Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin

  • jin
  • 14:14 23 Gulan 2022
  • |
img
ÎDIR - Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû û 3 kesên pê re hatin binçavkirin. 
 
Li gundê Karagaç ê Îdirê, duh zilamê bi navê Mahsûn Abakay (24) jina bi navê Pinar Kizil (24) birîndar kiribû. Abakay, Kizil birîndar hiştibû û ji cihê bûyerê reviyabû. Li ser bihîstina dengê çekê ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin û Kizil rakiribûn nexweşxaneyê. Piştre Kizil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Abakay û 3 kesên pê re li gundê Aşagı Erhanci yê Îdirê hatin binçavkirin.