Banga ji bo Newrozê: Em tecrîdê bişikînin

  • jin
  • 09:01 18 Adar 2023
  • |
img
WAN - Li Wanê jinan diyar kir ku armanca wan ew e di Newroza îsal de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin û ji bo beşdariya li Newrozê bang kirin.
 
Li Wanê, Newroza îsal dê di 19'ê adarê de bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo Newrozê li ber qedandinê ne. Pîrozbahî dê li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo beşdariyê bang kirin. 
 
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) Edîbe Babûr, bilêv kir ku Newroz ji bo kurdan tê wateya "jinûve vejînê". Babûr ji bo beşdariya li prîzobahiyê bang kir û got: "Îsal ji ber erdhejê prîzobahiya Newrozê ji bo me girîgntir e. Em bang li hemû gelê xwe dikin. Divê em ji her wextî bêtir tevlî bibin. Ji zû de ye em ji bo Newrozê dixebitin." 
 
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Ceyda Dîndar jî destnîşan kir ku Newroza îsal xwedî wateyeke cuda ye û wiha got: "Newroz ji bo kurdan aştî, wekhevî û berxwedanê temsîl dike. Newroz ji bo gelê kurd sembola serîhildan û aştiyê ye." Dîndar anî ziman ku xebatên ji bo Newrozê tax bi tax, kuçe bi kuçe didomin û got: "Newroza 2023'yan dê bibe Newroza berxwedanê." Dîndar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Em yeqîn dikin ku em ê di Newroza îsal de tecrîdê bişikînin."
 
Dîndar ji bo beşdariya li Newrozê bangî xelkê Wanê kir. 
 
‘EM Ê AGIRÊ NEWROZÊ LI DIJÎ ZORDESTAN VÊXIN'
 
Ji rêveberên Partiya Çep a Kesk a Rêxistina Wanê Herdem Acar jî destnîşan kir ku Newrozê berxwedana azadiyê ye û ew ê bi dirûşmeya azadiyê Newrozê pîroz bikin. Acar bilêv kir ku ew yeqîn dikin ku ew ê bi newrozê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişikînin û got: "Mirov bi coş û kelecaneke mezin li benda Newrozê ne." 
 
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedal jî got: "Emê agirê Newrozê li dijî zordestên ku dixwazin jiyanê li me bikin zindan û jiyana me tarî bikin vêxin. Em ê Newrozê li dijî aqilê desthilatê ku jiyana me di bin kavilan de hişt vêxin. Em ê agirê Newrozê ji bo serketian têkoşînê vêin. Ji bo berbelavbûna felsefeya 'jin, jiyan, azadî' em ê agirê Newrozê vêxin." 
 
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz jî ji bo beşdariya li Newrozê bang li xelkê Wanê kir û û got: "Em ê li wir careke din berxwedana xwe û dengê xwe ragihînin. Bijî Newroz."