NAVENDA NÛÇEYAN – Şewatên ku li Tekîrdag, Çanakkale û li Boluyê derketibû ber bi jîngehan ve belav dibin.
Şewata ku duh li taxa gundê Îstîklalê yê navçeya Şarkoy a Tekîrdagê li daristanê derket, bi bandora bayê ve belav bû. Şewat gihîşt gundê Kizilcaterzî. 4 welatiyên ku dûxana şewatê bandor bûbûn rakirin nexweşxaneyê. Sedemê şewatê hêj nayê zanîn.
Duh gundê Şenkoy, Kizilcaterzî û Kocalî ji ber tevdîrê hatibûn valakirin. Hinek malên li vê herêmê ji ber şewatê zirar dîtibûn.
Waliyê Tekîrdagê Rcep Soyturk, diyar kir ku li gundê Kizilcaterzî lêpirsîn hatine destpêkirin û şewat ji ber bandora bayê belav bûye.
ÇANAKKALE
Şewata ku li navçeya Şarkoy a Tekîrdagê derket ber bi navçeya Gelîbolu ya Çanakkaleyê ve belav bû. Şewat bi şev gihîşte bajarokê Kavakkoy yê navçeya Gelîbolu. Şewata ku midaxileya koman lê hatekirin, hêj nehatiya kontrolkirin.
Xebatên tefandina şewata ku duh li navçeya Ayvacikê dest pê kiribû didomin. Şewata ku li gundê Naldoken ê Ayvacıkê derketibû sedema wê nehate zanîn. Waliyê Çanakkaleyê Omer Toraman, di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kir ku şewat hêj didome û 240 kes ji 3 gundan ji bo tevdîrê hatine tehliyekirin.
BOLU
Midaxileyên tefandinê yên li şewata navçeya Mudurnu ya Boluyê didomin. Şewata ku li gundê Çamyurdu derket li nava jîngehê belav bû. Komên Agirkujiyê, tenduristiyê, cendirme, Miduriyeta Herêmî ya Daristanê û AFAD’ê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin. Welatiyên ku ji ber dûxana şewatê bandor bûbûn ji aliyê komên tenduristiyê ve tedawiya wan hate kirin.
Hate ezanîn ku hinek sewal di şewatê de mirine.
KONYA
Midaxileyên li şewata ku duh li nêzî Davras a navçeya Doganhîsar a Konyayê derketibû berdewam dike. Şaredarê Doganhîsarê Alî Oztoklu, duh li ser hesabê medya xwe ya dîjîtal de got: “Bi komên me yên agirkujiyê ve xebatên tefandin û hinêkkirinê didomin. Bi gurbûna bayê ve şewat careke din belav bûye.”