* Serokê Baroya Îdirê Ahmet Tûtûlmaz diyar kir ku divê desthilat beramberî her gavê bi awayekî qanûnî gavekê bavêje û got: "Divê komîsyon demildest bê avakirin û dest bi karê xwe bike. Êdî divê demildest gavên demokratîk bên avêtin."
* Tevî peymana ku di navbera HSD'ê û rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin jî, dagirkeriya komên paramîlîter a li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê didomin.
* Endama Lijneya Bilind a Navendî ya DEM Partiyê Îlknûr Bîrol, diyar kir ku divê kedkar bibin kirdeya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û got: "Divê kedkar bi zanebûna xwe di nava têkoşînê de cih bigirin."
* Piştî agirbesta di navbera Îsraîl-Îranê de, zextên li ser Kurdan zêde bûn. Rojnameger Hîva Zarîe diyar kir ku rejîm hewl dide bi tepisandina daxwaza xweseriyê ya Kurdan re pêşî li ber serhildanê bigire.
* Ciwanên tev li Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn, xwestin pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser bibe û got: “Em ciwan bi aştiyê re ne.”
* Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe. TUAY-DER û malbatan xwesetin girtiyên nexweş bên berdan.
* Ji ber dorpêça Iraqê ya li ser Kampa Mexmûrê, nexweş nikarin bên tedawîkrin û xwendekar jî çavkaniyan peyda nakin. Rayedarên kampê, banga rakirina ambargoyê kir.
* Bi boneya salvegera Komkujiya Madimakê dê li Sêwasê meş were lidarxistin. Li gelek bajaran dê çalakî bên lidarxistin. (10.00-20.00) ZINDÎ
* Rêxistinên ekolojiyê dê li dijî guhertina tê xwestin di qanûna madenan de were kirin, li pêşiya Meclisê daxuyaniyê bidin. (10.00)
* Wekîlên DEM Partiyê dê têkildarî bendavên tê xwestin li navçeyên Cizîr û Qilebanê bên çêkirin, li pêşiya Wezareta Hawirdorê daxuyaniyê bidin. (11.00)
* Mihrîcana li Tetwan a Bedlîsê dê di roja 6’an de bidome. (11.00-17.00)
* Şandeya ku di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ji Ewropayê hate Stenbolê dê daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDÎ
* Zeynep Kinaci û Sema Yuce dê li avahiya DEM Partiyê ya Wanê bên bibîranîn. (17.00)
* “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” ên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (20.00-21.00)