Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin

  • rojane
  • 13:50 24 Gulan 2022
  • |
img
ANTALYA - Li Zanîngeha Akdenîzê,  komeke nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekarên ku govend digerandin kirin. 
 
Li Antalyayê, duh bi şev komeke nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê yên kurd ku govend digerandin kirin. Piştî êrişê xwendekar ji hev belav bûn û bûyer bi dawî bûn. Xwendekarên kurd, li ser hesabên xwe yên medya sanal derbarê êrişê de daxuyanî dan û ragihandin ku komeke nîjadperest bi peywirdarên ewlehiya taybet ên zanîngehê re êrişê wan kirine û wan jî bersiv daye êrişan.