Dilxwaza EŞÎK’ê Koçak: Parlamentoya herî neteweperest ava bû

  • jin
  • 09:56 25 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Dilxwaza EŞÎK’ê Yelda Koçak bal kişand ser artîtmetîka meclisê û wiha got: “Parlamentoya herî rastgir û neteweperest hate avakirin. Ji bo ku ji vê rewşa tirsê ya AKP’ê afirandî bi dawî bibe, divê her kes biçe ser sindoqê.”  
 
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi milyonan kes çûn ser sindoqê û li gorî encamên nefermî, di serdema nû de 120 parlamenterên jin di meclisê de cih digirin. Li gorî vê; ji AKP’ê 50, ji CHP’ê 30, ji Partiya Çepên Kesk 30, ji Partiya Îyî 6, ji MHP’ê 3 û ji Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî parlamentereke jin hate hilbijartin. 
 
Dilxwaza Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) û namzeta TÎP’ê ya herêma duyemîn a Stenbolê Yelda Koçak, têkildarî encamên hilbijartinê axivî. 
 
TEMSÎLIYETA JINAN HERÎ ZÊDE DI PARTIYA ÇEPÊN KESK DE YE 
 
Koçak, anî ziman ku AKP-MHP destkeftiyên jinan hedef digirin û tevî vê yekê bi hejmareke zêde ketin meclisê û wiha domand: “Ji bo bi îktîdarê bidin windakirin, di serî de jin dê hemû derdorên civakî biçin ser sindoqê. Di hilbijartinê ji temsîliyeta jinan a di nava AKP’ê de ji sedî 18, ya CHP’ê ji sedî 17, ya Partiya Îyî ji sedî 13, ya MHP’ê ji sedî 8, ya TÎP’ê ji sedî 25 û ya Partiya Çepên Kesk jî ji sedî 47,54 e.”
 
MUXALEFETÊ XWE SIST KIR
 
Bi domdarî Koçak bal kişand ser kêmasiyên muxalefetê yên di hilbijartinê de û ev tişt anî ziman: “Bi gotina ‘em ê bi ser kevin’ xwe sist kirin. Tevî kêmasiyan, em li dijî dewletê jî têkoşiyan. Ewlehiya hilbijartinê radestî wezîrê karên hundir kirin ku wî jî xebatên hilbijartinê dikir. Tevî vê yekê jî di tûra yekemîn de bi ser neketin. Gelek sedemên van encamên hilbijartinan hene. Me nekarî tirsa îktîdarê belav kiriye têk bibin. Lê hêj jî dereng nîne û heke em guherînê bixwazin, divê di serî de jin hemû çepgir û sosyalîst têkoşîna xwe bidomînin.”
 
REWŞA MECLISÊ JI HÊLA JINAN VE BAŞ NÎNE
 
Koçak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li artîtmetîka meclisê dinerin, dibînin ku parlamentoya herî rastgir û neteweperest ava bûye. Ji hêla jinan ve jî rewş baş nîne. Li gorî serdema bertir de rêjeya jinan pir ketiye. Bi rêjeya nêzî ji sedî 50 re em dikarin bibêjin tenê Partiya Çepên Kesk nûnertiya wekhev kiriye. Ev hilbijartin ji bo jinan tê wateya têkoşîna man û nemanê. Partiyên ku raste rast destkeftiyên jinan hedef digirin ketin meclisê. HUDA PAR û Partiya Yenîden Refahê ku yekser destkeftiyên jinan hedef digirin ketin meclisê. HUDA PAR weke ku jin zindî nebin dibêje ‘em ê jinên bêxwedî bixwedî bikin.’ Partiya Yenîden Refahê jî dibêje em ê ‘qanûna têkoşîna li dijî tundiya ser jinan’ rakin. Rewşa meclisê ya niha li gorî demên berê ji bo jinan pir xeteretir e.”
 
BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN
 
Koçak, herî dawî ev bang ki jinan kir: “Di dîroka Tirkiyeyê de meclis di asta xwe ya herî paşverû de ye. Em ê di 28’ê Gulanê de rejîma yekzilamî bi dawî bikin. Heke em bi ser kevin dê rayeyên yekzilamî bidin parlamentoyê. Weke jin, ciwan û kedkaran me di tûra yekemîn de rejîm da sekiandin û heke em di vê tûrê de têk bibin, dê bandora vê zîhniyeta paşverû jî kêm bibe. Lewma divê hemû jin û hemû derdorên civakî biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin. Ji bo têkbirina hîleyan jî divê her kes bibe muşahidên sindoqan, dengê xwe bidin û em bi hev re vê faşîzmê têk bibin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal