* Henan Şengalî ku ji pirsa "Ma em jî dikarin çekê hilgirin?" a ku dema şervanên jin ên ji qirkirinê direviyan lê peyda bû, got: "Ez êdî ne ew jina êzdî ya berê me. Îro, em bihêz in. Em ji xweliya xwe ji nû ve vejiyan."
* "Deriyê Aşûr" ê li navçeya Serav a Wanê ku ji hêla Xiristiyanan ve di Cejna Paskalyayê de wekî deriyê ber bi Xwedê ve tê qebûlkirin û ji hêla kurdan ve jê re "Deriyê Aşûr" tê gotin, di nav "navendên kultê yên li derve" yên herî girîng de ye.
* Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî merasîma tunekirina çekan bûn, gotin ku ew li hember hemû zilmên ku wan dîtine aştiyê dixwazin û gotin "Dê bi vî awayî xemgînî û êşa di dilê dayikan de kêm bibe."
* 11 sal di ser Fermana 74'an a li dijî êzdiyan re derbas bûn. Seîd Hesen ku di dema komkujiyê de 16 rojan tî û birçî li Çiyayê Şengalê ma, got "Tevî fermanê jî, me axa xwe terk nekir."
* Kargehên ku ji çar aliyan ve Pira Deh Derî dorpêç kirine, hem pirê û hem jî Geliyê Dîcleyê wêran dikin û çayê bi 800 TL'yî difiroşin.
* DEM Partî, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan dê li pêşiya Wezareta Dadê daxuyaniyê bide. (14.00)
* Li navçeya Dep a Xarpêtê 4'emîn Mihrîcana Xweza û Çandê dest pê dike. (15.00)
* Karkerên ku ji aliyê qeyûmê Wanê ji kar hatibûn derxistin, dê li pêşiya avahiya AKP'ê daxuyanî bidin. (18.00)
* Li navçeya Cizîr a Şirnexê dê "Şahiya Aştî û Civaka Demokratîk" bê lidarxistin. (20.)