pirsan ji zarokan dikin zarok tiliya xwe ranakin lê li vir çawa ku em dipirsin yekser tiliya xwe radikin û bersivê didin. Ev tê çi wateyê? Ev girîngî û bandora ziman a li ser zarokan nîşan dide. Zarok bi Kurdî diaxivin û hîs dikin lewma di fêmkirinê de zehmetiyê nakişînin. Zarokên bi zimanê dayika xwe perwerde dibin serkeftîtir dibin û zûtir fêm dikin.”
Asiye Altintaş, diyar kir ku perwerdeya sereke ya li derveyî zimanê dayikê bandoreke neyînî li ser rewşa serkeftîbûnê û jiyana zarokan dike û ev tişt anî ziman: “Em li ser vê xakê dijîn lê bi zimanekî biyanî perwerde dibin. Bi wî zimanî şiyar dibin û rûdinin, difikirin, diaxivin. Zarok li malê her bi Kurdî diaxivin. Lê dema diçin dibistanên dewletê, bi zimanekî biyanî re rû bi rû dimînin. Ev jî dike ku xwe biçûk bibînin.”
BANDORA TEKNOLOJIYÊ YA LI SER ZIMAN
Asiya Altintaş, got ku parastin û zindîhiştina zimanê dayikê berpirsyartiya dayik û bavan e û axaftina xwe wiha qedand: “Mixabin bi pêşketina teknolojiyê re hinek tişt jî bi demê re dimirin. Gelek bandorên neyînî yên teknolojiyê li ser çand û ziman heye. Medyaya civakî êdî bandoreke neyînî li ser zarokan dike. em dikarin bibêjin girtîgehên hemdem ên sedsala 21'ê ne. Zarok di hundirê malê de dimînin û dernakevin. Li malê jî bi telefonê dilîzin, têkiliyên wan qels in û zimanê wan qels dimîne. Divê malbat di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê girî, ken û qêrînên zarokan bi Kurdî bin. Hêvîdarim ev sedsal bibe sedsala ku Kurdî hatiye naskirin û statuya wê hatiye dayin. Ji bo vê divê em tevek gelek bixebitin.”
MA / Zeynep Durgut