AGİRÎ- Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi dirûşma "Ji bo yekitiyê ber bi aştiyê ve" konferansek bi sernavê "Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" li dar dixe.
"Konferansa Girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurd" ji aliyê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi dirûşma "Ji bo yekitiyê ber bi aştiyê ve " li navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest pê kir. Konferansa ku li eywana dawetê li dar ket, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedar Gulten Kişanak, Hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kaçmaz, parlamenter, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî, dayikên ku ji Zîlan û Roboskî hatibûn, bi sedan endam û delegeyên Platforma Saziyên Demokratîk beşdar bûn. Piştî tomarkirina navên beşderan axaftina destpêkê hate kirin.
‘JI BO YEKITIYÊ GAVÊN MEZIN TÊN AVÊTIN’
Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di konferansê de wiha axivî: “Em îro li dergeha Ehmedê Xanî ne. Bila îro dilê wî aram be, neviyên wî gaveke dîrokî diavêjin. Gelê Kurd sed sal e li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê têkoşîneke mezin dan. Îro rêzdar Abdullah Ocalan, manîfestoyek weşand û ji bo hemÛ Rojhilata Navîn modeleke aştiyê pêşkêş kir. Divê em vê yekê curt bikin û piştgiriye bidinê. Îro partî û baweriya me çi dibe bila bibe em Kurd in û welatê me Kurdistan e. Divê êdî di nava Kurdan de Beko nebin û yekitî pêk bê. Îro roja gelê Kurd e, roja xurtkirina Civaka Demokratîk e.”
‘GELÊ KURD ÇERXA FELEKÊ BI PÊŞENGIYA JINAN VE ŞIKAND’
Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, ev tişt got: “Îro hêj gelê Kurd dixwazin wan tune bikin. Em ê heta civîna kongreya neteweyî xebatan bidomînin. Kurd li çar parçeyan yek in. Gava ku li Silêmaniyeyê bi pêşengiya jinan ve hate avêtin, Kurdan careke din çerxa felekê şikand. Divê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a rêzdar Ocalan hemû Kurd lê xwedî derbikevin. Divê her kes ji bo yekitiya Kurdan bixebite.”
Piştî nişanda sînevîzyonê rûnîştina yekemîn dest pê kir.