Sînemagerên tirkiyeyî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ piştgirî dan berxwedanê

  • jin
  • 16:53 29 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên sînemager ên tirkiyeyî bi vîdeoya amade kirin re xwedî li berxwedana jinan a li Îranê derketin û ji bo azadî û wekheviyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatibûn destpêkirin û ev çalakî hêj berdewam in. Bi mebesta piştevaniya bi berxwedanê re, jinên tirkiyeyî li ser hesaba bi navê “Stand with Women of Iran – Turkey” peyamên piştevaniyê parve kirin. Di vê çarçoveyê de gelek sînamegerên jin ên tirkiyeyî jî vîdeo parve kirin û piştgirî dan berxwedana li Îranê. 
 
NAVÊN KU PIŞTGIRÎ DANE
 
Fûsûn Demîrel, Nûr Surer, Tulîn Ozen, Burcu Bîrîcîk, Melîs Bîrkan, Ayça Damgaci, Ceren Moray, Damla Sonmez, Melîsa Sozen û Canan Erguder jî di nav de, gelek sînemageran bi zimanên tirkî, kurdî, farisî, erebî, ingilîzî, îtalî, almanî û spanî peyam parve kirin û piştgiriya xwe ya bi berxwedana jinên îranî re ragihandin. 
 
BI DIRÛŞMA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ PIŞTGIRÎ DAN
 
Vîdeo, dema lîstikvan Gokşen Ateş pora xwe jê dike dest pê dike û di berdewamê de jî sînemagerên jin navê Jîna’yê dibêjin. Her wiha di dîmen de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku bûye sembola berxwedana jinên kurd tê berzkirin.