Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin

  • jin
  • 12:28 28 Îlon 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, di nameya têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê şandin de li dijî hişmediya mêr a jinan qetil dike banga têkoşînê kir. 
 
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, têkildarî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê hate qetilkirin, bi rêya malbatên xwe nameyeke piştevaniyê şandin. Jinan di nameye de destnîşan kirin ku ev komkujî di kesayeta Jîna Mahsa Amînî de li hemû jinan hatiye kirin û xwestin li dijî vê yekê jin têbikoşin. 
 
Jinan di berdewama nameya xwe de wiha gotin: “Zext û zordariya zêde ya li ser jinê, ne tenê li Îranê li hemû dewletên faşîst bi komkujiyên sîstematîk ên jinan re dewam dike. Li ku devera cîhanê bibe bila bibe zexta zêde ya li ser jinê bi hişmendiya zilam tê kirin. Îro zîhniyeta AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê mîna rejîma molayan jiyan li jinan kiriye zindan. Li Tirkiyeyê her roj jin ji aliyê jin û mêran ve tên qetilkirin. Di desthilata AKP-MHP’ê de qetilkirina jinan zêde bûye.”
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN’
 
Jinan di nameyê de diyar kirin ku qetilkirina Amînî tê wateya qetilkirina hemû jinan û wiha got: “Em weke jinên di zindanê de qetilkirina Jîna şermezar dikin. Divê li dijî vê komkujiyê hemû jin dengê xwe bilind bikin. Divê em jinên li ber xwe didin tenê nehêlin li her derê xwedî li berxwedana wan derkevin. Em xwedîderketina jinan hembêz dikin û berxwedana wan silav dikin. Bijî têkoşîna jinan. Jin jiyan azadî.”