Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin

  • rojane
  • 10:47 15 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Malbatên endamên PKK’ê ku ji hêla PDK’ê ve hatine girtin, xwestin aqûbeta zarokên xwe bizanin, Barzanî guh bide wan û daxwazên wan bicih bîne.

 
Malbatên PKK’iyên li Herêma Federe ya Kurdistanê girtî, li gelek bajaran serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan û xwestin têkildarî aqûbeta zarokên xwe bikevin nava tevgerê. Têkildarî mijarê di 13’ê Hezîranê de li Amedê daxuyanî hate dayin û piştre jî malbatan serlêdan kirin. Malbatan gotin ku ew dixwazin ji zarokên xwe agahiyan bigirin. 
 
Ayşe Sarihan ku ji sala 2015’an heta niha tu agahiyan ji kurê xwe Baran nagire, diyar kir ku di zivistanê de hîn bû ku kurê wê 3 sal in girtî ye. Ayşe Sarihan, diyar kir ku ew dixwaze têkildarî rewşa kurê xwe agahiyan bigire. 
 
GELEK CARAN ÇÛ BAŞÛR LÊ BÊYÎ AGAHÎ BIGIRE VEGERIYA 
 
Nermiye Îverendî jî da zanîn ku kurê wê Mahsum Îverendî 10 sal berê li Dihokê hatiye girtin û ji bo pirsîna aqûbeta wî gelek caran çûye Herêma Federe ya Kurdistanê lê bêyî agahiyekê wergire vegeriyaye. Nermiye Îverendî, da zanîn ku jê re hatiye gotin ku teşkîlata îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê kurê wê girtiye û wiha domand: “Parastinê got; ‘Me îşkence lê kir lê ne axivî. Piştre jî me radestî asayîşê (saziya îstîxbaratê ya Herêma Federe ya Kurdistanê) kir.’ Ez her mehê diçim herêmê lê bêyî kurê xwe bibînim vedigerim. Bila Barzanî zarokên me bide.” 
 
Nûrşan Acar ku birayê wê Abdulhakîm Acar jî da zanîn ku kekê wê di destê PDK’ê de ye û ev agahî da: “Em dixwazin aqûbeta birayê me ji me re bibêjin. Fikarên me hene. Bila PDK bes êşê bi me bide kişandin.” Dayik Delal Acar jî got: “Bila zarokên me berde. Bila der heqê wan de agahiyan bidin me.” 
 
'EM DIXWAZIN AGAHÎ JÊ BIGIRIN’
 
Aynûr Ataş jî anî ziman ku ji sala 2014’an heta niha ji kurê xwe Kemal Taş agahiyan nagire û got: “Em hîn bûn ku salek berê ji hêla PDK’ê ve hatiye girtin. Ma çi ji zarokên me dixwazin? Ez bangî Barzanî dikim; kurê min û hemû hevalên wî berdin.” 
 
Biraziya Nevzat Uysal, Şermîn Uysal jî da zanîn ku mamê wê di pevçûneke sala 2022’yan de bi birîndarî hatiye girtin û ev agahî da: “Me çawa ku agahî girt, em çûn Herêma Federe ya Kurdistanê. Me bi Barzanî re hevdîtin kir. Ji me re gotin ‘Em ê agahiyê bidin we.’ Lê hêj jî li me venegeriyane. Ev 3 sal in nediyariyek heye. Gelo dijî yan na? Em nizanin. Êdî dixwazin agahiyekê jê bigirin.” 
 
'BILA BAŞÛR GUH BIDE ME’
 
Kekê Erdal Aslan, Yucel Aslan jî da zanîn ku birayê wî di Hezîrana 2021’ê di pevçûneke li navçeya Xalîfanê ya Hewlêrê de hatiye girtin û got: “Piştî agahiyê em çûn Başûr. Li Dihok, Hewlêr û Zaxoyê me gelek hevdîtin kirin. Me bi wekîlan re hevdîtin kirin. Lê ji wê rojê heta niha tu agahî nedane me. Divê hikûmeta Başûr guh bide me.”
 
Bavê Ahmet Bulut, Tahir Bulut jî got: “8 meh berê haya min jê bû ku kurê min weke dîl ketiye destê PDK’ê. Gelo li girtîgehê miriye yan sax e? Em nizanin. Em dixwazin agahiyekê ji zarokên xwe bigirin.” 
 
'GELO NE LI GIRTÎGEHÊ NE?’
 
Xwişka Ayhan Tatli, Fatma Tatli jî diyar kir ku ew nizanin ka birayê wan çend sal in girtî ye û got: “Em 2 caran çûn Başûr lê agahî nedan me. Barzanî bila çav û guhên xwe veke û guh bide me. Em dixwazin bizanin ka li girtîgehê ne yan na.” 
 
Reşît Îlbas jî got ku 11 sal in ji kurê xwe Îsmaîl Îlbas agahiyan nagire û ev tişt anî ziman: “2 meh berê agahî ji me re hat, gotin; ‘Kurê we li Iraqê di girtîgehê de ye.’ Ez dixwazim kurê xwe bibînim. Dixwazim bînim vê derê.” 
 
MA / Rûiye Payîz Adiguzel 
 
 
 

Sernavên din

14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'