KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da

  • rojane
  • 17:55 13 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê têkildrî êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got: “Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi zîhniyeta modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk pêkan e. Em bang li her kesî dikin ku pirsgirêkan ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyan çareser bikin.” 

Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê daxuyaniyeke nivîskê weşand. KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk e û banga çareseriyên bi siyaseta demokratîk kir. 
 
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: “Duh piştî nîvê şevê Îsraîl li dijî Îranê êrîşên berfireh ên hewayî kir. Mixabin ev êrîş şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir û bi her aliyê xwe ve zirarên mezin da gelan, bû sedema hilweşandin û êşên mezin kûrtir kir. Şerê ku bi destê dewletan bi armanca desthilatdarî û hegemonyayê tê pêşxistin, bi tu şêweyê ji pirsgirêkan re nabe çarserî û êşên mezin dide gelan. Rê li ber êş, mirin, windahî û hilweşandinan vedike. Di dîroka Rojhilata Navîn de ku bi sedan sal in bi şerê bêyî navber hatiye arastin, xuya bû ku şer ji tu pirsgirêkan re nabe çareserî, rê li ber êş, windahî û hilweşandinan vedike, pirsgirêkan zêdetir kûr dike û tîne rewşeke ku di nav de asê bimînin. Em vê şerê ku li gelan dide windakirin û rê li ber hilweşandin û zirarê vedike, şaş dibînin û şermezar dikin. Divê êdî ji aliyê her kesî ve were fêmkirin ku şer ji pirsgirêkan re nabe çare û dev ji polîtîkayên şerê were berdan. Em wekî Tevger bi hişmendiya vê heqîqet û rastiya dîrokî tevger dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsgirêk bi rêbaza siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk a ku Rêber Apo daniye holê, werin çareserkirin. Em bang li her kesî dikin ku bi vê têgihiştinê û bi vê zemînê tevger bikin û ne bi şer lê bi siyaseta demokratîk, diyalog û muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin.
 
Em bi vê wesîleyê careke din diyar dikin ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi modernîteya demokratîk û têgihiştina neteweya demokratîk pêkan bibe. Bi têra xwe hatiye îspatkirin ku bi hêrsa hêz, desthilatdarî, hegemonya û zîhniyeta netew-dewlet a yekparêz a modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn ku baxçeya gel, bawerî û çandan e, jiyaneke bi aştiyane nehatiye avakirin û wê neyê avakirin. Ev zîhniyeta ku zêdeyî 100 sal in tê dewamkirin, Rojhilata Navîn asê kiriye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Rêbertiya me ji bo ku vê asêmayîna dîrokî ya li Rojhilata Navîn derbas bike, di nava hewldaneke mezin de ye. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ji bo derbaskirina vê asêmayînê ye. Zirarên ku şerê tê kûrkirin dide gelan, girîngiya vê banga dîrokî careke din derxistiye holê. Em li ser bingeha vê rastiya dîrokî, bang li gelan, jin û hemû hêzên sosyalîst ên demokratîk dikin ku banga dîrokî ya Rêber Apo zêdetir fêm bikin, rêxistinbûna xwe mezin bikin, hevgirtina xwe xurtir bikin û çareseriya demokratîk pêş bixin.”
 
 
 

Sernavên din

31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne