STENBOL - Mîhrîcana Boreka Kurd ku îsal ji bo cara 8'emîn ji hêla KAYY-DER ve tê organîzekirin, dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin.
8’emîn Mîhrîcana Boreka Kurd ku ji aliyê Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşveçûn û Çandê ya Navçeyên Kigî-Karakoçan-Adakli-Yayladere-Yedisu (KAYY-DER) ve tê organîzekirin, wê di 9’ê Hezîranê de bê lidarxistin. Koroya Zarokan a KAYY-DER û gelek hunermend wê di mîhrîdanê de derkevin ser dikê. Ji bilî koma folklorê ya Koma Dîlan, di tevahiya rojê de dê def, zurne û çalakiyên cûrbecûr li mîhrîcanê werin lidarxistin.
KAYY-DER'ê derbarê mîhrîcanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wekî KAYY-DER, em Mîhrîcana Borek Kurd li dijî helewsta serdema darbeya 12'ê îlonê ya li dijî navê kurd ku hatibû qedexekirin û bi navê kut, hamal û tugla ango sade hat binavkirin organîze dikin. Armanca me ku bi vê mîhrîcanê em wek Boreka Laz, Boşnak û Kezeba Arnavut danasîna wê bikin."