Dayika Aştiyê Alagaş jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 12:47 23 Gulan 2023
  • |
img
DÎLOK - Dayikê Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke “Dayika Gulê” tê naskirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Dayika Aştiyê Gulistan Alagaş ku weke “Dayika Gulê” tê naskirin, demek berê felca mejî bûbû û jiyana xwe ji dest da. Dayika Gulê 2 hefte bû li nexweşxaneyeke Dîlokê dihat tedawîkirin. Dayika Gulê duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA DOMDIRÊJ
 
Alagaş, di sala 1993’yan de ji ber zexta dewletê tevî malbata xwe ji gundê Erkent ê Berwarî ya Sêrtê koçî Edeneyê bû. Alagaş, têkoşîna xwe ya aştiyê li vir jî domand. Kurekî Alagaş tev li refên PKK’ê bû û di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest da lê cenazeyê wî nehat dîtin. Alagaş, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên li girtîgehan û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek caran kete greva birçîbûnê. 
 
Her wiha Alagaş tev li çalakiyên Mertalên Zindî bû û li Cûdî û Newala Qesaban tev li meşan bû. Herî dawî jî di Komkujiya Gara Enqereyê de ji lingê xwe birîndar bû.