Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket

  • jin
  • 11:33 10 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê ku li ser qada dijîtal hate weşandin, bi dosyaya “Birêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî” derket. 
 
Hejmara nû ya kovara Jineolojiyê derket. Ji ber erdhejên Mereşê, lijneya weşanê biryar da ku ev hejmar bi awayekî dijîtal bê weşandin. Di hejmara nû de dosyaya “Birêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî” hat destgirtin. 
 
Koma lijneya weşanê wiha got: “Em hemû kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re nîşan didin. Em soz didin ku dê birînên xwe bi hev re derman bikin. Di van rojên ku em 8’ê Adarê li pey xwe dihêlin de, bi hêviya ku têkoşîna jinan a roj bi roj mezin dibe dide hemû cîhanê, hemû jinên bi baweriyeke mezin têdikoşin silav dikin û hêvî dikin ku 8’ê Adara îsal bibe wesîleya azadiyê.” 
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin hejmara dawî ya kovarê: (https://www.jineolojidergisi.com/)