Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin

  • jin
  • 13:52 10 Adar 2023
  • |
img
STENBOL - Jinan diyar kir ku di Meşa Şeva Femînîst a 8’ê Adarê de hêrsa li dijî desthilata AKP’ê derketiye holê û wiha gotin: “Jinên ji neteweyên bindest, bi taybetî jî kurd wê têkoşîna xwe ya neteweyî bilind bikin û hemû daxwazên xwe li qada Newrozê biqîrin.”
 
Tevî ku jinan 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê îsal di bin siya erdhejê de pêşwazî kirin jî, li dijî tundiya mêr-dewletê, şer, hilweşîna ekolojîk û polîtîkayên şerê taybet peyamên xwe dan. Jinên ku bertekên xwe bi dengekî bilind li dijî hikûmeta AKP'ê ya ku ji krîzên aborî, ekolojîk, leşkerî û siyasî yên li welat berpirsiyar e anîn ziman û gotin “Em ê hem li bajarên Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê hesab bipirsin” û di heman demê de wê hevgirtina jinan jî zêde bikin. 
 
Li Stenbolê, tevî hemû astengiyan jî jin ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a 8'ê Adarê li Taksîmê li hev civiyan. Tevî ku Qeymeqamtiya Beyoglûyê xwest pêşî li meşê bigire jî, bi hezaran jin bi qîrîna dirûşmeyên "Hikumet îstifa bike" meşiyan.
 
ÊŞ VEGUHERÎ HÊRSÊ, HÊRS VEGUHERÎ SERHILDANÊ
 
Berdevka Giştî ya Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû diyar kir ku bi erdhejê re êş veguherî hêrsê, hêrs jî veguherî serhildanê û wiha got: “Tevî hemû astengî û tundiya polîsan jinan peyama ‘Dê AKP biçe, jin bimînin’ da.”
 
‘EM Ê BERXWEDANA 8’Ê ADARÊ VEGUHÊZIN NEWROZÊ’ 
 
Ji Rizgarkirina Jinan Gamze Taşçi diyar kir ku çawa di 8’ê adarê de xwe bi rêxistin kirin dê weke jinên ji hemû gelan Newrozê jî bi rêxistin bikin û wiha got: “Jinên ji neteweyên bindest, bi taybetî jî kurd wê têkoşîna xwe ya neteweyî bilind bikin û hemû daxwazên xwe li qada Newrozê biqîrin. Berxwedana 8’ê Adarê ku me li qadan bilind kir, em ê veguhêzin Newrozê.”