AMED – Kargehên ku ji çar aliyan ve Pira Deh Derî dorpêç kirine, hem pirê û hem jî Geliyê Dîcleyê wêran dikin û çayê bi 800 TL'yî difiroşin.
Li Amedê ji cihên ku malovaniyê ji turîstên xwecihî û biyanî re dikin yek jê Pira Deh Derî ye ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye. Lê belê kafeyên ku li derdora pirê, Çemê Dîcleyê hatine çêkirin hem zirarê didin pira dîrokî hem jî derdorê texrîb û qirêj dikin. Kargehên ku bi awayekî fiîlî wir dagir kirin, niha bûne mayinde. Paşê ruxset ji bo gelek kafeyan hat dayîn û gelek jê jî bê ruxset in. Hem Midûriyeta Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî û hem jî rêveberiyên herêmî ji bo vê xwe li bêdengiyê datînin û tu mudaxileyê nakin.
Ji ber kafeyan cihekî ku kesên tên wir bêhna xwe lê vedin nemaye. Her wiha xwediyên kafeyan demilkek çayê bi 800 lîreyî difiroşin û bi vî awayî mirovan dişêlînin.
Metîn Baran diyar kir ku ew ji zarokatiya xw eve tê Pira Deh Derî û got: "Gava em biçûk bûn, ev der bê heq bû. Her ku çû kirin bipere. Pêşî kirin bipere, paşê fiyet jî pir hatin bihakirin. Ji ber vê ne turistîn xwecihî ne jî yên biyanî tên. Ên tên jî di ser pirê re derbas dibin. Pireke wiha xweşik li tu derê jî tune ye. Divê evd er bê parastin. Banga me ji bo şaredariya me ye; bila mudaxileyî vir bikin. Bila fiyet bên kêmkirin, bila dîroka vir bê parastin. Yan na wê ev der winda bibe."
Yuksel Kaya bertek nîşanî bihabûna fiyetan da û got: "Li vir fiyet pir biha ye, ev turîzmê diqedîne. Ên tên nikarin rûnên. Tenê derbas dibin. Lê mêze bike ev der vala ye. Ger wiha nekin hem ew ê qezenc bikin hem jî dê mirov karibin bi rihetî bigerin, rûnên û bêhna xwe vedin."
Muslum Şahîn bilê vkir ku par demlikê çay bi 250 TL'yî bûye lê îsal bi 750-800 lîreyî ye û got ku divê ev fiyet bên kêmkirin û derdor bê sererastkirin.
Mehmet Serînken diyar kir ku bi zorê plana ger û geşêtê çêdikin û got: "Em esnaf zehmetiyê dikişînin. Gava em digerin jî em newêrin li cihekî rûnên çay vexwin. Em difikirin gelo qedehek çay bi çi qasî ye? Em hesabê vê dikin, rewşeke pir bi pirsgirêk e. Mirov êdî nagerin. Divê dawî li vê bê."
Nurgul Delerê jî anî ziman ku ji Mêrdînê hatiye vir û got ku ji ber ku fiyet biha bûne tenê li ser pirê geriyane û paşê çûne bajarê xwe.
Seyît Acar ê ji Stenbolê ji bo gerê hat Amedê got: "Me li vir porsiyonek kezeb xwar bi 500 lîreyî, lê li Stenbolê bi 400 lîreyî ye. Em 6 kes in, ger em li cihekî rûnên wê dinyayek pere biçe. Kîloya çaya qaçax bi 300 lîreyî ye, lê demlika çay bi 800 lîreyî ye. Ev tiştekî awarte ye."
Halîl Îbrahîm Aydogan ê ji Tokatê hatiye diyar kir ku fiyet pir biha ne û got ku ji ber vê turîst nayên.
MA / Fethî Balaman