Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî

  • rojane
  • 09:01 14 Hezîran 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Di serdemeke welê de ku polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi 'şîdet, zext û asîmîlasyonê' bi ser neket û rê li ber çareseriya aştiyane vekir, hikûmet bi dudiliya xurtkirina rêveberiyên herêmî yan jî xistina bin desthilatdariya xwe re rû bi rû ye.

Tirkiye bi daxuyaniyên serokê MHP'ê Devlet Bahçelî bi awayekî qebûl kir ku di pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên "tundî, zext û rêbazên asîmîlasyonê" bi ser neketine. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" di çareseriya pirsgirêka Kurd de daxwazên çareseriyê derketin pêş. Nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane divê çi gav bên avêtin, li hemberî neçareseriya pirsgirêkê ya bi "şîdet, zext û rêbazên asîmîlasyonê" tên meşandin û wê çareseriyê bi kîjan modelê hêsan bike, nîqaş didomin. Dema ku dewlet û partiya desthilatdar hê modelên xwe ji raya giştî re eşkere nekirine jî, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi raya giştî re parve kir ku rakirina tesîsa Tirkiyeyê ya li ser Talîmata Rêveberiya Xweser a Herêmî ya Ewropayê, wê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bike.
 
Tirkiye ji bo di polîtîkayên asîmîlasyon û tundiyê de bi ser bikeve Peymana Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Xwecihî qebûl nekiribû û gelo Tirkiye dê van xalên ku red kiribû careke din qebûl bike an neke nayê zanîn. Bi berdewamî pêkanîna tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên ku kevneşopiya siyasî ya Kurdan ji bo sê mercan bi dest xistî, niha jî girtina şaredarên şaredariyên CHP'ê û bi taybetî jî şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, baweriya ku hikûmet ne xwedî bernameyeke reforma demokratîk a hevgirtî ye xurttir dike.
 
Peymana Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Xwecihî ku bi banga DEM Partiyê ji nû ve kete rojevê, sala 1983'an hate amadekirin. Ji bo pêşvebirina demokrasiya herêmî û zêdekirina pîvanên demokrasiyê di pêvajoyên rêveberiya herêmî de Peymana Xweseriyê hat destpêkirin. Di peymanê de hat pêşdîtin ku yekîneyên herêmî bêyî zexta hikûmeta navendî karibin xizmetên herêmî û karên xwe bimeşînin, çavkaniyên xwe yên malî û navgînên xwe bi kar bînin. Bal kişand ser vî tiştî ku divê ji xweseriyeke berfireh sûd werbigirin, bikaribin wekî desteyeke bijarte nûnertiya gel bikin û bibin xwedî şiyana wergirtin û bicihanîna biryaran.
 
Belgeya ku di qonaxa derketinê de pêşniyarek e, ji bo welatên Ewropayê bû û di 15 'ê Cotmeha 1985'an de ji bo îmzeyê hat vekirin. Tirkiyeyê di 21'ê Mijdara 1988'an de Peymana Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Herêmî bi hin rezervasyonên li ser hin bend û paragrafan îmze kir û di 8'ê Gulana 1991'an de bi "Qanûna Erêkirina Peymana Ewropayê ya Rêveberiya Xweser a Herêmî" li Parlamentê erê kir. Di 1 'ê Nîsana 1993'an de piştî ku di 6'ê Tebaxa 1992'an de ji aliyê Desteya Wezîran ve hat erêkirin, ket meriyetê.
 
FIKARÊN JI BO DEMOKRASIYA XWECIHÎ
 
Lê belê Tirkiyeyê, derbarê wan madeyan de ku pêşbînî dike ku şaredarî çavkaniyên xwe yên darayî biafirînin û biryarên bi dilxwazî bidin, fikarên xwe anî ziman. Madeyên û paragrafên ku Tirkiye di derbarê wan de fikarên xwe rêzkirin wiha ne: 
 
* Şêwirandina bi rêveberiyên herêmî re di pêvajoyên plankirin û biryardayînê de yên ku rasterast wan eleqedar dikin (Made 4, Paragraf 6)
* Rêveberiyên herêmî yên ku xwe bi rêxistinkirina xwe ya navxweyî diyar dikin (Made 6, Paragrafa 1)
* Kar û çalakiyên kesên bijartî yên herêmî li gorî erkên xwe yên ku li gorî zagon û prensîbên bingehîn ên hiqûqî tên pênasekirin (Made 7,  Paragraf 3)
* Dema ku çavkaniyên xizmetê bidin rêveberiyên herêmî (Made 9, paragraf 4)
* Şêwira pêşîn a bi rêveberiyên herêmî re li ser çawaniya belavkirina çavkaniyên darayî ji bo meqamên herêmî tê terxankirin (Made 9,  Paragraf 6)
* Divê alîkariyên malî yên bên kirin, bi qasî ku derfet hebe, azadiyên bingehîn ên rêveberiyên herêmî yên ji bo bicihanîna polîtîkayên xwe ji holê rakin (Made 9, a paragrafa 7) 
* Divê rêveberiyên herêmî karibin bi yekîneyên rêveberiyên herêmî yên navneteweyî re hevkariyê bikin û ji bo parastina mafên xwe beşdarî sendîkayên navneteweyî bibin (Made 10 , Paragraf 2 û 3)
* Divê rêveberiyên herêmî xwedî maf bin ku di hiqûqa navxweyî de ji wan re mafên xwe biparêzin û serî li rêbazên qanûnî bidin. (Made 11)
 
LI ŞÛNA DEMOKRATÎKBÛNÊ GIRTIN 
 
Li gorî peymanê, civakên herêmî bi organên xwe yên xweser dikarin peywirên xwe yên herêmî pêk bînin, armanc dikin ku ji rêveberiyên herêmî re rayeyê bidin ku qaîdeyên xwe yên bingehîn diyar bikin, li gorî dilê xwe xebatên xwe bi rê ve bibin, pêşî li destwerdana hikûmeta navendî ya di karên herêmî de bigirin û çavkaniyên xwe yên herêmî biafirînin. AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi biryarnameyên di çarçoveya Rewşa Awarte de ku îlan kir, rê li ber tayînkirina qeyûman li şaredariyan vekir. Di encama vê pêkanînê de di destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) 102 şaredarî hebûn û qeyûm tayînî 94 şaredariyan kir. Di encama hilbijartinên sala 2019'an de HDP'ê 65 şaredarî bi destxist ji bilî 6 şaredariyan qeyûm tayînî hemû şaredariyan kirin. 
 
Lijneya Bilind a Hilbijartinê bawernameyên hilbijartinê neda hin şaredarên ku di hilbijartinê de bi ser ketin û bi hinceta ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ew ji peywirê hatine dûrxistin û li şûna wan sertîfîkadane dane namzetên partiya desthilatdar ên ku di hilbijartinê de bûn duyemîn. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an, ji bo 13 şaredariyan qeyûm hatin wezîfedarkirin û di nav de 10 şaredarî yên DEM Partiyê, 3 jî yên CHP'ê bûn. Wekî din, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 11 şaredarên CHP'ê hatin girtin. Hê jî ne diyar e bê ka pratîka tayînkirina qeyûman û girtina şaredaran wê bi dawî bibe yan na.
 
ŞAREDARIYAN 'HEJANDIN' 
 
Bi taybetî zexta malî ya li ser şaredariyên ji aliyê partiyên mûxalîf ve hatine qezenckirin, her diçe zêde dibe. Di hilbijartinên herêmî yên 2024'an de, dema ku gelek şaredariyên di destê AKP'ê de ji aliyê partiyên muxalîf ve hatin qezenckirin, Serokkomar Erdogan di Kanûna Pêşiyê de talîmata deynên ewlehiya civakî yên şaredariyan da û got: "Bi kêrî we tê ku hûn bi awayekî hê hişktir bihejînin. Piştî vê daxuyaniyê qutbûnên ku Bankaya Şaredariyan li ser şaredariyên ku muxalefetê bi dest xistî zêde bûn û îdîayên desteserkirina li dijî şaredariyan derketin pêş. Ji ber qutbûnê şaredarî bi pirsgirêkên mezin ên madî re rû bi rû ne, hin şaredarî nikarin mûçeyên karkeran jî bidin.
 
KONTROLA VESAYETÊ 
 
Zexta li ser rêveberiyên herêmî ji ber ku desthilatên ku bi qanûnan hatine diyarkirin jî li ser hin sînordariyan pêk tên, rêziknameyên yasayî yên derbarê rêveberiyên herêmî de jî li gorî prensîba "vesayetê" ne. Têkiliyên navbera rêveberiya navendî û rêveberiyên herêmî hem bi destûra bingehîn hem jî bi rêziknameyên cuda yên qanûnî tên pênasekirin. Di xala 123'yemîn a Destûra Bingehîn a sala 1982'an de tê gotin, "Rêveberî bi rêxistinbûyîn û wezîfeyên xwe bi temamî ye û bi qanûnan tê birêvebirin" di xala 127'emîn de balê dikişînin ser "Damezrandin, erk û hêzên rêveberiyên herêmî li gorî prensîba rêveberiya herêmî bi qanûnan tên birêvebirin." Lê belê bi dewamî dibêje, "Rêveberiya navendî, ji bo ku xizmetên herêmî bi prensîba yekparebûna rêveberiyê, di erkên cemaweriyê de yekitiyê peyda bike, ji bo parastina berjewendiya civakê û bicihanîna pêwîstiyên herêmî, xwedî rayeya îdarî ya rêveberiyên herêmî ye.  
 
SERERASTKIRINÊN KU DI ROJEVÊ DE NE
 
Serokkomarê AKP'î Erdogan di dewama axaftina xwe ya li civîna komê ya 14'ê Gulanê de diyar kir ku ev qanûn jî dikarin ji nû ve bên guhertin. Erdogan got ku di nav şaredarî, şaredariyên bajarê mezin, şaredariyên navçeyan, şaredariyên bajaran û rêveberiyên taybet ên herêmî de li ser çavdêrîkirina lêçûnên şaredariyan tevliheviyek çêbibe. Ji bo tayînkirina erk, hêz û berpirsyariyên şaredariyan, pêşniyarên ji bo rêziknameyê pêşkêş kir. Hin hêzên bajarên mezin, navçe û bajaran bi sînor bikin û belav bikin; û çavdêriya hişk li ser mezaxtinan ferz bikin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên AKP'ê, ji bo şaredariyên ku di mijarên mîna veguherîna bajarvaniyê de wezîfeyên xwe bi cih neynin jî 'bi zorê yan jî veguhastina qeyûman' hatiye xwestin. Her wiha nîqaşên tengkirin an jî parvekirina rayeyên şaredariyan di wergirtina destûrnameyên zonê de, pêşniyar dike ku li şûna şaredarî di van mijaran de tenê destûr bê dayîn, walî, qeymeqam, nûnerên şaredariyan û nûnerên wezaretên pêwendîdar jî cih bigirin.
 
Hikumet di navbera lêgerîna parastina hebûna xwe de bi sînorkirina desthilatên şaredariyên di destê muxalefetê de û rakirina Şertê Rêveberiya Xweser a Herêmî ya Ewropayê ku 'çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd hêsan dike' de dudilî tevdigere.
 
Demeke dirêj e hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di mijara rêveberiyên herêmî de gavên erênî navê lê li cîhanê mînakên rêveberiyên herêmî gelek in. Herêm û bajarên xweser ku dikarin di gelek mînakên cîhanê de werin dîtin, di şert û mercên ku gel karibe rasterast beşdarî rêveberiyê bibe, şaredarî dikarin çavkaniyên xwe yên darayî hilberînin û peydakirina xizmetguzariyan ji îradeya rêveberiyên herêmî re tê hiştin. Mînak; Li Iraqê Herêma Federe ya Kurdistanê, li Îngilîstanê Îrlandaya Bakur, li Çînê Hong Kong û li Çînê Macau, li Fînlandiyayê Åland, li Azerbaycanê Nahçivan, li Endonezyayê Bangsamoro, li Fîlîpîniyan Bangsamoro, li Gurcistanê Abkhazîa, Adjara û li Gurcistanê Osîtya Başûr, li Moldovayê Gagaûzîa û Transnîstria, li Ozbekîstanê jî Karakalpakstan hene. Li Îspanyayê, welatê Baskê û Katalonya jî di nav de 17 herêmên xweser hene û 2 bajarên xweser; li Rûsyayê 22 komarên xweser, 1 bajarekî xweser û 4 herêmên xweser hene; li Hîndîstanê 20 herêmên xweser hene ; Li Myanmarê 6 herêmên xweser; li Îtalyayê 7 herêmên xweser û 2 bajarên xweser; û li Çînê 30 bajarên xweser hene. Her wiha li dehan welatên weke Bolîvya, Yewnanîstan, Sirbîstan, Hollanda, Zelanda Nû, Kamboçya, Tanzanya, Somalî, Panama, Nîkaragûa, Fîjî, Danîmarka, Meksîka, Papûa Nû Gîne, Saînt Kîts û Nevîs û Trînîdad û Tobago, herêmên xweser, bajar an jî girav hene. Ev herêm û parêzgehên xweser xwedî maf in ku meclisên xwe ava bikin, li ser biryarên herêmî xwedî însiyatîf in û xwedî gelek mafên çandî û etnîkî ne ku perwerdeya bi zimanên wan ên resen jî hene.
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e