QERS - Zanyarê Siyasetê yê Zanîngeha Kafkasê Doç. Dr. Adem Çelîk got ku avakirina çandeke siyasî ya hevpar ku demokratîk be û cudahiyan nas bike ku careke din çek neaxivin, yek ji xalên girîng ên ji bo domdariya aştiyê ye.
	Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tê meşandin, ji hêla gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Lê akademiya Tirk, vê mijarê di nav sînorên akademîk de nîqaş nake. Zanyarê Siyasetê yê Zanîngeha Kafkasê Doç. Dr. Adem Çelîk, rexne li vê helwestê girt û diyar kir ku avakirina aştiyê û hewldana ji bo aştiyê erkê hemû akademîsyen û rewşenbîran e û divê akademî li ser vê mijarê xwe rexne bike. 
	Çelîk ku sedema sereke ya pêvajoya pevçûnî wekî nehatina cem hev a komar û demokrasiyê destnîşan kir, got: "Di vê qonaxê de, di hin beşan de îradeya hatina cem hev a komarê û demokrasiyê derdikeve holê. Yek ji armancên bingehîn ên pêvajoya aştiyê xuya dike ku komara 102 salî bi demokrasiyê tac bike. Bê guman, yek ji aliyên herî girîng ên vê yekê avakirina bingeheke hevpar e ku pirrengiyê nas dike, ne nasnameyek tekparêz a li ser înkar û asîmîlasyonê ye. Ji ber vê yekê, em ketine qonaxa nirxandin û nîqaşkirina serdemeke nû ku tê de nasnameyên cuda êdî nebin gef û bibin sermaye û ku tê de em dikarin li kêleka cudahiyên xwe hevkariyên xwe ava bikin."
	'HIQÛQA VEGUHÊZ HEWCE YE'
	Çelîk diyar kir ku pêvajoyên aştiyê pêvajoyên têkoşînê ne ku demeke dirêj hewce dikin û got: "Pêvajoya ku em jê re dibêjin civaka demokratîk pêvajoyeke dirêj û berfireh e. Ji ber vê yekê, li şûna ku em bifikirin ku em ê di demeke kurt de gavên mezin bavêjin, xuya dike ku gengaz e ku komarê bi demokrasiyê tac bikin û bi civakîkirina aştiyê ji atmosfera tundûtûjiyê birevin, dînamîkên demokratîk ên civakê eşkere bikin. Ji bo vê armancê, xuya dike ku siyaseta Kurd beşeke girîng ji gavên xwe yên pêwîst avêtiye. Ji niha û pê ve, di pêvajoyên aştiyê de serdemeke veguhêz a hiqûqê, tiştê ku em jê re dibêjin bêçekkirin û ji nû ve vejînkirin, pêwîst e. Ji bilî vê, yek ji xalên herî girîng avêtina gavên demokratîk e ku dê pirsgirêkên bingehîn ên ku bi rastî bûne sedema pevçûnê çareser bike. Aştî ne tenê tê wateya bêdengkirina çekan."
	Çelîk her wiha girîngiya bêdengkirina çekan di pêvajoyên aştiyê de destnşan kir û got: "Bê guman, bêdengkirina çekan girîng e. Ev ji bo civakê destkeftiyeke mezin e. Lêbelê, avakirina çandeke siyasî ya demokratîk û cihêreng ku tê de çek careke din neaxivin ji bo domdariya aştiyê pir girîng e. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku divê em perspektîfa xwe ne tenê li ser aştiya neyînî, li ser perspektîfeke aştiya erênî ku dê pirsgirêkên civakî û sedemên bingehîn ên pevçûnan çareser bike, berbiçav bikin." 
	Çelîk destnîşan kir ku ne tenê aktorên siyasî, di heman demê de di avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de erk û berpirsiyariyên girîng ên komên civakî jî hene. 
	BERPIRSIYARIYÊN AKADEMÎSYENAN
	Çelîk anî ziman ku aştî mafekî bingehîn ê mirovan e û rewşenbîr û entelektuelên civakê di vê pêvajoyê de xwedî berpirsiyariyên girîng in û wiha domand: "Xebata ji bo aştiyê berpirsiyariya bingehîn a rewşenbîran e. Ji ber vê yekê, avakirina aştiyê û hewldana ji bo aştiyê erkê hemû akademîsyen û entelektuelan e. Lêbelê, xwerexnekirinê divê. Divê em bibêjin ku akademiya Tirkiyeyê ji bo aştiyê têra xwe amade nîne. Nîqaşên vê dawiyê, nemaze ji hêla akademîsyenên ku hem rêça sereke û hem jî yên ku muxalefetê dipejirînin ve, nîşan didin ku wan têra xwe aştî li Tirkiyeyê an jî mînakên aştiyê li çaraliyê cîhanê lêkolîn nekirine. Akademîsyen di demên şer de hindik tişt dibêjin. Ji ber ku şer demek e ku gotin kêm tên gotin. Aştî, an jî serdema nû ya ku em tê de ne, demek e ku gotin, li şûna çekan, dê serdest bibin û em ê bi hev re li ser pirsgirêkên xwe yên bingehîn ên civakî nîqaş bikin. Ev serdem bê guman berpirsiyariyekê dide ser milê akademîsyenan. Ji ber vê yekê, hemû akademîsyen jixwe berpirsiyariyek li ser avakirina aştiyê û afirandina civakeke demokratîk heye ku tê de axaftin gengaz be. Lêbelê, ne gengaz e ku bersivek pir erênî ji bo pirsa gelo cîhana akademîk têra xwe amade ye ku mijara aştiyê çareser bike were dayîn."
	Çelîk bal kişand ser berdêlên giran ên di şer û pevçûnan de û got: "Me di 50 salên dawî de bi deh, bi sedan, bi hezaran mirovên xwe winda kirine. Bi deh hezaran, bi sed hezaran, bi mîlyonan mirovên me neçar mane ku koç bikin. Ev sedema yekane bi tena serê xwe jî dibe ku ji bo pêkhatina aştiyê bes be. Ew ji sedemên ku em ji bo pêknehatina aştiyê pêşniyaz dikin, sedemek mezintir e. Ji ber vê yekê, bi raya min, divê cîhana akademîk li şûna ku li ser sedema pêknehatina aştiyê bifikire, balê bikişîne ser ka çawa dikare aştî pêk were û ji bo aştiyê hewl bide."
	MA / Omer Akin
								