Piştî 30 salan hate berdan, heman rojê cardin hate girtin: Moral û motîvasyon sûc e

  • jin
  • 09:22 26 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Hêviyên rojên baş ên di nameyên Şadiye Manapê de wekî "xweşkirina motal û motîvasyona endamên rêxistinê" hate nirxandin û hat xwestin ku ceza lê bê birîn. Manap piştî 30 salan di 1'ê kanûna 2022'yan de hatibû berdan lê berî ku ji girtîgehê derkeve hatibû binçavkirin û cardin hatibû girtin. 
 
Şadiye Manap, di 1992'yan de li Rihayê hate girtin û cezayê muebbeda giran lê hat birîn. Manap ku gava hat girtin 24 salî bû, piştî girtîgehên Riha, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan hat kirin. Manap, piştî 30 salan di 1'ê kanûna 2022'yan de hat berdan, lê berî ku ji girtîgehê derkeve ji ber lêpirsîneke ku di 2020'an de der barê wê de hatibû vekirin hat binçavkirin. Manap, 4 rojan li Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê hat sekinandin. Li mdiûriyeta polîsan name, pirtûk û nivîsên wê jê hatin pirsîn. Piştî binçavkirinê, Dadgeha Ceza ya Sulhê Manap girt û şand girtîgehê. 
 
Di îdianameyê de Manap bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin. Danişîna biryardayînê dê di 1'ê hezîranê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bê lidarxistin. Beriya danişînê meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêşî dadgehê kir. Meqama îdiayê xwest bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li Manap bê birîn. 
 
Di mutalaayê de ji bo navên di nameyan de ku di 5'ê kanûna 2017'an de li Girtîgeha Hejmar 1 a Kocaeliyê di avêtina ser hucreyê de hatine desteserkirin, hat derpêşkirin ku ev "bernav" in. Di mutalaayê de hevdîtina bi parêzer re ku Manapê di 21' gulana 2019'an de bi parêzerê xwe kiriye, sûc hat hesibandin. 
 
Ji xeynî vê, agahiyên der barê greva birçîbûnê de ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku Manapê ew bi parêzerên xwe re parve kirine sûc hatine hesibandin û ji ber ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û agahiyên der barê greva birçîbûnê de bi JINNEWS'ê re parve kiriye, ev yek wekî" talîmat daye derve" hatiye nirxandin. 
 
Ji xeynî vê, hêviyên ji bo rojên xweş ên di nameyan de jî wekî "xweşkirina moral û motîvasyonê" hatine nirxandin û sûc hatine hesibandin. Meqama îdiayê di mutlaayê de derpêş kir ku Manapê bi van hêviyan xwestiye moral û motîvasyona endamên "rêxistinê" xweş bike. 
 
Meqama îdiayê ji bo çenteyê Manapê ku di depoya girtîgehê de bû û roja biryara berdanê ji depoyê hatiye derxistin radestî wê hatiye kirin jî îdia kir ku ev çente li cem Manapê bûye. Meqama îdiayê ji bo lênûsk, ajanda, kaxizên nîşeyan û nameyên di çente de jî gotin "unsûrên" sûc in. 
 
Meqama îdiayê ku xwest ceza li Manapê bê birîn, got navnîşana wê tune ye, lewma dibe ku bireve û xwest neyê berdan. 
 
MA / Mehmet Aslan