AMED - Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, ji bo mitînga ku dê di 4’ê Çilde de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir û got: “Divê azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û mafê hêviyê bê sepandin.”
Hevberdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji bo tevlibûna mitînga "Hêvî û Azadî" bangî gel kir. Ev mitîng ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve, dê di 4’ê Çile de saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Gülcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku ev mitîng ji bo pêvajoyê gelekî girîng e û destnîşan kir ku dê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Leyla Zana wekî axivêr beşdarî mitîngê bibin.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku ji bo avakirina civakeke ku tovên aştiyê tê de şîn bibin divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih û ev tişt got: “Bi salan e li ser vê axê êşên kûr tên kişandin. Îro ji bo bi dawîkina li van êşan, ji bo hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê deriyên erênî vebûne. A girîng ew e ku em ê vê pêvajoyê çawa birêvebibin. Di vê çarçoveyê de berpirsiyarî hem dikeve ser milê me hem jî dikeve ser milê dewletê.”
‘DIVÊ PÊVAJO BÊ XURTKIRIN’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku hevdîtina li Îmraliyê gaveke girîng e û wiha pê de çû: “Ev pêvajo nêzî salekê ye dest pê kiriye û di vê çarçoveyê de xebatên watedar hatin kirin. Di meclisê de komîsyon hat avakirin, vê komîsyonê hin têkilî danîn û herî dawî li Girava Îmraliyê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e ku dewleta Tirkiyeyê bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtinên dewletê yên bi rêzdar Abdullah Ocalan re yên derbarê pêvajoya siyasî de watedar in. Divê em jî vê pêvajoyê bilez bikin û xurt bikin.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ SEPANDIN’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê xaleke sereke ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro pêvajoyek dest pê kiriye; lê aktorê sereke yê vê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan e. Her çend muxatabê vê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan be jî, mixabin hîn jî di bin tecrîdê de ye. Rêzdar Abdullah Ocalan tevî mercên tecrîdê vê pêvajoyê birêve dibe. Di vê çarçoveyê de divê azadiya fizîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin, mafê hêviyê bê sepandin; ji ber ku aktorê bingehîn rêzdar Ocalan e, divê şert û mercên wî werin avakirin da ku bikaribe pêvajoyê birêve bibe. Di serî de rêzdar Ocalan û hemû girtiyên siyasî divê azad bibin.”
BANGA JI BO MİTÎNGÊ
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bal kişand ser girîngiya beşdariya xurt a mitîngê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê di 4’ê Çile de li Amedê mitîngekê li dar bixin. Mitîng hem ji bo ‘mafê hêviyê’ hem jî ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan e. Ji destpêka pêvajoyê ve aliyê Kurd gavên pir girîng avêtin. PKK’ê di vê çarçoveyê de ji bo pêşketina siyaseteke demokratîk gavên dîrokî avêtin. Divê dewleta Tirk jî gavên ku civakê qanî bikin biaveje. Mitîng di vê pêvajoyê de girîng e. Wekî Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk, em ê ji bo xurtkirina mitîngê têbikoşin. Ji bo azadiya rêzdar Ocalan, ji bo avakirina aştiyê û serkeftina pêvajoyê, beşdariya xurt a mitîngê pir girîng e. Em ê li ser vê esasê bixebitin û em girseyê vedixwînin li qadê.”
MA / Fethî Balaman - Heval Onkol
