WAN – "Deriyê Pagan" ê li navçeya Serav a Wanê ku ji hêla Xiristiyanan ve di Cejna Paskalyayê de wekî deriyê ber bi Xwedê ve tê qebûlkirin û ji hêla kurdan ve jê re "Deriyê Aşûr" tê gotin, di nav "navendên kultê yên li derve" yên herî girîng de ye.
Li Taxa Pagan a navçeya Serav a Wanê "Deriyê Pagan" ê li ser kevir kolandin ku ji aliyê kurdan ve wekî "Deriyê Aşûr" tê zanîn û ber bi tu derî ve venabe, di nav deverên dîrokî yên herî girîng ên bajêr de ye. Derî ku di serdema Urartuyan de hatiye avakirin, gelek vegotin û şîrove li herêmê xwedî kiriye. Xiristiyanên li herêmê bawer dikin ku ew di Cejna Paskalyayê de deriyê Xwedê ye, lê Misilman bawer dikin ku ew "deriyê xezîneyê" ye û roja Înê tê vekirin. Baweriyeke din ku di bîra çandî ya xelkê herêmê de cih girtiye, ew e ku derî xenîmet û hespên Hz. Elî digire û her sal tenê rojekê vedibe.
Ev derî ku du metre fireh û 5.1 metre bilind e, wekî deriyên kevirî yên Urartuyê yên herî mezin tê hesibandin. Rûyê kevir hateiye pelçiqandin û nivîsarek mîxî li ser derî hatiye barkirin ku wiha dibêje: "Kurê Sardûrî Îşpûînî û kurê Îşpûînî Menûa, ji bo efendî Xaldî, sû-sî'yek Xaldî çêkir'. Bi hêza Xaldî, Îspûînî, kurê Sardûrî, bû padîşahê bihêz, padîşahê mezin, padîşahê erdên Bîanîlî, efendiyê bajarê Tûşpayê. Wî rêziknameyek nû ji bo qurbanan derxist: Ew ê ji bo Xaldî berxeke biçûk perçe bikin û ji bo Xaldî ga, ji bo Arûbanî ga, ji bo Deriyê Xaldî berxek û ji bo çekên Xaldî berxek serjê bikin."
Deriyê mezin bi çarçoveyeke çargoşeyî ya du gavan hatiye çarçovekirin. Kevirên li dora derî, bi taybetî li başûr, bi baldarî hatine rastkirin da ku platformeke mezin çêbikin. Bi tevahî şeş qulên stelan di platforma li dora deriyê kevir de hatine vekirin. Sê ji qulên stelan ên li kêleka hev li başûrê rojhilatê derî ne û sê yên din jî li başûrê rojavayê ne. Stelên li başûrê rojhilat ber bi başûr ve ne, lê yên li başûrê rojavayê ber bi keleha piçûk a li rojavayê ve ne. Ev taybetmendî cih dike navendeke kultê ya vekirî.
Derî ku tê texmînkirin ku di çaryeka dawîn a sedsala 9'an a berî zayînê (820-810) de di dema serweriya Îshûînî û kurê wî Menûa de hatiye çêkirin, roj bi roj tê wêrankirin. Kolandinên li dora derî û nivîsên li ser dîwaran, wekî wêrankirineke dîrokê tên nîşandan.
MA / Adnan Bîlen