Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike

  • rojane
  • 14:20 24 Gulan 2022
  • |
img
DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku ku tu agahiyan jê nagirin, bi mebesta pirsîna aqûbeta keça xwe xwestin bi waliyê Dêrsimê re hevdîtinê bikin lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Malbatê bertek nîşan da û got: “Wezareta Edaletê soz da me. Lê belê em ji deriyê pêş girtin hundir û ji deriyê paşê derxistin.” 
 
Ji 5’ê çileya sala 2020’an heta niha ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku tu agahî nayên girtin. Malbata Doku, têkildarî mijarê li pêşiya Walîtiya Dêrsimê daxuyanî da û aqûbeta keça xwe pirsî. Di daxuyaniyê de endamên Platforma Jinan a Dêrsimê û Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn jî amade bûn. Malbata Doku xwest bi walî re hevdîtinê bike lê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Malbatê bertek nîşanî walî da û got: “Walî ranekeve Gulistanê bibîne.” 
 
Malbat û beşdarên daxuyaniyê wêneyên Gulistan Doku rakirin û piştre jî li pêşiya walîtiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji ewil Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn axivî û ev tişt anî ziman: “Weke Baroyê em dibêjin ku ji windakirina Doku divê li ser kesê gumanbar û bavê wî bê sekinandin. Heke Gulistan ji hêla kesekî ve hatibûya qetilkirin, niha ji zû ve derketibûya holê. Heke karê komekê be, divê ev rastî jî bê aşkerakirin. Weke Baroyê em vekirî dibêjin; heke ev bûyer neyê zelalkirin, di nava bûyerê de navê kê derbas bibe em ê giliyê wan bikin.”
 
‘WEZÎRÊ EDALETÊ SOZ DA’
 
Her wiha li ser navê malbatê dayika Doku, Bedriye Doku axivî û da zanîn ku mehek berê bi wezîrê edaletê re hevdîtin kirine. Doku, bi domdarî wiha got: “Wezîrê edaletê ji me re got ku dê Zainal Abarakov weke kesê gumanbar bê darizandin. Soz dan û em jî vegeriyan mala xwe. Lê belê ji deriyê pêş ve em girtin hundir û ji deriyê paşê jî derxistin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî malbata Doku ji ber deriyê walîtiyê çû.