ENQERE - Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê bi hinceta ku “stoka derman û xurekan tê kirin” dest danîn ser tirşiyê girtiyan. Ji girtiyan Abdullah Oral, bi vegotina çêkirina tirşî bertek nîşanî rewşê da.
Di 14’ê Hezîranê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê bi ser qawîşan de hate girtin. Tirşiyên di kavanozan de yên li qawîşa B-13’ê bi hinceta “stoka derman û xurekan” hatin desteserkirin. Piştî serdegirtinê, der heqê girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin. Rêveberiya girtîgehê, di çarçoveya lêpirsînê de ji girtiyan xwest parastina xwe bikin. Li girtî Abdullah Oral û Yavuz Ozdemîr mehek cezayê qedexeya pêwendîdanînê hate birîn.
TERÎFA ÇÊKIRINA TIRŞÎ VEGOT
Girtî Abdullah Oral, di parastina xwe de terîfa çêkirina tirşî vegot û bertek nîşan da. Oral, di parastina xwe de got: “Nehate fêmkirin ka tirşiyê behsa xeberê ku bûye mijara lêpirsîna disiplînê, li gorî kîjan rêziknameyê û kîjan xala wê ketiye ber lêpirsînê. Ya yekemîn; peyva ‘Tirşî’ navekî Kurdî ye ku di Tirkî dê tê wateya tiştên tehm tirş, nirxê wê yê xurekê ya probiyotîk zêde ye, ji tevlikirina çendek zebze û fêkiyan tê çêkirin, bi alîkariya fermantasyonên weke xwê, sêk an jî lîmon, sîrik û hwd. tê çêkirin ku cureyeke xwarinên alîkar e. Mîna zelate, cacix û xoşav û hwd e.
Di nava vî tirşiyî de îsot û kelemreşên ji pergala fêkîfiroş a girtîgehê hatine kirîn hene, lê tevî ku hatibû nivîsandin jî gêzer nehatin şandin lewma gêzeran tê de cih negirt. Ji bo her lîtreyeke avê biqasî kevçiyekê şorbeyê xwê û (ji ber sêk tune bû) û kevçiyekê ava lîmonê hatiye bikaranîn. Anku li derveyî tiştên ji zebzefiroş û kantînê hatine kirîn tu tiştekî din nehatiye bikaranîn.
Ev 26 sal in girtî me û li tevahiya girtîgehên ez lê dimam, ji ber çêkirina tiştê wekî tirşî û rîçal û hwd. der heqê me de lêpirsînên disiplînê nehatine vekirin. Di lêgerînê de dikare der heqê madeyên birînê, qulkirinê an jî derî mewzûatê lêpirsîn were vekirin lê nehatiye fêmkirin bê çima der heqê tirşî de hatiye destpêkirin.”
'EM DIXWAZIN TIRŞÎ WERE DAYIN’
Oral, rewşekî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê qewimî jî bi bîr xist û got: “Min biryara Dadgeriya Înfazê ya ‘Tirşî li gorî mewzûatê guncav e’ nû bihîst û dixwazim tirşiyên me dîsa bên dayin. Têkildarî tirşî dikarim van bibêjim.”
MA / Omer Gungor