NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump, biryarnameya serokatiyê ya ku mueyîdeyên ser Sûriyeyê bi dawî dike îmze kir.
Serokê DYA’yê Donald Trump roja duşemê di saetên derengî de biryarnameyek îmze kir ku gelek mueyîdeyên aborî yên li ser Sûriyeyê bi dawî dike. Biryarname pêşbînî dike ku sozên di civîna li Riyadê de ji bo Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şera hatine dayîn bên bicihanîn.
Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt diyar kir ku biryar bi armanca “teşwîqkirin û piştgirîdayîna rêya welêt a ji bo îstiqrar û aştiyê” hate dayîn.
Berpirsyarê îstixbarata teror û fînansê ya Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê Brad Smith anî ziman ku biryarnameya serokatiyê bi wê armancê hatiye dayîn ku “îzolasyona ji sîstema fînansê ya navneteweyî ya welêt bi dawî bike, ji bo bazirganiya kûreyî zemîn were amadekirin û ji cîranên herêmê û DYE’yê razemeniyan zindî bike.” Leavitt diyar kir ku DYA wê pêkanînên li ser hin endamên berê yên hikûmetê û Beşar Esad ê ku di dawiya sala borî de xwe spart Rûsyayê, bidomîne.