NAVENDA NÛÇEYAN - 11 sal di ser Fermana 74'an a li dijî êzdiyan re derbas bûn. Seîd Hesen ku di dema komkujiyê de 16 rojan tî û birçî li Çiyayê Şengalê ma, got "Tevî fermanê jî, me axa xwe terk nekir."
Yanzdeh sal di ser komkujiya DAIŞ'ê ya li ser êzdiyên li Şingalê ya girêdayî vîlayeta Musûlê ya Iraqê, derbas bûn. Di vê komkujiyê de ku wekî "Fermana 74'an" hat binavkirin, bi hezaran êzdî jiyana xwe ji dest dan. Her çend hin çavkanî destnîşan dikin ku nêzîkî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye jî, tê texmînkirin ku ev hejmar pir zêdetir e.
Endamên DAIŞ'ê di dema komkujiyê de bi hezaran jin û zarok dîl girtin. Gelek kesên dîl hatin girtin, hatin kuştin û cenazeyên wan di gorên komî de hatin dîtin. Hin jin û keç li bazarên koleyan hatin firotin. Piştî yanzdeh salan, hîn jî aqûbeta gelek êzdiyan nayê zanîn.
BERPIRSIYARIYA PDK Û HÊZÊN IRAQÊ
Di dema komkujiyê de, hikûmeta Iraqê û PDK berpirsiyarê ewlehiya bajêr bûn. Her du hêzan jî bêyî ku guleyekê biteqînin, bi kamyonan ji bajêr derketin û êzdiyan bi tenê hiştin.
Bi deh hezaran êzdî ji bo ku ji komkujiyê birevin reviyan Çiyayê Şingalê. Duwanzdeh endamên HPG'ê êrişên DAIŞ'ê yên ku êzdiyên li wir hedef girtin, têk birin. Êzdî bi rêya xeta jiyanê ya ku ji hêla Yekîneyên Parastina Sivîl (YPG) ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat vekirin, hatin rizgarkirin.
Piştî fermana 74'an, li Şengalê tiştek wekî berê nema. Êzdî di bin fermandariya êzdiyan de xwe birêxistin kirin. Di destpêka sala 2015'an de, hewlên rizgarkirina bajêr hatin destpêkirin. Di 13'ê Mijdara 2015'an de, navenda Şengalê bi tevahî hat rizgarkirin.
Her ku êzdî hêdî hêdî vegeriyan, li bajêr meclis û avahiyên leşkerî hatin damezrandin. Bi pêşengiya fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke nû dest pê kir.
GUH NEDAN PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ
Di 9'ê Cotmeha 2020'î de di navbera Hewler û Bexdayê de peymanek hat îmzekirin. Êzdiyan peymana ku di bin çavdêriya Nûnera Taybet a NY ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û piştgiriya DYA, Îngilistan, Almanya û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin, red kir. Peyman hilweşandina Rêveberiya Xweser û radestkirina Şengalê ji artêşa Iraqê re destnîşan dikir.
Fermana 74'an paşê ji aliyê gelek welatan ve wekî jenosîdê hat naskirin. Êzidî hîn jî bi modela xwerêveberiyê xwe bi rê ve dibin.
16 ROJAN LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ME
Seîd Hesen, yek ji şahidên komkujiyê ye. Seîd Hesen ku şahidê êrîişên li gundê Girzerikê bû, wiha behsa wê demê kir: "Dema me bihîst ku DAIŞ ketiye Mûsilê, em tirsiyan. Me sê rojan li ber deriyê gund çavdêrî kir. Di şeva 3'yê Tebaxa 2014'an de, xeber hat ku DAIŞ ketiye gund. Piştre, dengê çekan bilind bû. Heta sibehê, kesek li gund nema; her kes reviya. Em jî reviyan. Cîranên me yên ereb li gund bûn. Ereban xizmên xwe birin û reviyan. Yên bê otomobîl bi peya li pey me hatin. Lê tişta ku herî zêde me êşand xiyaneta Pêşmergeyên girêdayî PDK'ê bû ku ji me re gotin, 'Em ê we biparêzin.' Ew berî ku DAIŞ êriş bike ji gund vekişiyan. Em ber bi Çiyayê Şengalê reviyan. Em 16 rojan li çiyê man."
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BIRÇÎBÛNÊ
Hesen diyar kir ku bi hezaran kes ji Çiyayê Şengalê di germahiya havînê de bi birçîbûn û tîbûnê re têdikoşiyan û got: "Em bi rojan li çiyê bê xwarin û av man. Tiştek tune bû ku em bixwin. Em ji şikeftekê ber bi şikeftekê digeriyan, me hewl dida giya bibînin. Çar zarokên min hebûn. Bi hezaran kes li çiyê bi me re bûn."
Hesen anî ziman ku hin kes ji bo rizgarkirina jiyana zarokên xwe daketin gundan û jiyana xwe xistin xetereyê û got: "Hin hevalên me bi şev ji çiyayan dadiketin gundê Tilezêr da ku li xwarinê bigerin. Piştî çend rojan, em meşiyan heta gundê Kersê. Xelk westiyayî, birçî û tî bûn. Dema ku em gihîştin Kersê, komeke mezin ji ereban nêzîkî me bûn. Lê ji ber ku em pir mezin bûn, ew ji me dûr ketin. Em 20 endamên heman eşîrê bûn. Yek ji me bi ereban re têkilî danî û bi vî awayî em karîbûn derbasî Başur bibin. Em pêşî çûn gundê Dêregûnê, paşê şevekê li wir man û çûn gundê Sêcê. Li hin cihên ku em çûn kurdên xiristiyan hebûn û wan alîkariya me kir. Lê hikûmeta Iraqê di wê demê de tu alîkarî neda êzdiyan."
Hesen diyar kir ku tevî hemû êrişan jî ew vegeriyane ser axa xwe û got: "Tekane xwesteka min û hêviya min ew e ku hemû gelê me vegere Şengalê. Şengal wê bibe cihekî xweştir û pêşketîtir. Ev axa me ye. 74 ferman hatin serê me, lê em hîn jî li vir in. Me axa xwe terk nekiriye û em ê neterikînin jî."
MA / Zeynep Dûrgût