ŞIRNEX - Endamê Egîtîm Senê Mesût Aslan, li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, çalakiya greva birçîbûnê dike. Aslan, got: “Me soz daye zarokan ku dê wan biparêzin.”
Di sala 2019’an de li Cizîr a Şirnexê derketibû holê ku cîgirê midûrê Dibistana Amadehî ya Merkez Anadoluyê û Nûnerê Kargehê yê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan tacîza zayendî li 43 xwenedkaran kiriye. 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Ercan hatibû birîn û ev ceza piştre hate betalkirin. Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Şirnexê Mesût Aslan, ji bo protestokirina vê biryarê greva birçîbûnê da destpêkirin. Aslan ku li heman dibistanê mamostetiya rêberiyê dike, dixwaze Ercan bê cezakirin.
PÊVAJOYA DERKETINA HOLÊ YA BÛYERÊ
Mesût Aslan, da zanîn ku bûyera tacîzê piştî giliyê 4 xwendekaran derketiye holê û got: “Ev pêvajoya bi 4 xwendekaran dest pê kirî derket 18 xwendekaran. Dozgerê demê pêşiya giliyên din girt û got ‘jixwe 18 kes bes in.’ Pêşî li zarokan girt ku serî li darazê bidin. Piştre jî wezaretê mifetîş şand dibistanê û em hîn bûn ku 38 zarokan weke mexdûr îfade dane. Lêbelê ji destpêkê heta dawiyê faîl hate parastin. Tevî ku Midûriyeta Perwerdeyê ya Netewî hate agahdarkirin û diviyabû agahî bidaya hêzên ewlekariyê jî nekir. Xwestin bûyerê veşêrin. Lêbelê bi israra xwendekarên me lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.”
Aslan, diyar kir ku tevî gilî û lêpirsînê jî Ercan ji kar nehatiye derxistin û wiha pê de çû: “Lijneya disiplînê ya bilind dosya ji walîtiyê re şandibû. Walîtiyê jî ji bo salekê cezayê sekinandina qedemeyê da û lêpirsîna îdarî bi dawî kir. Em dibînin ku hewl dane wî biparêzin. Ev lêpirsîna îdarî bi tu awayî teblixî zarokan nekirin. Nexwe belkî zarokan îtîraz bikira. Belkî serî li darazê dabûna. Lêpirsîna edlî 3 salan domiya û nêzî 4 salan nemû mijara dadgehê.”
Aslan, destnîşan kir ku hinek xwendekaran giliyên xwe paşve kişandin û îdianame ser îfadeyên 4 kesan hatiye amadekirin û wiha axivî: “Ev îdianame ji Dadgeha Cezayên Giştî re hate şandin. Sûcên îstîsmarkirina zarokan û tacîzê mijara dadgehên cezayên giran e. Lêbelê dozger sewqî dadgeha giştî kir. Têkildarî zarokên 18 salî yên giliyê xwe paşve kişandin de biryara neşopandinê hate dayin. Lêbelê zarokên ji 18 saliyê biçûktir heke giliyên xwe paşve vekişînin jî dozgerî mecbûr e îdianameyê amade bike. Dozger rayeya xwe derbas kir û biryara bêbiryariyê da.”
BAL KIŞAND SER POLÎSAN: FAÎL TÊN PARASTIN
Aslan, da zanîn ku Ercan tê parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Burokrasî û darazê bi biryarên dayin û yên nedayîn ev faîl parastin. Ji bo pêşîlêgirtina bertekan, cezayekî biçûk ê weke 22 meh û 15 roj cezayê hefsê lê birîn. Di şerekî biçûk ê li taxê de jî ji 5 salan heta 10 salan cezayê hefsê didin lê kesekî zarok tacîz kirin, bi cezayekî wiha tê xelatkirin. Vê jî wijdana gel êşand. Di doza cemaweriyê de jî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate dayin lê îstînafê bi hinceta ku îfadeyên zarokan kêm in, hate betalkirin. Ev pirs ji me tê kirin; ‘kî vî kesî diparêze?’ Ji van mertalên pişt min aşkera dibe ka kî wî diparêze. Ji bo ku em bertekê nîşan nedin ewqas mertal hatine komkirin û faîl tê parastin.”
‘ME SOZ DAYE ZAROKAN’
Aslan, daxuyand ku ew ne li gel çalakiya greva birçîbûnê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Lêbelê ji bo ku ev mertalên li dora faîl hatine danîn bişikê, ji bo polîtîkaya necezakirinê bi dawî bibe û ji bo hişyarkirina wijdana gel ez neçar mam ku vê çalaiyê bidim destpêkirin. Ev greva birçîbûnê, soza parastinê ya ku me di roja ewil de daye zarokan e. Di roja ewil de me ji zarokan re got ‘Em heta dawiyê bi we re ne.’ Em vê soza xwe bicih tînin. Rayedarên dewletê yên zarokên me neparastin, niha jî me asteng dikin ku zarokan neparêzin. Heta ku faîl cezayê heq dike dikêşe dê ev têkoşîn bidome.”
ÇI BÛBÛ?
Cîgirê Di sala 2019’an de li Cizîr a Şirnexê derketibû holê ku cîgirê midûrê Dibistana Amadehî ya Merkez Anadoluyê û Nûnerê Kargehê yê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan tacîza zayendî li 43 xwenedkaran kiriye. Der heqê Ercan de ji ber sûcên “tacîza zayendî”, “êrişa zayendî” û “îstîsmara zayendî” doz hate vekirin. Doz, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin û 3 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Parêzerên faîlî di sala 2024’an de îtîraz kirin. 7’emîn Daîreya Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê di Sibata 2025’an de biryara betalkirina cezayê faîl da û xwest jinûve bê darizandin. Danişîna dozê dê di 20’ê Mijdarê de bê lidarxistin.