Berteka ji bo bazarkirina qanûna 6284'an: Têkoşîna jinan wan çavtirsandî dike

  • jin
  • 09:01 17 Adar 2023
  • |
img
WAN - Tirkiye amadekariyên hilbijartina 14'ê gulanê dike. Lê siyaseta mêrserwer li ser maseyê destkeftiyên jinan ji xwe re kiriye mijara bazarê. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryama Aslan bertek nîşanî vê da û got ku xurtbûna têkoşîna jinê hem desthilatê hem jî dewletê çavtirsandî dike. 
 
Desthilata AKP'ê ji bo siberoja siyaseta xwe, careke din destkeftiyên jinan hedef girt. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, desthilat niha jî çav berdaye Qanûna Jimare 6284'an a Der barê Pêşîgirtina Tundiya li Jinê û Parastina Malbatê û mafê nefeqeyê. Tifaqa Cumhur ber bi hilbijartina 14'ê gulanê ve qanûna navborî ya ku jin û zarokan ji tahdeyê diparêze kir mijara bazarê. 
 
Desthilata AKP'ê, ji bo Partiya Jinûve Refahê tev li Tifaqa Cumhurê bibe hevdîtinên bi vê partiyê re didomîne. Lê belê Partiya navborî jî ji bo tev li Tifaqa Cumhurê bibe hin şert danîne pêşiya AKP'ê. Ji van şertan yek jê jî qanûna jimare 6284'an û girtina komeleyên LGBTÎ+ ye. Ev yek bû cihê bertekên mezin.
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryama Aslan, bertek nîşanî vê da û got ku xurtbûna têkoşîna jinê hem desthilatê hem jî dewletê çavtirsandî dike. 
 
TÊKOŞÎNA JINAN EW ÇAVTIRSANDÎ KIRINE
 
Aslan, diyar kir ku li Tirkiyeya niha mafê nefeqeyê yê jinan bi xwe jî ketiye ber nîqaşan û wiha got: "Siyaset wisa difikire ku 'qadên jiyanê ji jinan re nehêle.' Qanûn tên betalkirin. Ji ber vê kiryar jî wisa difikirin, 'Ez dikarim ya xwe bikim, dê tiştek neyê serê min.' Bi vî awayî rêyeke rewa li ber wan tê vekirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome." 
 
Bi domdarî Aslan da zanîn ku êdî girseyeke serwext a têkoşîna jinan heye û ev yek dewlet û desthilatê çavtirsandî kiriye. Aslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin, li hemû qadan xwe tînin ziman. Li her qadê gotina xwe dibêje. Em bi bedêlên girna hatin vê astê û em hîn jî didin. Em ê xwedî li van qanûnan derkevin ku destkeftiyên têkoşîna jinan e. Her roj gelek jin serî li komeleyê didin. Ji lew re hema bibêje saziyeke dewletê tune ye ku jin serî lê bidin." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Herî dawî jî Aslan ev tişt anî ziman: "Ya li hemberî me dewleteke bi feraseta mêrê serwer e. Em bi rihetî tiştên li Efxanistan û Îranê tên serê jinan nîqaş dikin, lê desthilata heyî jî ji bo welêt ber bi rêveberiyeke bi vî rengî bibe li ber xwe dide. Divê jin li hemberî vê bi yek bin. Çi dibe bila bibe, divê di têkoşîna maf û azadiyan de yek deng bin."