Çalagan: Em ji bo rawestandina faşîzmê diçin ser sindoqan

  • jin
  • 11:39 26 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku Tifaqa Cumhur tifaqa “dijminatiya jinan” e û got: “Ji bo em faşîzmê, polîtîkayên ewlehiyê, zimanê nefrete bisekinin, di 28’ê Gulanê de diçin ser sindoqan.”
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan bang beşdariya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya di 28’ê Gulanê de bê lidarxistin kir.  Çalagan anî ziman ku li gel îktidarê di şertên antidemokratik de kampanya hilbijartinê kiriye jî bi ser neketiye û got: “Li vî welatî 21 sal in AKP polîtîkayên dijminatiya her beşên civakê xistiye dewrê. Di serî de jî dijminatiya gelê kurd dike. Îktidara dijminane tevdigere, niha jî tifaqek mîna xwe dijminane ava kir.” 
 
‘ÇAV BERDANE DESTKEFTIYÊN JINAN’ 
 
Çalagan bal kişand ser Tifaqa Cumhur û got: “Ev tifaq dijminatiya jinan dike. Ev tifaq çav berdaye hemû maf û destkeftiyên jinan. Dixwazin her destkeftiyên jinan ji holê rakin. Lê em ê vê tifaqê û xerabiyê ku bi serê jinan ve aniye ji bîra nekin.” 
 
‘EM DAWÎ LI ÎKTIDARÊ BÎNIN’
 
Çalagan destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk bi îradeya jinan li Meclisê ye û wê têkoşîna wan ji niha şûn ve xurttir bibe û ji bo jiyanek azad û wekhev dê her têbikoşin. Çalagan destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê hêviyên siberojê yên jinan û ciwanan dizî ye û wiha got: “Rojek piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê xwendekara lîseyê Kubra Ergîn întîhar kir. Çimkî em bi bloka îktidarek ku berê ciweanan dide întîharê û sirgûnê re rûbirû ne. Werin em di 28’ê Gulanê de dawî li talan û zextên îktidarê bînin. Ji bo em faşîzmê, polîtîkayên ewlehiyê, zimanê nefrete bisekinin, di 28’ê Gulanê de diçin ser sindoqan.” 
 
MA / Enes Beyaz