Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye

  • jin
  • 15:11 28 Îlon 2022
  • |
img
DÎLOK - Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê Ceren Yildiz di daxuyaniya ji bo Jîna Mahsa Amînî de axivî û wiha got: “Ya ku bi qetilkirina Jîna Mahsa re mezin dibe, hêrs û serhildana me ye.” 
 
Navenda Mafên Mirovan û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Dîlokê têkildarî jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma îranê ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Edliyeya Dîlokê daxuyanî da. Li gel endamên komîsyonê, her wiha rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzer jî di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê Ceren Yildiz diyar kir ku bi qetilkirina Jîna Mahsa re ya ku mezin dibe, hêrs û serhildana wan e. 
 
Bi domdarî Yildiz anî ziman ku qetilkirina Jîna Amînî ji hêla “polîsên exlaqê” ve, di asta cîhanê de rê li ber tevgereke jinan vekir û wiha got: “Pêla çalakiyan a ji ber cînayetekê dest pê kir, îro veguheriye serhildana gel. Komara Îslamî ya Îranê bi êrişên derhiqûqî hewl dide serhildana heyî bitepisîne û ev êriş nayên qebûlkirin. Di dema çalakiyan de Hadîs Najafî ya 21 salî bi 6 guleyan hat qetilkirin. Lê belê komara Îslamî ya Îranê û hêzên ewlekariyê yên dijminatiya jinan dikin, tevî êrişên xwe yên di asta îşkenceyê de jî nekarîn bi ser kevin û dê nekarin bi ser kevin jî. Ji ber ku jin dê dev ji mafên xwe bernedin û zextên li ser azadiya xwe qebûl nekin. Em jî li gel vê serhildana mafdar a jinan e.
 
‘TÊKOŞÎNA JÎNA’YÊ TÊKOŞÎNA ME YE’
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji sala 1979’an heta niha li Îranê qanûn, li ser dijminatiya jinan tên sazkirin. Dersokê li jinan ferz dikin, hewl didin tehekûma xwe li ser wan ava bikin, destwerdanê li cil û bergên wan dikin. Bi hinceta ku li gorî qeydeyên îslamî tevnagerin, jinan derb dikin. Rejîmeke wiha neçarî tunebûnê ye. Lê tevî van êrişan jî jinên îranî tu caran dev ji daxwaza mafên xwe û azadiya xwe bernedan. Berxwedana Jîna Mahsa jî îspata vê ya herî mezin e. Di şexsê Jîna’yê de soza me ya ji bo hemû jinan ev e; bêexlaqî ne di tayê pora we de lê ji Îranê heta hemû cîhanê di zîhniyeta mêrserdest de ye. Têkoşîn û berxwedana Mahsa’yê, têkoşîna me jî ye.”