Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket

  • jin
  • 13:08 12 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara duyemîn a Kovara Jin’ê ku her hefteyê di roja yekşemê de derdikeve, bi manşeta “Di rêvebirina karesatê de cihêkariya zayendî heye!” derket. 
 
Hejmara duyemîn a Kovara Jin’ê ku her hefteyê di roja yekşemê de derdikeve, vê hefteyê bi manşeta “Di rêvebirina karesatê de cihêkariya zayendî heye!” derket. Di vê hejmarê de rojnameger Hîcran Urun bi nivîsa xwe ya “Karesat herî zêde bandorê li jinan dike lê rêveberiya wê çima nezanê zayendê ye?” bal kişand cihêkarî û newekheviya zayendî ya di rêveberiya karesata erdhejê de. Rojnameger-nivîskar Ayşe Duzkan jî bi nivîsa “Sermaye û dewlet bila li karê xwe vegerin, piştevanî bi yên bi tenê re” diyar kir ku di demên karesatê de xetereyeke mezin li ser ewlehiya jinan çêdibe û di rewşên wiha de dewlet û patrîarka bêhtir nêzî hev dibin. Di vê hejmarê de her wiha nivîsa Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekda ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin jî hate weşandin. Nivîs, bi sernavê “Bijî piştevaniya gelan” hate weşandin û di nivîsê de hat destnîşankirin ku jinên ku bi sala ye di hemû rêveberiyan de rastî cihêkariyê tên, bi berxwedana xwe ve her qada jiyanê vediguherînin. 
 
Endama Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Selma Gundor jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Hygieia hêj jî derman e” ve pêşniyarên xwe yên ji bo nexweşiyên li herêmên erdhejê nivîsand. 
 
Nivîsên di hejmara nû de ev in: 
 
* Karesat herî zêde bandorê li jinan dike lê rêveberiya wê çima nezanê zayendê ye? / Hîcran Urun
 
* Sermaye û dewlet bila li karê xwe vegerin, piştevanî bi yên bi tenê re / Ayşe Duzkan
 
*Di erdhejan de jinbûn / Oya Açan
 
*Jiyaneke nû-aboriyeke nû pêkan e / Ayşegul Yilgor
 
*Bijî piştevaniya gelan / Fîgen Yuksekdag
 
*Hygieia hêj jî derman e / Selma Gungor